KURDO Û SOLPAQIJKAR

Merwanv Berekat
Bêkariyê û gera li kolanên ew bajarê avahîbilind demên wî bê haydarî di zikê xwe de
winda dikirin, û carina ji bandora bîranînên welêt wî riya mal şaş dikir. Erê..
ew bajarê ewropî pir xweş e, lê mabûna wî li wir şaş e. Çima çû, koç kir, revî,
doza regezxweziyê dike…… Pir kes bersivê dizanin, lê carina tirs dihêle ku
bersiv di berîkên mejû de birizin.
Li danê pişt nîvro, li kolana nimre “24“ ji meşa pir kabên Kurdo sist bûbûn, qatek
toz li solên wî yên kevnar girtibû, û rengê wan guhartibû. Çûkên zikê Kurdo
hawara birçîbûnê dikirin, di ber wan hawaran re wêneyê dêpîra wî û şîvên wê yên
xweş dibûn kesreke kûûûr û ew di xeyalê de radigerandin.
  Hîn Kurdo di wan bîranînan de dihate kilandin, pihna xweringeha `Şarl` li deriyê pozê wî dixist. Kurdo di cî de, xwe li deriyê xweringehê bada, lê wî nizanîbû ku berîka wî nikare xwerina wê xweringehê bi wî bide xwerin.
Li quzîkeke xweringehê masak û du kes li pişt wê rûniştibûn û li aliyê rastê yê masê kursiyeke vala hebû. Kurdo çû li ser wê kurisiyê rûnişt. Berî ku ew xwerinê bixweze, solpaqijkarek li nêzîkî maseya wî, bi ciline paqij û lihevhatî rûniştibû, û nihrînin wî bedena Kurdo dipîvan. Kurdo jê re got: Tu dikarî solên min paqij bikî, û vebrûsînî? Solpaqijkar di cî de dest bi paqijkirina solên Kurdo kir. Ji ber ku Kurdo bala solpaijkar pirtir kişandibû, wî ji Kurdo pirsî: Ma tu ne ji vî bajarî yî?!
Kurdo got: Na, ez Kurd im, û navê welatê min kurdistan e. Lê mixabin ji sedsalan ve, welatê me dagirkirî û em bindest in. Berî ku Solpaqijkar teka yekê ji solên Kurdo bi dawî bike, wî ji Kurdo pirsî: Ma win Kurd pir in?! Kurdo got: Hahûû, em Kurd pêncî milyon in.
Dema ku solpaqijkar weha bihîst, wî alavên paqijkirinê dane hev, rabû li ser xwe sekinî û ji Kurdo re got: Biborîne, ji min re ne rûmet e, ku ez solên kesekî paqij bikim, û ew ji miletekî be ku ji pêncî milyon kes pêk tê û hin blindest û bê dewlet e. Wî pişta xwe da Kurdo û ji xwerngehê derket.
(Kurteçîrok)

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...