Zimanê bin dest( 2)

Zahra Ramadan

Hûn dibînin ku çawa mirovên kurd bi piranî reviyan ji malên xwe,
koçber bûne ji Welatê xwe, bela bûne li welatên
azad û mirov nas, derfet li heye li zimanê xwe vegerin û bi kevin nav kar û
xebatê ji bo Azadî û serbestiya netew û welatê xwe, lê azadî û serbestî bê
zanîn çi nabê. 
Ev dem bûya wek demsala payîzê, mirovên zaniyar wek pelên payîzê zer,sor, û ziwa dibin û di weşin. Gerek nifşê xort û keçe yên ciwan li welatên
azad hişiyar bibin û zimanê xwe pişve bibin, xwendin û nivîsandin û zanîn a xwe xurt bikin , û hêdî hêdî xwe ji bin êş û belayên nezaniyê derbixin. 
Di baweriya min de gelekî şerma ku mirovên kurd dibijên em kurdin lê nizanin bi zimanê xwe yê şirîn biaxivên û bixînin û binvîsên. 
Şerma ji gelek kurdên ciwan re dibijên ev dem ne dema me ye , ev xem ne xem me ye. 
Çavên xwe vekin û li miletên cîhanê ên pêşketî binêrin, zanibin ku ew bi zanîn ê pêşketin û azad û serfiraz û serbest bûn , û zanibin û bi bawerbin ku Kurd ne kêmî wan miletên pêşketî ne.
De rabin ji niha ve her yek pênûsek û kaxizakî ameda bike , her tiştê we dît û bihîst binvîsin, her hest û daxwaz di dilê we de hebê binvîsin , roj bi roj bûyer û serbihatyên rojane ku bi we re derbas dibin binvîsin. 
Binvîsin bi zimanê xwe yê kurdî, û ji bîr nakin ku hûn kurdin.
Bi xwe bawer bin û serbilind bin û bibin serok û rêberên miletên xwe. 
Bi hêvî me ku hûn ji vê salê û pêva nema bi zimanên dijminin xwe binvîsin yan jî bixwînin , û mafê xwe bi destê xwe ji dijminin ku hûn kirin lehîstok bistînin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…