D. Mehmûd Abas : Şoreş Bidawî Nebûye, Gelek Riyên Dijwar Li Pêşiya Me Mane

Hevpeyvîn: Macid Mihemed
 
Piştî komelkujiyên tirsnak yên der heqê sivîlan li Sûriyê bi giştî û li Helebê bi taybetî, yên ji hêla Rêjîmê û milşyayên wê û balafirên Rûsiya pêk hatin, Heleb pir nêzîkî ketina bi temamî di bin destê Rêjîmê de ye, û bê guman derketina Helebê ji nav deverên şoreşê, serkeftinek derûnî ya mezin e ji Nîronê Sûriyê re, ji ber ku Heleb duyem bajarê mezin ê Sûriyê û paytexta wê ya aborî ye.
Û her weha derbarê rewşa şoreşê û tiracîdiya mezin ya ku gelê Sûrî tê de dijî.  me ev dîdara taybet bi şirovekarê siyasî  D. Mehmûd Abas re, yê ku niha nişteciyê Amerîka ye, pêk anî.
Dema we Beşar şiband bi qeralê Romanî Nîron, wêneya Beşar xwînrêjtir û hovanetir diyar bû, ji ber Nîron xwe pesindar nedidît bi tawanan wek Esed, gelo Beşar ev qas çanda xwînrêjiyê ji ku aniye?
Tevlî kevinbûna Nîron û dûrbûna demê di nav herdûyan de, û pêşketina mirovahiyê û gihiştina qunaxên pir bilind ji şaridtaniyê, lê Beşar û bavê xwe karîbûn Nîron li paş xwe bihêlin di tawankariyê de, ji ber çanda Beşar ya xwînrêjiyê ji exlaqên partiyeke nijadperest ya tekrew hatiye, û di devereke kirêt de ji aliyê siyasî û civakî û ramangîrî de xwedî bûye, ew civaka tê de jiyaye mişt kîn û berberî û tewankarî bû, û ew heman civaka bavê wî û kesên derdorên wan ya hovane ye.
 
Di sîmînara te de li nivîsgeha Zankoya Rojava li Hustin, te ji cemawerekî ji şervanên dêrîn yên malneşîn ên Amerîkî re got ku çaktirîn rê ji bo nehêlana dijîtiya li herêma me bi destêwerdana derve ye, lê tiştê cihê dilnearamiyê ye ku tenê têwerdan niha ji hêla Rûsiya ve ye, ma tu nabîne ku hebûna Rûsiya û nebûna aliyên din wê bobelatî be li deverê?  
Piştî şoreşa Sûriyê bû dijberiyeke çekbarî, me pêşbîn kir ku wê Sûriya ber bi bobelatan de here, û me didît ku çareya çak ew e ku destêwerdanek ji dewleteke zilhêz çêbibe da rewşê yekalî bike, wê destêwerdanê wê sînorek ji desthilata Beşar Esed û rikberiya çekdar re danîba, û wê alîkar ba ji xortên şoreşger re da xwe bi rêxistin bikin, mixabin ew tişt nebû, û rewş ber bi aliyê zalbûna Rûsan ve çû, û bê guman ku berdewamiya nebûna Amerîka li herêmê , wê Sûriya û belkî parekî mezin ji deverê, ber bi bobelatan ve biçe, di bin desthilata du rêjîmên diktator de , baweriya wan bi çek û komelkujiyan wek çaktirîn çareserî tê.
 
Di gotara te ya bi navnîşana ( Sûriya di bin desthilata Rûsan de ye), te gotiye ku Rûsiya serkeftiya tekane ye li Sûriyê, û gelê sûrî zerermendê mezin e, û ne rêjîm kare ji sizakirinê bazbide, û nejî opozisyon kare xwe ji ber tawanê bide alî, te ev nerîn li ser çi ava kiriye?
NATO regihand ku piştî Rûsiya mûşekên S400 anîne, destêwerdana Sûriyê dijwar e, û paşre Rûsiya ti rikeber ji xwe re nedît, û dest bi çesipandina xwe kir bi pêkanîna tawanên li pey hev dijî gelê Sûriyê, bi wêrankirina bajaran. Lê serborên dîrokê tekez dikin ku wê Şoreş vegere çendî dem dirêj jî bibe, û bê guman wê gelê Sûriyê karibe hêzeke xwe çêke û bihêle dewletên zilhêz Beşar û desthilata wî ya stemkar dadgeh bikin, û wê rêxistinên olî yên tundrew û keysebazên ku rola wan di wan komelkujiyan de hebûn bên sizakirin.
 
