Xwendin Kaniya Zanînê Ya Yekem e

Vejîna Kurd
  
Çiqasî mejiyê mirov
têkildarî jiyana pêşketinan bibe, ewqasî ew fireh û dewlemend dibe û nexşeya
bikaranîna mejî rengîn dibe,  û daku
asoyên têgihîştinê fireh bibin, xwendin pêdiviyeke giring e. mirovê ku li
xwendinê miqate be, dikare bi hêsanî raman û nerînên durust di hemû mijar û
sirên jiyanê de pêşkêş bike û bersiva demê jî bide, dikare têkiliyan bi endamên
civaka xwe û yên biyanî re li ser bingeheke durust û xurt deyne, pirsgirêkan
çareser bike,  bazaran bike, û axaftinên
xwe bi zanîn û zanistê bixemilîne, ango ew girtî namîne û ji aloziyên jiyana
teng rizgar dibe, çanda miletê xwe û ya hemû miletan û şaristaniya gelan
nasdike û sûdê jê werdigire, û herweha dîwarên nezanînê di jiyana xwe de
hildiweşîne.
Ji bilî wê jî em dikarin bêjin ku dema mirov bi xwendinê mijûl dibe, dilê wî vedihese û giranbûna demê hinekî sivik dibe.
Lê pir cihê mixabiniyê ye ku, di vê serdemê, hejmareke mezin ji keç û xortên me dev ji xwendinê berdana, pir tiştên normal nebihîstine û şaşîtiyan di bilêvkirina bêjeyan û nivîsandinê de dikin, agahiyan di derbara  mijarekê yan pirtûkekê yan….hwd nizanin, ango ew ji çand û reşenbîriyê dûr in. Ma gelo çima ev nifşê nû giringiyê nade xwendinê û roj bi roj rêjeya xwendevanên pirkûkan di civakê de kêmtir dibe?!!
Hin zanyar dibêjin ku pirsgirêkên jiyanê û mijûlbûna xelkê bi jiyana aborî sedema sereke ye, hin jî dibêjin ku sedem alavên ragihandinê yên nûjen ji radyo, televizyon û internêt  e, ji ber ku ew alav nûçe û agahiyan li ber destên mirov, bê westandin, datînin, û herweha rola pirtûkan kêmtir dibe.
Hin jî dibînin ku  ew kêmasiya malbat û dibistanê, di çandina tovên hezkirina xwendinê û pirtûkan di dilê mirov de, ji dema zaroktiyê ve ye, zarok mezin dibe bê ku giringiya xwendinê bizanibe..
 Sed mixabin, pir kes hene, piştî ku ji zanîngehan der diçin, pirtûkan davêjin û her tiştekî pêve girêdayî ji bîr dikin, tu dibêjî qey xewndin barek mezin bû li ser milên wan û niha ew jê xelas bûn!! Ev rûdawa jî pirsgirêkeke çandî mezin derdixe holê.  
Em ji bîr nekin ku buhabûna nirxê pirtûkan û rewşa aborî ya xirab a milet jî sedemeke berçav e.
Pirtûk kaniya zanînê ya yekem e, û divê her mirovek ji ava wê ya zelal vexe, ma gelo emê çawa vê çandê di hişê vî nifşî de biçînin?!!!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bi rêz û hurmet bo gelê me yê hêja,

û bo hemû endamên civaka me li welat û li derveyî welat,

Ji ber berpirsiyariya civakî û bi armanca parastina nirxên mirovî û adetên kevneşopî yên ku civaka me li ser wan ava bûye, malbatên gundên…

Alan Hemo

Vê carê jî nebû

gelek caran li bende bû

Mûmek li tarîtiya korekî vêketî

boş, her boş

Tayê dû li teşiya demê dirêse

Nêçîra bêberik û daf

sebr û sawêr di bêrîka qul de

Talankirî li wê bazarê

Bermahiyên hestan pişk e

<p...

Emel Hasen

Piştî ku ez mirim,
Qed li min negerin.
Li ser min ne lorînin û nekin gerî.
Li dera ku ez lê mirim,
Min lê veşêrin.

Eger hûn dikarin,
Ala rengîn li ber kêla min hilden،
Xemîl û rêgên buharê, û germahiya tavê
Ji tîrêjên adarê
Berz û bilind raxin li ser senga min،

Da ez dibim…

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…