Nerîneke rexneyî derbarê romana «Hefteyeke dirêj li Amedê» a Fewaz Husên.

Êvara roja 18/12/2016an li bîroya Kurdî li
Brûkselê semînara nivîkar û helbestvan Hoşeng Osê hebû. Semînar xwendineke rexneyî
derbarê romana “Hefteyeke dirêj li Amedê” a romanivîs û wergêr Kurd
Fewaz Husên bû.
Di destpêkê de Osê, xwediyê romanê bi beşdaran
ve da nasîn û got: Fewaz Husên di sala 1953ê de li gundê “Kurdo” yê
girêdayî bajarê Amûdê ye, hatiye jiyanê.  ji sala 1978an ta 1992an li
Parîsê maye û ji sala 1992an ta 2000î li Stokholmê mayê û piştre
vergeriyaye Parîsê.
Di sala 1988an xwendina xwe a bilind li zankoya “Sorbonn”ê qedandiye. bi zimanê Kurdî û Ferensî dinivîsîne. Gelek berheman bi Kurdî nivîsandiye, ji wan; “Siwarên Êşê” (1994), “Amîdebad” kurteçîrok (2001), “Parîsebad” roman (2010), “Barê şevê” roman (2012), “piçek jiyan, qetek esman” (2014). Herwiha gelek pirtûk jî ji Ferensî wegerandiye Kurdî, ji wan; “Biyanî” romana romanivîsê Ferensî yê navdar Albert Camus, (2012).
Osê axaftina xwe berdewam kir: romana “Hefteyeke dirêj li Amedê” ji 173ê rûpelan pêk tê û ji weşanên “AVESTA” li Stenbolê sala 2015an hatye çapkirin.
Piştre Hoşeng Osê bi kurtî li çîroka romanê rawestiya û vegot ku çîroka kesek bi navê Ferzend e, ev 25 sal in ji Amûdê koçkiriye û li Parîsê dimîne, piştî şoreşên cemawerî yên rojhilata navîn çêdibin, Ferzend dixwaze veger welêt û ji pişt sînorê Turkiyê ku Kurdistanê kiriye 4 perçe, dixwaze li çira û lempeyên Amûdê temaşe bike û “çi dibe bele bibe”.
Dighêje Amedê û bajêr di wê rewşa kambax de ji aliyê aborî, siyasî û bi taybet rewşa nîvkuştî a ziman Kurdî dibîne. Di pêvajoya rêwîtiya Ferzend  de gelek tiştên balkêş û verciniqandinê pêrgî wî tên, lewma barê êş û janên wî dubare û sêbare dibin.
Osê piştî bi kurtî û hûrbînî jî romana 173ê rûpelî di nîv katjimêrê de vegot, berê xwe da nirxanidina rexneyî derbarê vê têkstê û got ku ev roman ji girîngtirîn romanên bi Kurdî ku di van  10 salên dawî de derketine, eger ku ne romana herî girîng be. Ne tenê ji ber hostaya nivîkarê wê, û ne tenê  ji aliyê asta wê a wêjeyî a bilind lê ji ber wêrekiya ber bi çav û  berz ku di romanê heye. Ev roman van 30 salên dawî yên dîroka Kurdan li “serxet” û “binxetê” dinirxîne û bi tundeî rexne dike. lewma mirov dikar bêje ku romana “Hefteke dirêj li Amedê” helwesteke wêjeî rexeneyiye li rewşa şer û encamên şerê di navbera PKKê û dewleta Turk de ye. Ev roman hemû aliyên şer rexne dike û êş û janên civan û mirov û xweza dide pêş.
Osê gotİ; Fewaz Husên di vê hewldanê de serketiye û kevireke mezin avêtiye golê û gelek pirsên wêrk yên civakê, ne bi şêweyeke siyasî lê bi metod û rêbaz û şêweyê hinera wêjeyê livandiye. Osê dawî li axaftina xwe anî û got; ta nuha, dibe ku piştî Kamîran Bedirxanê bi Ferensî helebst dinivîsand, Fewaz Husên girîngtirîn nivîskar û romanvîsê Kurd derdikeve pêş.
Piştre derî li pêşiya beşdaran  vebû da ku pirs û nerînên xwe bêjin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…