Tevî hemî aliyan hêviyên xwe bi Cinêvê ve girêdidan, ji bo dîtina çareseriyekê ji derdeseriya gelê Sûrî re, ji ber ku Cinêv bajarê kongirên aştyê ye, û navenda Benda Navdewletî ye, û Dadgeha Herdemî Ya Daddariya Cihanî lê ye, çima te ne wek her hesî navê “La´neta Cinêv” lê kir?
Piraniya kongirên Cinêvê ji bo dirêjîpêdana dijayetiyê bûn, kuştin û wêranî ranewestandin, lê berovajî, bermîlên mirinê pirtir kirin, gelo ma ev ne “la´net”e ?
 
Samantha Bowers, dibîne ku Esed berpirsyare di ber bombebaran ku li Helebê û deverên dîtir ji Sûriyê dibe, û gelek dewletên Oropayê û bidehan ji dewletên Rojhilatî dîtin ku Esed tawankarê cengê û stemkar e, gelo ti mîkanîzim li rex Netewên Yekbûyî û Encumana Ewlekariyê tune ne ji bo gemkirina stemkaran?
Eger Samantha Bowers û kesên pêre hêzekî xwedî bandor bana ji bo rawestandina Rûsiya, beşar Esed nedibû tawanbar, û wê bihata bidûrxistin ji destpêka şoraşa Sûrî de, lê mixabin, ji aliyê yasayî ve, Vîtoyên Rûsiya û Çînê Karin her biryara tewanbarkirina Beşar wek tawankarê cengê Rawestînin, û nahêlin bê dadgehkirin jî.
 
Di nerîna te de, ev civandina şervanan di Idlibê de, di riya lihevkirinên navdewletî re, hewildan in ji bo bidawîkirina Şoreşê? An jî destpêkek e ji bo qonaxeke nû ji dijatiyên demdirêj re, çi dijwarî di riya Oposisyona Sûrî de di demên bên de hene?
Komkirina wan li idlibê , nîşana bidawîhatina Opozisyonê ye, û bêguman ewê qonaxeke nû destpê bikin, û mixabin opozisyona li ser hev nemaye ta dijwariyên nû li pêşiya wê hebin, lê tevlî weha jî , şoreş bidawî nebûye, û astengiyên mezin li pêşiya wê hene, tevlî ku şoreş ji meydanê derxistin dema Şoreşa Sûrî ya aştyane bû dijîtiyeke çekdarî û ket destê hêzên Islamî yên tundrew de.
 
Di çend gotarên xwe de, te nebaweriya xwe bi rastgoya vekolînerê Sûrî Cemal Barût diyar kir, û wek tê zanîn ku Îraq û Sûriya herdû di bin desthilata partiya Be´is de bûn, gelo çima li Îraqê hin nivîskarên xwedî wicdan derketin wek Şakir Xesbak, Hadî Alalewî, Abdulhisên Şa´iban û Munzur Fedil, lê li Sûriyê me kes nedît ku bighê asta wan ji aliyê rastgoyî û wijdan û mafnasiyê de?
Gelek sedem hene , yek ji wan ku şoreşa Kurdî li Kurdistana Îraqê ji destpêka sedsala bûrî ve, bibû hembêzgeha piraniya partiyên Siyasî û opozisyona Îraqê, û tevlî beşekî mezin ji tevgera rewşenbîrî ya Îraqî, ev henbêzgeh li Sûriyê tune bû, û tevgera Kurdî li Sûriyê lawaz bû û nikarîbû bandora xwe li tevgera rewşenbîrî ya Sûrî bike, tevlî wî beşê ku bi navê ramanên şoreşgerî jî diaxivîn, lê tevlî weha jî hin kesayetiyên rewşenbîrî yên Sûrî derketin û pişta kêşa Kurdî li Sûriyê girtin, lê mixabin dengê wan negiha asta ku di ragihandinê de belav bibe, wek ku li Îraqê çêbû, û yên wek MIhemed Cemal Marût li Îraqê û gelek welatên din ên Ereban hene, û ew beşek ji nijadperest û keysebazên Erebî ne, û ziyanê digihînin netewa erebî bi xwe jî, wek Marût ê me behsa wî kir, û hin ji wan di Navenda Istiratîciyên Erebî li Qeterê kar dikin, ji bo pereyan, hin ji wan ji hembêza Be´isa sûrî çûne Qeter a Îslamî ya piştgir ji ramanên nijadperestiya Erebî û Isalama tundrew re.
 
