Me got lê guh nedanê..!

lazgîn
dêrûnî
 
Piştî
şoreşa Sûrî dest pêkir ez bawerim ku rewşenbîrên Kurd berî partiyên Kurdî
têgihiştin ku ew derfeta bi dehên sala miletê kurd li Rojavayê Kurdistanê
çawerwanî wê bû va ye hat û welatê Sûrî kete serdemek nû ji kar û xebatê ,  lewra ji tevgera kurdî bi giştî û partiyên
Kurdî bi teybetî hat xwestin û pêwîst bû 
xwe biguhêrin û ji wî warê kilasîkî yê kevin derkevin û dest bi şêweyekî
nû ji kar û xebatê bikin li gorî dem û vê derfeta zêrîn.
Ji bo vê yekê rewşenbîrên Kurd bilez bi erkên xwe rabûn him bi çalakiyên xwe û him bi pênûsên xwe ,bi hezaran Gotar , helbest , semînar nivîsîn û li ser rûplên malperan belavkirin ,ji bilî ragihandinên bi Televizyonan re û gelek rêxitin ava kirin ,tev ji bo avakirina mala Kurdî û yekîtiya tevgera Kurdî , li ser bingiheke kurdewarî û mafên gelê Kurd .ji xwe ramana avakirina lêvegereke Kurdî ya rewşenbîrên kurd bû û ji wan destpêkir lê partiyên kurdî li wan zîvirîn û ew piroje kirin pirojeyek partîtî û ENKS ji wê derket ,herkes vî tiştî dizane ,lê ji ber kû ew piroje ne wek di hat xwestin ava bû , ji lewra tu encam neda û hat parçekirin.
Ji ber ku ez naxwazim dirêjkim tenê ez dixwazim vê pirsê ji partiyên kudî bikim lê bera bi wijdan persivê bidin :
Gelo rewşenbîrên kurd yên ku we rika xwe daye wan bi şev û roj , wan dest û pê yên we li ser hev danîne û girêdane ji bo win nebin yek ????!!!!
Gelo kengî we guh daye rewşenbîran û we bi a wan kiriye????!!!!
Gelo we xwe kiriye berpirsyar û nûner di ber gelê kurd de yan rewşenbîran????!!!!
Em hêvîdikin ku win têkçûna xwe ne avêjin ser milên rewşenbîran ji ber ku rewşenbîr ye gelê xwe ye ne yê weye.
 
Siwîsra 5.1.2017   .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...