Ez û Evînî

Ebdulletîf Sulêman
 
Bi
Dilek Sar û Pir Şikestî
Evîna xwe bi Gef min Werkirî
Di Êrmexanek pir Kûr û Dûr
Di Kêleka hove Dêwî de
Ber Ronahiya Şopa Kadizan
Li gel Têban bi Gazî û bi Kûrkûr
Ta Şiyar Bit ji Xewa Çavkoriyê
Hest û Ciwanîya xwe bi Nasî
Bes xwe bi bînî Bejin Lawaz û Hûr
* * * *
Qurtalbî ji Reşpêla Hevrikiyê
Ku li Ser Sebeta Hest û Hişî
Dêz dikî bê Dudilî Çirav û Kîl
Di Çîmena Pakî û Dilsoziya min
Bi Kêr û Keyberan li ser Dilî
Di Kolî Neqşê Dexesiya Qabîl
Ta li min Vegerî bi Xemlek Bûkanî
Ta bi Zanî ku Tenê Ez û ewin Dîdar
Kiwara Peyvên Qerûm , Xewnên Dîl
Morîka Mirîdîtiyê ji Guhan Derînî
Di Hembêza Gelî û Çiyayên xwe Rakevî
Ne Lêv Zerka Zêran bi Bî bi Kudik û Melîl
Ber Ciwan Bilûra Şivanê Hevheziyê
Sirûda Ey Reqîb û Ronahiya Tava Alê
Girêbidin Govendên Şahiyan bi Lîlelîl
Telihên Suhtî bi Arê Ne Liheviyê
Hêlînên Berdayî di Sefanên Pûş Rizî
Dê Nûjen bin , Liwan Vegerin Çira û Pîl
Nêrgizên Çiyayê Berojê wê Katedin
Zeytûnên Efrîna Delal Ber Xweşbin
Li Kobana Birîndar Vegerin Balîf û Metîl
* * * *
Çîrok û Dastanên Rustemê Zalî
Di Teng Demsazên Çavnebar de
Ne Xin Rêza Pêkenok û Serborên Behlîl
Hêj di Kavoliya me Çeqel û Koremar
Bi Çirevîsk û Xapin , Çima Kerban
Ji Hev Vedikin bo Rûreşiya Xelîl û Celîl
Qet Rim di Kiwaran Winda nabin
Avên Herikî Miraran di Qeraxa di Hêlin
Di Feraşê Dîrokê Reşkun dê bin Sorgeh û Mesîl
* * * *
Dê Her bi Kezîk û Guliyên Çar Beşên Dilî
Evîna Hêja ji Kûrbûnên ne Rewa Derînin
Dê Geşkin Dilê Pakrewanên Pêrew û Xetîr
Dê Kew Gozelan di Delavên Kurdewariyê
Têxin Rekihan bi Qebeqeb Deştan bi Hejînin
Ta Refên Dûrketî Vegerin, Vêl nemînin Gurz û Tîr 
* * * *

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

berȋ 68 salan şert, rewș û kawdanên siyasî yên derdorȇ ȗ yȇn ku gelê Kurd li Sûriya wȇ serdemȇ tȇ de jiyan di kir hiștin ku hestȇ netewȋ yȇ kurdȋ li sȗriya were vejandin, hizir ȗ bȋreweriya netewȋ di hiș ȗ ramanȇ gelȇ kurd de bilind bibe, ji ber ronȋ…

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…