Nameyek ji Silêman Azer re

Şepal Hêvo
 
Zarokên ku di nivîsên me
de pêrgî hev tên ew tovên êşê ne, min û te bi yek dilî ew xewn hembêz
kirin.Dergehê mala we dergehê mala min 
bû,û hîn jî ew dergeh di buhurên bîranên min de vekirî weke dilê te dimîne.Tê
gotin ku bi tenê Evîndar nameyan ji hev re dinivîsînin, lê ez ê li vir hemî
baweriyan derbas bikim, ez ê te di xaçerêkên vê nivîsê de bilêv bikim.
Wa Silo? Welatê ku
nikaribe min û te hembêz bike ew welat bi me nakeve.Balgihê ku têra xewna min û
te neke bêguman em ê timî di taya veciniqandinê de bimînin. Ez û tu bi behaneya
nivîsandinê li hev terpilîn, nivîsandina tiştên xweşik,yên nazik, yên bedew.. û
em ê di ritima vê bablîsokê de gellek kêferatan jî bidoşin.
 Wa Silo? Di refikên  pirtûkxaneyan de  mil bi mil pirtûkên me govenda Helbestê dihejînin. Tu dibînî? Çendîn tabloya min û te berfireh e, bêsînor e dikele û ji kelçûna wê gellek dîmenên germ difûrin. Tu dibînî? Em  bêtir nêzîkî hev dibin, nêzîkî pêsîra mebestê dibin.
Wa Silo? Zarok ji şîr vedibe, lê nivîsandina nameya te ji mêtina rastiyê venabe. Gelo em ê delaliyê xwe li kê bikin? Hevaltî dayika duyemîn e  û ez û tu  zarokên wê ne, çendîn simbêlên me boq bibin jî em ê zarokên wê yên delalî bimînin.Hevaltiya min û te westanê nas nake dibeze, pîr dibe lê namire.
Wa Silo? Bila ev nivîs bibe Tikeya  evîndaran ,bibe rawestgeha penaberan û hemî perîşanên mîna  min û te, yên ku her şev mistek girî li şopa xwe dihêlin. Tu dibînî? Tu dibhîzî? Malneketo em ji çavkaniya çend êşan der dibin?
Wa Silo? Cejna hevaltiya min û te pîroz be.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…