Awireke lezgîn li malikeke Cizîrî

 Bavê Zozanê
 
Hate destê me di reqsê û digo bil ji (Melê)
Dest bi kes dî di semaya ku (Mele) tê nadim
 
Bêguman çi mirovê ku bêhna helbestê jê bifûre
wê yekser zanibe ku ev malika jorîn ya şêxê helbesta kurdî (Melayê
Cizîrî) 
ye, ku wek pehlewanekî li hespa bozî helbestê siwar e û vê
malika reben di qada şer de dide ber şûr û nûbaran, wê xwînî û dîl dike. Cizîrî
serê hespa kihêl her bi pêş ve berdaye bê ku li şûn xwe vegere û wek ku dixwaze
hespê diçêrîne.
Nîşanî (dildarê Sitya bisk kesk) li gor dilê xwe peyvên vê malikê dirêse, hinan dide pêş û hinan li paş dihêle, tevlîheviyek nazik dike, xwendevanan an jî guhdêran bê mey serxweş dike, wisa zeviya dilê xanima xwe jî ewqasî pê re hînik dike.
 
Peyvên Melê di vê malikê de mîna tavê biharê ji ber xwe û ji nişka ve guhdêr şil dike, di cî de dihêle ku mirov cil û bergê dawetê li xwe bike û zû, bi xar û lezgînî xwe berde nîvê dîlanê ta destê wa peyvên naz bigre û bi wan re semayê bike.
 
Malik erê bi herdu cemên xwe ve, ser reqsê ye, lê dixuye ku peyvên malikê bi xwe jî agehdarî vê ne, lewma gişan bi destê hev girtine û reqsek bêhempa dikin ta ku xwendiyar jî carna bê hemd radibe û tevlî wan peyv û cem û malikan dibe!
 
Melayê Cizîrî (1570-1640), bêguman xwediyê mihr û ciwaniyê ye, ew bi xwe mîna hosteyê Birca Belek e, helbestê ava dike, ku çilo wî endazyarî ew kevir her yek di cihê wî de daniye bê ku wan bibre, yan jî qet bike, yan jî bişkîne.
 
Melayê me jî xwediyê felsefeya xwedayî (Mela Ehmed kurê Mihemedê Botî yê Cizîrî) gotinên xwe mîna kevirên wî endazyarî, ne dibirîn, ne dişikandin, ne qet dikirin. Dizanîbû wan li kû deyne, lê carna (yarim) jî pêk dianîn di avakirinê de -nîv kevir- mîna peyva () – di dawiya cemê paşîn ji malikê – ku ew bi xwe ji çar tîpan ava dibe (têde) vêce hostetiya Melê, eyn di vir de berz dibe, peyv nîvî jê avêtiye û wate pê re nehatiye şikestin, zêdetir wisa jî sipehî û xweştir kiriye.
 
Gotinên Melê di malikê de normal in, hêsan in, ne ecêb in, mîna (mela, sema, digo, dest, nadim…) lê ecêbûna wan di wê teşiyê de ye, ku wisa Melê, li ber bayê kenê dilberê li deşt û zozanan wan dirêse, lewma malik û cem tevlî mijgulên çavên (Selmayê) bi şêranê bi hev re hatine girêdan.
 
Tiştê balkêş di malikê de, ku Melê her peyveke xwe, dubare kiriye, ducar kiriye, eynê waye di her cemê de, lê cihê wan guhertiye lewma mirov – dîsa dibêjim- bê hemdî xwe pê re direqise..cemê pêşî: dest, reqs, melê û cemê paşî: dest, sema, melê.
 
Ji bo vê jî hêz û giranbûna malikê, ber bi çav dibe, wisa ji mîna bejna (Selwa sihêqed xemilî) herî balkêş dibe.
 
Nadim, ev peyv ji nîvê cemê paşî, Melê kişandiye dawiya cem, ew jî bêguman bo kêş û saziya helbestê bi tevayî wisa kiriye (ma eger ne ji bo şermenda rûyê wê be Afîtabê bi zewalê çi xered.)
 
Dawî em hest dikin ku Cizîrî xwediyê (Ruhniya çavê nebînan..Murşidê meczûb û dînan) helbest di destê xwe de kiriye wek hevrîşimê, binî dibe banî, paş tîne pêş, çep dike rast  ew  serbest e di vî warî de çimkî gotin di derheqê wî de disekinin, mane ew bi xwe bû yê ku pîrê diçû nanê xwe li ser lata wî dipijand! 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...