Dewleta kûr ya Cemîl Bayik (1-3)

HOŞENG OSÊ
 
Di havîna
2007an de ez li çîyayê Qendîlê bûm. Wê demê ez apocîyekî ciwan, sert û sergerm
bûm. Min ji hevalên xwe yên berê ku di nava PKK-PYDê de bûn xwast ez herim
çîyayê Qandîlê da ez binerim ka di navbera 1997an û 2007an de çi guhertin di
nava rêxistinê de çêbûye bibînim?!. Wê çaxê min hevpeyvîneka dirêj bi birêz M.
Karayılan re çêkir û rojnama Al-hayat rûpeleka sax jê re veqetand û di roja
31/8/2007an de belav kir. Dema ez li Lolanê (Qendîlê) bûm konferansa kadroyên
ragihandina PKKê li Ewropa, Tirkiye, Kurdistan û Iraqê dixebitin hebû.
 Ji min xwastin ez jî tevlî konferansê bibim, lê min qebûl nekir û min got; ez nehatime konferans “monferansan” beşdar bibim. Ez hatime hinek rewşê nas bikim. Gelek serkirdeyên PKKê wekî Duran Kalkan, Mustafa Karasu, Ali Haydar Kaytan, Sakine Cansız, Rüstem Cudi, Abdurrahman Çadırcı, Bozan Tekin wekî din, min dîtin. Lê yê ku min pir mereq dikir wî bibînim û bi wî re biaxivim birêz Cemil Bayık bû. Baş xuya dikir ku saw û heybeta Bayik ji ya Karayılan bêhtir bû û yê rêxistinê ji pişt perdê ve bi rê ve dibe ne Karayılan, lê Bayik e. Min ji berpirsê ewlekarîya Bayik, Harûnê tirk,  xwast heval cuma (Bayik) bibînim û bi wî re biaxivim. Camêr qebûl kir û hat civatê û ez û ew rû bi rû bi hev re ketin nava diyalogeka nêzî 3 saetan dirêj kir. Gelek kadroyên ragihandinê ji Ewropa û Tirkiye hatibûn li me guhdar dikirin. Hinek ji wan ta niha di nav medya PKKê dixebitin. Piştî ku Bayik hinek pirs liser rewşa Sûriyê û rêjîma Esed û liser rewşa Kurdistana Rojava kir û min bersivên wan pirsan dan, min xwast hinek pirsên nû ku ji Bayik ne hatine pirsîn bipirsim. Pirsên min jî kesayetî û derûnî bûn û li derdora naskirina Bayik bûn û di nava mal û gund de zarokekê çawan bû? Di dibistana seretayî de şagirtekê çawan bû? Ji çi hez dikir? Di zankoyê de xwandevanekê çawan bû? Têkilîya wî bi jinan re? Bayik û hezkirin? Gelo ticarî keçikên gund, dibistanê yan zanîngehê dilê wî nelivandin? Bayik û hiner û mûzîk…, û gelek pirsên din. Bayik pirsî; tu çima van pirsan dikî?! Min jî got: “Em detayên jiyana (serok) Apo nas dikin lê em te nas nakin? Tu jî serokê vê rêxistinê yî û barê liser milên te ji yê (s) Öcalan girantir e. Tu jî damezrênerê partîyê yî û piştî girtina serok û qutbûna Ferhad (Osman Ocalan), te hişt rêxistin liser pîyan bimîne û ji mafê me ye em te nasbikin.” Bayik bersivên balkêş dan ku nedihatin zanîn. Bi rastî min dixwast vê “sendoqa reş” ku navê wê C. Bayik e ji hindir ve nas bikim û bidim naskirin. Piştî wê diyalogê, li ber guhê min ket ku Bayik ji pirsên min nerazî bû û bi guman li min û pirsên min dinerî. Di wê serdanê de Karayılan û Bayik ji min pirsîn; “te rewş çawan dît?” Min ji her duyan re got; “ Ez liser PKKê ji êrîşên artêş Tirkiyê natirsim, lê ez ji dogmatîzima di nava PKKê de ditirsim. Ji bilî vê jî, mixabin, we zimanê  tirkî li van çîyan kirîye desthilatdar.” Mebesta min ji vê bîranînê ew bû ku ez vê pirsê bikim; çawan ku Erdoğan dewleta kûr ya xwe danî şûna dewleta kûr ya kemalîstan, gelo Bayik jî dewleta kûr ya Öcalan rakir û ya xwe di hundirê PKK-KCKê de bi cih kirîye?.
