Kurd ji ku hatin (7)

Zahra
Ramadan

MED (BZ715-550)
Serdema Medan nasnameya kurdî teşe girtiye û kurdan di vê serdemê de gelbûna
xwe pêk aniye. 
BZ di 715ê de êl û eşîrên Medî ba hev û riya serkeftin di konfederasyona eşîran
Medî li hev kom dike û dewleta xwe ava dike. 
Paytexta vê dewletê Ekbatana nêzî Hemedana Îrane ya îro ye .Ev paytext bi heft
surên heftrengî hatibû pênçan.
BZ di Sala 615 ê de dawî li serdestiya Urartuyan tînin û wan digirine bin destê xwe. 
BZ di Sala 612 ê de dewleta zordest a Asûrî ku 500 salan zilm û talan êli ser gel welatên derdorê dikin, têk dibin û Nînowayê tarumar dikin . Êdî Asûrî careke din di dîrokê de bi xwe ve nayên. 
Îparatoriya Medî rojhilat ji çiyayên Gilîdaxê , heta robarê heta robarê Belh û derya Hezarê, başûr jî ji çiyayên Zagrosan heta tengava Hûrmizê , rojava jî ji deşta Suriye heta peravên Deryaspî heta sînorên Fenîke, Felîstîn û Misrê , rojava jî heta peravên Egeyê heta Qizilirmaxê zeft dike.
Di Sala 585ê de 5 salan bi Lidyayiyan re şer dikin û başê Qizilirmaxê wek sînor kebûl dikin. Ji bo nayindebûna aştiyê Aryonesa jeça Qralê Lidyayê Alyottesî didine Astiyagê kurê qralê Medan Keyakserî. 
Dîrokzanê Yewnanî Heodot wiha behsa karekterê Medan dike, “Gelek dibe ku gelekî dî bi rê ve bibe lê Medî hemûyan bi rêve dibîn ”  . Medan BZ di salên 700î de Zerdûştî qebûl kiriye. Zanyarên ayînî yên Medan Magî wekî Qasidên alemê berpenî di qesra Medan de peywir dikirin. Xwedayên Medan ên tên zanîn : Ahura- Mazda, Mîtra, AnahTa ,Tishatrya, Verehrgrna , Rapîthwin, Vayu ne .
Medan di warê karhênan metalî de bi taybetî di warê zêr û zîvî de gelekî deng vedaye. Keleha Elbetan ku di Serdema Diyarkos de li girekî hatiye çêkirin û ji heft surên di nav hev re hatiye avakirin, wekî şahesereke hûnerê ye. BZ di Sala 550 ê de bi derbeyeke navxweyî Krûsê Parsî dawî li qraliya Medan tîne û deshiatî dikive destê xanedana Pers  Axtemîndeyê. 
Derbarê vê bêbextiya nav serayê Heredotê  dîroknas wiha dibêje :”Astiyag wiha dibije Harpagosayî, ji nav mirovan tu kesê herî ehmeq î û kesê herî nehmaq î , lew madem te dil hebû vî karî bikî tu dikrê tacî deynê ser serê xwe. Meger ji bilî xwe île te dixwst serkêşiya bidî kesekî di, li şûna yekî Parsiya çetir bû yekî Mediya yî bûya . Lê berevajiyê bi vê kiryera te Mediyên ku çê sucê wan di vî karî de nîne dê bibine kole û Persiyên koleyên duh ên Mediya yan bûne serkêşên wan. 
Krûsê Pers( Akamenth)bi Med fermandarê artêşê Arpagosê Medî re li hev tê û desthilatê hildiweşînin û hukim dikeve destê Parsiyan . Krûs bi aliyê dayê vê neviyê qralê Medî Astiyag bû .
Her çend rêveberî dest diguhere jî împaratorî weke ya Med Pers tê birêvebirin. BZ di Sala 529ê de di pêşengiya Magên Medî li dijî Persan serhildan bi ser nakevin . Piştî vê pêvajoya Kurd li çiyayên xwe bi awayekî xweser bi navên cihê jiyana xwe didomînin.
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Ji bo em bikaribin pirsan biafirînin, pêdiviye em hişmendiya xwe têxin bin barê lixwevegeranê.

Vê carê bi felsefa civakî re û yek ji wan profesorên Fîlosof ên jin (Hanah Arendt

Teoriyên felsfa Civakî yên Hannah Arendt

Hannah Arendt (1906-1975) teorîzan û fîlozofeke siyasî ya bibandor…

EBDILBAQȊ ELȊ

Avdareke nȗ ȗ rewșȇn dijwar

Dem dibûre û sal li pey salȇ tȇn, sal nȗ dibin, temenê mirov jî bi xwe re kintir û kevintir dike, lȇ mirov tu carȋ ranaweste, hêvî, omȋd û dilxwazî di dil de her dimînin ȗ her ȗ her nȗjen, zindî û…

Narîn Omer

Bi çavên min te nabînin
bi lêvên min te naxwînin
Di dermafên te şaşyar in
xwe yekcarê dixapînin

Nikarim bê te jîndarbim
tenê rûnim tenê rabim
Tuyî mayîn tu jîna min
ji ber mana te vîndar bim

Li gor dana te bêzar im
li ber pesnên te bêzar im
Ziman û ev qelem jar bûn
li şûna…

Rêber Hebûn

Dîwana Sîmirbazî bi şêweyekî zanyarî û wêjeyî hatiye nivîsandin ji aliyê helbestvana Kurdistanî Kubar Hawar.

Ev pirtûka wê ya dûyem e ji weşanên Şilêr e, pirtûk ji 130 rûpelî pêktê, bêgûman ku ev mijar dewlemend e bi raman û şîrovekirinê ji pêşî bi nîşana Sîmirbaz ve destpê…