GOTINA MÊRÊ KURD GOTIN E

Cankurd – Bonn, 06. 01. 2017

Xebatkarê çalak û jêhatî, Elî
Cefer, di destpêka va sala nû de, berhemeke balkêṣ, ku berê dabû weṣandin, dîsa
belav kiriye û bi çapeke xweṣiktir. Ew jî ( Gotina mêrê Kurd gotin e ), û dîsa
jî em ji bîr nekirine, ji comerdiya xwe, ji me re libek bi posteyê (1)
hinart û got ku wî piçek guhartin û bêtirkirin xistiye ser çapa yekê, ewa ku
berî niha bi 16 salan li Swêd, bi rêya weṣanxaneya Helwest derxistibû. Wêneyên
hindir û ser bergê va pirtêka ku bi tîpên ciwan û nûjen hatiye çapkirin, ji
aliyê karîkatûrvanê hêja, dostê me, Yehya Silo ve hatine pêdakirin, û pêṣgotina
pirtûkê ji aliyê dostê me yê nêz, Dr. Husên Hebeṣ ve hatiye lêkirin.
Dr. Hebeṣ bi xwe ṣaxnasekî wêjevaniya kurdî ye, ku ji zû ve di nêv nivîskarên me de, û di nêv lêkolînerên Uris û hozanvanên Alman de bi nav û deng e, û di warê folklore kurdî de jî xudan nêrîn û nivîs e. Ew pirtûka nivîskar Elî Cefer baṣ dinirxîne û bêguman, eger pirtûk nebaṣ ba, hêja Dr. Hebeṣ jê re pêṣgotin ne dinivîsand. Mamhostayê me Hebeṣ dinivîse: “…Eger çiqas kar di wê babetê de bûbe jî, lê ew hîn kêm e, çinkê defîneya giyanî neteweyî bi temamî hîn ne hatiye aṣkere kirin, divê kar pir bê kirin; yek ji wan karên yê berpabûyî, ev berhema ye jî…“ Xudanê pirtûkê van gotinên xweṣik xistine ser bergê paṣîn ê pirtûkê.
Di vê berhemê de, ku ji 224 rûpelan e, bêtir ji 62 çêrok û çêrçêrokên Kurmancan hene. Ev jî nîṣan e, ku lêkirê pirtûkê, kin-kin çûye ser van çêrokan, ku bi rastî bo hokirina zarokên Kurd li ser kelepora neteweya wan pir giring in. Wê hîn baṣtir ba, ku gelek wêne di nêv nivîsê de hebana û hemî jî rengîn bana, da zarok bêtir lê vegeryana.
Nivîskarê zîrek bi Kurdiyeke asan berhemên xwe dinivîse, û dibe jî li ser hinde ṣêweyên nivîsandina hinek peyv û pevekan, em ne li gel wî bin, lê bê guman ew bi Kurmancî ji zarotiya xwe de hîn bûye, hem li gundê xwe ( Behdîna ) li navçeya Kurdaxê, ku dikeve rojavayê Helebê, û hem jî li Helebê û piṣt re li penahberiyê, tevî ku zimanê Kurdî li rojavayê Kurdistanê herdem hatibû berbestkirin ( qedexekirin ).
Di naveroka ( Fehresta ) pirtûkê de, hatiye gotin, ku di rûpelê 225 de ferhengokek heye, mixabin, min ew ferhengok nedît û di nusxeya ku ji min re hatiye hinartin de, tew rûpela 225 tune ye. Heba wê gelek baṣ ba, da wan Kurdên hinek peyvên Kurdaxiyan nizanin, mifa ji wê ferhengokê bidîtana… Dîsa jî tunebûna wê bihayê pirtûkê danaxîne.
Ez bo hêja Elî Ceferê çalak û xudan berhemên serkeftî dibêjim: Herbijî… Malava… û bo Kurdîhezan ez dibêjim: Pêwîste ev pirtûk bite hembêzkirin û xwendin, ji ber du egeran:
* Ji bona paristina zimanê Kurdî û ji bo bêtir têgihîṣtina wêjevaniya gelêrî ya neteweya Kurd.
* Tohmas Boa, ku me wergerandina Erebî ya pirtûka wî ( Nînika ruhê kurdî ) gihandiye rûpelên dawîn, û di kovara Internetî, Pênûsa Nû de, têye belavkirin, dibêje: Folklora Kurdî nînika ruhê Kurdan e, ewê dixwaze Kurdan binase, divê li folklora wan, li wêjeya wan a devkî vegere. ,,
Hêja Elî Cefer jî di warê vejandina ruhê kurdî de gavin gelek berbiçav di berhemên xwe de davêje.
Hûn tev bimînin di xêra Xwedê de
————————————————–
Bi Kurdî: Ewê nameyekê an tiṣtekî ji cihekî dibe cihekî Birîd e, ji peyva birinê hatiye, Ereban kiriye Berîd wekî Mirîd kirine Murîd. Mirîd jî ew peyrewê, ku di destê ṣeyxê xwe de wekî mirî dibe, çi pê bike bila bike, êdî ew miriye ango: Mirîd e.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Serexoşî bi boneya koçkirina medyakara Kurd Lanaz Kurdo
Di du rojan de, me du medyakarên hêja ji dest dan, doh Helkewt Ezîz, û îro Lanaz Kurdo, em wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye bi dilekî pir bi xem û kovan serexoşiyê pêşkêşî malbata Xwedê jê xweş Lanaz dikin, herweha…

Rojnameya Azadiya Me (Azadîya Me) derdikeve holê di kêliyekê de ku bêdengî nema tê ragirtin, û di serdemekê de ku maskeyên civakî û siyasî zêde dibin û qadên rastiyê her ku diçe tengtir dibin. Ev rojname ne tenê bûyereke medyayî ya asayî ye, lê belavokek helwestê ye, destpêkek rêbazê ye, û…

Rabhan Ramadan

Şahidiyeke belgeyî ji girtiyekî berê ku kiryarên rejîma hilweşiyayî li dijî Kurdan bi hemû pêkhateyên wan ên siyasî, hunerî û wêjeyî tekez dike. Ev pirtûk ji aliyê mamoste Simko Omer Le’lî ve hatiye nivîsandin û di pirtûka xwe ya bi navê “Rojnivîska girtiyekî li ser navê lêkolînê” de kom…

Ebdilmecît Şêxo

Rûxwaş û Siyamend ji gundekî Çiyayê Kurmênc in,ez naxwazim navê gundê wan aşkere bikim,Siyamend bejindirêj e,lê Rûxwaş bi dirêjahiya Mitir û nêvekê ye,ew ji pênç salan de bûne bûk û zava,du kurên wan hene;Leheng çar salî ye,Xwaşnav du salî ye.

Lê hîn ji berê de herdem Siyamend bi diya…