Kurd ji ku hatin (2)

Zahra
ramadan
 
DI SERDEMA AWIL DE
KURD
GUTÎ (B.Z 2700-2120)
Gutî:Li derdora Gola Urmiyê heta tengava ku dikeve başûrê bi cî bûn.
B.Z di Sala 2600ê de ji aliyê qral KAMASÎ ve hat avakirin û
paytexta wê KERKÛK e.
Gutî cara pêşîn di Serdema Naram Sîn (2196-2160) ê kurê qral Sargon(2276-2221)
de di belgeyan dîrokê de hatine bilêvkirin.
Zimanê Gutiyan Hurîkî ye. Ji xweyekirina gelek eşîrên Hurî pêk hat.
Di perestgehên xwe de agir pêdixist û Xwedayên xwe diperestin.
Nivîsa Mîxî bi kar tanîn. 
Bi awayekî konfedral bû .Qralên wan ji her 3 salan carekê bi hilbijartinê dihatin ser taxtî. Her êl û eşîrên serekê xwe hebû.
Civaka pîremêran danîbû. Gutî B.Z 2236ê de di bin serokatiya qralê LULÛYÎ ANÛBNÎ de dîsa gihîştin hev.
Akadî û Gutî her dem li ser şerî bûn, xwîndarên hev bûn. Qralê Akadî Naram Sîn B.Z di sala 2300ê de Susaya paytexta Elamê ji Gutiyan distîne. Paşê Gutî û Lulû bi ser hev bi ser Akadiyan de diçin û wan dişikînin. Akadî vê şikestinê weke cezakirina xweda MARDÛKÎ bi xwe dizanin. 
Qralê Akadî Şar Kalî Şar weke bavê xwe Naram Sîn Bela xwe ji Gutiyan venekir. Gutiyan B.Z di Sala 2233ê qral Akadî Erudipçirî têk bir û ji dîrokê renî. Welatê Akadî û perçeyek ji Welatê Sumerê girt bin destê xwe. Gutiyan li dora 150 salan hukim li Mezopotamyayê gerand. Demên dawîn Lulûyî, Susa, Kirmaş û Urbelayê paxav bi desthilata navendî a Gutiyan nekir û bi serê xwe tev geriyan. Vê yekê Gutî qels kirin.
Dewleta Urê B.Z di Sala 2120ê Êrîş kire ser Gutiyan û ew şikandin. 
Qralê dawîn ên Gutiyan Tîgran piştî vê şikestê xwe sipartê çiyayê Zagrosan. Sumer, Akad, Babil,Asûr, dewletên koledar bûn. 
Gutî azadîxwaz bûn( civaka komînal / zibarevanî ya gundewarî)temsîl dikirin. Ev şer di navbera du avesazî û zihniyetan de pêk hatin. 
Lulû
Lulûyiyan B.Z di Sala 2800î de di bin serkêşiya ANÛBNÎNÎ de qraltiya xwe damezirand. Li ser navanda Şarzor û Hulvanê ji Silêmanî navrasta Kurdistanê heta Elamê serdestiya xwe gerand. Paytexta wan ZÎMRÎ bû. Peyva Loristan, Lolan, Lûra îro ji Lulûyan mane. Asûran gotiye wan Lulûm. Qralê Akadî Naram Sîn salên 2196ê ya B.Z seferekê tîne ser Lulûyiyan de û bi hevgirtina Lulû û Gutiyan şikestê dixwe. Li ser zinarekî di deriyê Garê û Geverê de behsa vî şerî tê kirin. Li gel qraltiya Urî xwîndar bûne û tim lêk dane. 
Di Serdema III:Urê qral ŞULGÎ êrîşî Lulûyan dike û wan têk dibe.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...