Bêguman di hundirê PKKê de dewleta kûr ya Öcalan hebû. Kesên berê berpirsên payebilind di nava PKKê de bûn vê yekê baş dizanin, lê belkî newêrin bêjin. PKKê ne tenê di nava tevger û rêxistinên kurdan, lê di nav yên Rojhilata Navîn de jî yekemîn rêxistin e ku ewqas kuştin û “tesfiye” di nav de çêbûne. Û tawanbarkirin û kuştina kesên rikber “reqîb” yek ji alav û şêweyên rêvebirina PKKê yên Öcalan bû. Tevlî ku Bayik ji damezrênerên PKKê bû û di kongreya yekem a sala 1978an de beşdar bû, lê di sala 2004an de dema Osman Öcalan û hevalên wî ji PKKê veqetîyan, A. Öcalan nexwast Bayik bibe serokê rexistinê û Karayılan pêşniyaz kir. Jixwe Öcalan, tikes di hundirê PKKê de, wekî cîgir yan jî “zilamê dueym” nedidît û rê nedida ku kesayetîyek derkeve û bikaribe cihê Öcalan dagire. Ango Öcalan, Karayılan hibijart û liser rêxistinê ferz kir. Ne tenê wisa jî, piştî ku Karayılan dema xwe 2 caran tijî kir (8 sal), dîsa Öcalan “pêşniyaz – biryar”a dirêjkirina dema serokatîya Karayılan da.
Dema serokê PKKê li paytexeta Îtalya, Romayê bû, rojnamevanê frensî Chris Kuchera hevpeyvîneka berfreh bi Öcalan re çêkir û di kovara “Elwasat” yan heftane ku bi zimanê erebî li Londonê derdiket di roja 15/1/1999an de belav kir, ango berî Öcalan bihêt girtin û revandin bi mehekê ev hevpeyvîn hat belav kirin. Di wê hevpeyvînê de Chris Kuchera ji Ocalan pirs dike; “Gelo Cemîl Bayik ta niha di rêxistinê de zilamê duwem e?” Öcalan bersiva dide û dibêje: “Li ba me hejmar nînin. tenê yê ku encaman bi dest dixe, mafê wî ye ku hejmareka wî hebe. Bayik di warê pratîk de bi ser neketîye. Min hinek şaştîyên wî li pêşîya her kesî eşkere kiribûn. Wekî mînak liser van şaştîyan; Bayik du caran di sala 1995an û 1997an de bi tena serê xwe, dest ji berpirsyarîyên xwe yên partîyê berda. Ev yek jî gelek xeterî û metirsîyên wê hebûn. Wê çaxê em di dilê Kurdistanê de li herêma Zapê bûn û 5 hezar şervanên me li himberî  50 hezar leşkerên tirk hebûn. Bayik gelek dilsoz e. Lê ew gelek takekesî tevdigere. Me biryarên wî (Bayik) bi kuştin û îdamkirin gelek berpirsên me yên leşkerî nepejirandin û qebûl nekirin. Rast e wan berpisyaran tawanên şer kiribûn, lê hinek rêbazên ji nû ve perwerdekirina wan hebûn ne ku em wan di cih de bikujin. Bayik didît ku gerek em şervanên xwe yên birîndar bikujin da ku bi birîndarî nekevin destên dijmin. Le me ev yeka qebûl ne kir.”
—————
Jêder: heftenameya rojnama Basnews, hijmara 4ê roj 23ê – 29ê çileya 2017e.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…