Kurd Û Sedsala Bîst Û Yekê

Merwan Berekat
 
Eger mirov doza Kurdî di sedsala bîstê
de bişopîne û bûyeranên wê raçav bike, herweha cihê wê di nav siyasetên
navnetewî de binase ku çawa gelê Kurd û doza wî ya dadwer dibûn qurbaniya
berjewendiyên hêz û dewletên mezin, bêguman mirov dê têbigihê ku ta astekê
gunehên Kurdan jî di wan têkçûnan de hebûn. Ji aliyekî ve, lawazbûna tevgera
Kurdî ya siyasî, rola malbat û êlan di wê tevgerê de, û lihevnekirina wan li
ser rêbazên destxistn û serkeftina doza kurdî.
 Ji aliyekî din ve, diblomasiya kurdî jî di wê demê ne di asta berevaniya doz û mafê gelê Kurd de bû. Ji ber wê jî nikarîbûn têkiliyine xurt û hêzdar bi navendên biryardayînên navdewletî û dewletên xwedî rol wek Birîtaniya, Firensa, Almaniya, sofyitistan û Emerîka re bikirana.
 Rast e, ew li qadên şer bi ser diketin, lê li ser maseyên siyasî ew serkeftinan dihatin derdan, û encama wê bobelat, xişim û bêtarên xwînî bi ser gelê Kurd de dihatin, û doza kurdî dihate paşxistin. Lê dîsa jî gelê Kurd ji riya xebatê venegerî û zincîra şoreşan ji hev qot nebû. û ta roja îro nehatiye rawestandin.Tucarî sedsala bîstê û ya bîst û yekê di tenga doza Kurdî re, bi şêweyekî ji şêweyan wek hev nabin.
Ji tevahiya cîhanê, nemaze ji dewletên hêzdar û xwedî biryarên navdewletî re hate naskirin, ku eger doza kurdî netê çareserkirin û gelê Kurd mîna hemû miletan azadiya xwe bi dest nexîne, tucarî aramî, ewlehî û aştî di herêma Rojhilata Navîn de çênabe. Ya din, di sedsala bîst û yekê de, bê Kurdan berjewendiyên dewletên mezin wek ew dixwezin bi cih netên. Ji wê girîngtit, di vê demê de rewşa gelê Kurd û tevgera wî ya siyasî, bi ya sedsala bîstê re netê pîvan. Îro Kurd xwedî hêzeke leşgerî ne, û hêzeke bi rêxistinkirî ye. Ya din, di warê diblomasî de Kurd ranewestîne, û li seranserî cîhanê hewildanên têkilî û danûstandinê dibin, û ta astekê di vî warî de hin gav hatine avêtin.
Rastî ew e, ku di destpêka sadsala bîst û yekê, nemaze di van salên dawî de, ji tevahiya gelên cîhanê û dewletên xwedî hêz û rol re hate nasîn, ku metirsiya Kurdan li ser wan nîne, û yên ku bi dilsozî û bawerî şerê teror û tundrewiyê dikin Kurd in. Ji ber wê jî, ew dibînin gerek e dest ji ber Kurdan bernedin, û ew mîna sedsala bîstê nebin qurbanî û bê maf nemînin.
Yekem car e, ku di dîroka nûjen a Rojhilata Navîn de du dewletên mezin, ku xwedî hêz û rol in Rûsiya û Emerîka, û li rex wan dewletên Ewropî di tenga berjewendiyên xwe re li ser doza kurdî digînin hev, û dixwezin gelê kurd hin ji mafê xwe yê rewa bistînin. Lê divê em ji bîr nekin ku di siyasetê de dilpakbûn ji dilnepakbûnê xerabtir e. Yanê ji mafê me ye, em li dijmin binihêrin ku ew tariyek e û divê em wê rakirin, lê zor pêwîst e, ku em li dostan jî nenihêrin ku ew mîna berfeke spî û di bin wê de çal û xefik nînin. Ji ber ku siyaset ne sinc, sofîtî û pêxembertî ye. Siyaset guhêrbar e, û hertim li gor berjewendiyan riwê
xwe diguhêre. Guman nîne ku rewşa doza kurdî di 2017an de, ne wek a 1917an e. Cinêv “4“ a 2017an, ne wek Lozana 1923an e.
Eger werîsê Lozaneke din li nava doza gelê Kurd were gerandin, bêguman para tevgera siyasî ya kurdî jî wê di wê gunehkariyê de hebe, ji ber ku ta niha lihevkirina xwe, bi kêmasî ji bû nûnertiya Kurdan li kongireyên ku ji bo çareseriya kîrîza Sûrî tên lidarxistin, ava nekirine. Himêmîm û Asîtana nimûne ne. Ev ne dilxwezî û ji tûrikêxeyalan e. Ew rastî û li pêş çavan e.
Sedsala bîst û yekê bi hemû awayan sedsala serkefin û azadiya gelê Kurd e. Belkî ne li gor hêvî û daxwezên me bin, lê tucarî doza kurdî û gelê Kurd bi fîstanê sedsala bîstê namînin, û bi paş de venagerin. Ji ber wê jî bang: Divê em Kurd lihev bin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…