Tu wek kesekî bawernameya xwe ya Profosoriyê li Mosko standiye, gelo tu dibîne ku piştgiriya rûsan ji Esed re tektîkek bû, û tenê armanca wan qezenca abûrî ye, û derfet hebû ku Rûs dest ji Esed berdin eger Opozisyona Sûriyê karîba garantiyên rastî bidana Moskoyê?
Ez ne bawerim ku ew tektîk û bercewendiyên aborî tenê ne, Rûsiya dixwaze tiştên ku Yekîtiya Sovyêt li Rojhilatê ji dest dane vegerîne, û Potîn dixwaze xewna Qeyseran di Ava Germ de bicî bîne, tevlî ku berê istiratîciya wan ne wek niha bû, û ez dixwazim bêjim ku ti garantî di destê Opozisyona Sûrî de tune bûn ku ji Rûsiya re pêşkêş bike, nemaze ku ew di vê asta ramanî ya Islamî ya radîkal de ne, ya ku li cîhanê tevî redkirî ye, û bi taybetî ji Rûsiya.
 
Te xwendina xwe ya bilind li Rûsiya kiriye, û tu niha li Amerîkayê dijî, di nerîna te de, gelo bi rastî herdû polên cîhanê dijî hev in derbarê kêşeyên cîhanê, yan jî pevguhertina ciyan heye di nav wan de, û ev kêşan û vekêşan ya di alavên ragihandinê de, corek ji dirama  ye, ji bo helwest û nakokiyên siyasî diyar bikin di meydana danûstandinên diplomasî de.
Em Karin navê milmilaneya ji bo bercewendiyan lê bikin, û ne ji pevçûna du aliyan wek berê di Şerê Sar de dihat gotin, ku dixwest edyolojiya xwe ya “ Komonîstî û Impiryalîstiyê” di ragihandinê de belav bikin, û piştî ruxandina Yekîtiya Sovyêt û ketina desthilatê di destê Potîn de, istiratîciyeke nû hat holê di nav Rûsiya ji alîkî de, û Amerîka û Oropa ji aliyê dî ve, û sebaret siyaseta Amerîka, her kes zane ku bercewendiyên Aborî herûher bandora wan ya mezin lê heye, û tiştê pêşinde û giring li rex Rûsiya vegerandina zalbûna Yekîtiya Sovyêt di warê aborî û Siyasî û leşkerî de ye, û tevlî her tiştî nakokiyên wan tenê dimînin di meydana danûstandin û dîplomasiyê de.
Sebaretî rewşa kurdî, gelo wê tevgera siyasî çawa karibe li gor vê qonaxa dijwar ya ku dever têre derbas dibe be, û beşê din ji pirsê, gelo tu nabîne ku ew rewşenbîrê kurd yê ku şûrê xwe di ser tevgera siyasî re dihejîne , ji aliyê kartêkerî û piratîkê de hîna ew ji wê tevgerê li paştir e?
Gerek tevgera kurdî ji bin zalî û kontrola hêzên iqlîmî derkeve,  Ji bo armancên xwe yên netewî pêk bîne,  ev nayê wê wateyê ku têkiliyên istiratîcîk û tektîkî bi wan re nehêle, û ji bo serketina vê gavê, pêwîstî bi danûstandineke Kurdî-Kurdî ya berdewam heye, û tevgera rewşenbîrî ta vê gave , wêneyeke ji rewşa siyasî re, tevlî çêbûna yekîtî û rêxistinên rewşenbîrî jî,  wan nikarî ye ji bin bandora siyasetê derkevin, ji lewra karê wan ji yê partiyan qelstir e, û hîn jî nikarin pêşengiya hişyarkirin û pêşxistinê bikin, û di vê mijarê de ez dixwazim bêjim ku rexneyên tûj û êrîşkirina ser partiyan, nakeve warê hişyarkirin û şîretkarî û rastkirina rê de,  û bi vî şêweyî nikare bide pêşiya tevgera siyasî yan jî bibe rêber ji civakê re.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…