Komkujiya sînema Amûdê

Mehfûzê mele silêman
 
Hêstir Wê herdem bi barin
Kezeb û dil wê bi arin
Ta ku em bi kar û barin
Heya hiş û bext şiyarin
 Deng û dîmen tim zindîne
Pêt jî wek dûmanê dîne
Kurd jê re xizm û xwedîne
Çi bajarî.. çi gundîne
 
Were mîjoyê bixwîne
Were rewşa me bibîne
Jiyana me tim bi xwîne
Karê me şîn û girîne
 
Duşemb e, lê reş û sare
Sêzdeh e  ji kewberdare
Ne sibeh e ..ne êvar e
Kul û derd e hem azar e
 
Amûdî  dikin hawara
Agir girtiye dîwara
Law şewitîn bê hejmara
Ji hemî malbat û tara
 
Zarok dikin zîr û wîra
Dê jî didin qîj û qîra
Çare nake ava bîra
Ne şîretê jîr û pîra
 
Pirsyar bi gef û zorê
Şagirt hemî xistin dorê
Berê wan dan nava gorê
Bûn qurbanê bext û torê
 
Piştî  firyad a pir bi coş
Amûdî  bûne  siyahpoş
Bo Cezayir a bê qidoş
Ya tim neyar û kurdfiroş
 
Mihemed  xas ê deqorî
Bi camêrî bû cangorî
Giha asta herî jorî
Ew bûwe lavij û lorî
 
Dîrok e, lê pir xemgîn e
Her sal nûjan û birîn e
Rojek bi şîn û girîn e
Nîşan e, lê qehr û xwîn e
 
Tu carî naçin ji bîra
Pakrewanên wek xetîra
Didin çîk û tîşk û tîra
Rê vedikin li ber kwîra
 
Bê rapirsîn ma.. bobelat
Bê siza ma.. ew deshilat
Qerebo  jî ma bê awat
Bûn qelenê doza welat
 
Ma ye peyker ê sînem ê
Bû we zingil ê her dem ê
Nîşan a bûyer û xem ê
Ya komkujiya sînem ê
—————————
Qamişlo – 15.11.2016

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Ez bi tenê rawestiyame,

Çemek ji ramanan,

Wêneyên ji sîberê di nav tevnê de,

Vedeng bêhingivtin.

Deng bi çirpekî xwe dişêlînin,

Henaseyek ji nostaljiyê,

Ronahîyek dişkê,

Xeyalên hilweşiyayî.

Bazin dizivirin,

lîstika demê,

dilopek dibare,

deng belav dibin.

Ta…

بێوارحسێن زێباری، هه‌ولێر

ئه‌گه‌ر ئه‌م ل سه‌ر ناسنامه‌ و گه‌لێ كورد ڕاوه‌ستین، دێ ئێكسه‌ر هزر و بیرێن مه‌ دێ بۆ وان شۆڕه‌ش و سه‌رهه‌ڵدانێن گه‌لێ كورد چن ئه‌وێن وان ئه‌نجام دایێ د قویناغێن جۆدا جۆدا دا بووینه‌ مایه‌ی ده‌ستكه‌فتن و ئه‌گه‌رێن هندێ كو كورد ببن خودان بڕیار و ده‌ستكه‌فێن زێده‌تر و…

Tengezar Marînî
Mirov hene, dema tûşî nexweşiyekê dibin,
pir kes û mirov bi wan diêşin, sedem jî ev in: an di nav civakê û di qada pê ve mijûl bi xeml û rewş dikin, an jî xwedan temen hindik û pichûk in û mirov dua dike, ku xwedê wan bi selamet bike. Mizgîn xweda evan herdû xesletan…

Konê Reş

Dr. Ehmed Nafiz Beg, yek bû ji wan têkoşer û welatparêzên kurd yên ku navê wan tucarî nayê jibîrkirin, bi taybetî di nav kurdên Cizîrê de. Ji ber ku ew ji yên pêşîn bû di warê dermankirina xelkê Cizîrê de.

Ew kurê welatparêzê kurd (Yusif Begê…