4000 PENDÊ KURDÎ

 “ 4000
PENDÊ KURDÎ ”
navê
pertûka min ya yekeme,ku min  di sala
1993an de çapkir û belavkir bi navê : Mehfûzê Mele Silêman, bi alîkariya
kovara “ASO”, weynkêşê qapê : hevalê min yê xweşewîst: Dilşd Mele
Omer
.
 Li jêr pêşgotina wê ye:
 
Di bara pêşgotinê de
    Kurda ji mêj de gotiye:
 “kesê zimanê xwe windake ,windaye”
“Miletê
bê ziman,ne tu milete”

Here komele û dezgehên mîrî(fermî) û giştî yan pispor ji bo zimanê kurdî  di niştîmana dagîrkirî û parçekirî de tune ne, belam dîsa ji her kurdekê welatparêz paraztina zimên digel hemî şaxê wî û hemî zaravên wî,û pêşxistina wî tê xwestin, li gorî her demê û her peyaseyê  bi awakî qenc ,rast û paqij, ne çewt ,lews û xwehr, Çimkî ziman bigehekî pîroze û serwere di hebûn û serxwebûna milet de,û di vejîna tore û wêjeya wî de.

    Pend û peyvên pêşiyan jî, beşekî gewre ye (mezine)û giran buha ye ji zimanê kurdî û dîroka kurdî,ji ber ku rewşa gelê kurd di her qûnaxî de û di her çaxî de didinne xwiya kirin,û fêrkirina wî ji dem û jiyanê, ji hemi aliyan ve (çandî,civakî, abûrî, konevanî, zanistî, tenduristî, sincî, …h.d.) bêlî dikin.
    Giş piştî gelek dîtin û serpêhatinan û dûrikan,yan pêkhatî û çêbûyî dinavkesan de,û di pir ciyan de li kurdistanê hatine danîn,û bûne amoj, şêwe,bend, şîret, û hevkêş.
    Ev pend û peyv, min ji devê pîrejinan û kalan girtine bi taybetî “Dilbirînê dîn”, û ji çend kovaran birine nemaze “kovara Gelewêj”,û ji bîst û çar rûpelên mamoste “Dilovan” wergirtine, û ji çend pertûkan dane hev,wek:
1-  Meselok û xeberokêd cemaʹeta kurda – ya Hacî Cindî – Êrêvan 1985.
2-  Meselok û xeberokêd cemaʹeta kurda – ya Celîlê Celîl û Ordîxanê Celîl .
3-  Silsilet Kawa lil museqefîn el ekrad – Beyrût .. jimar  (8).
    Û piştî bijartinê, duristkirinê û rêzkirinê min divê pertûka hande de(bi zaravê kurmancî)  komkirine.
    Min div a her pendekî şirovekim, û wateya wî û babeta wî jî pêre bi nivîsim,lê min ew hişt jib o du sedeman:
1-  Da dergeh bimîne vekirî di rûwê xwenda, nivîskar û ronakbîran de, ji bo vekolînê, rexnekirinê sirovekirinê.
2- Da bêne çapkirin, belavkirin û bêne parastin ji windakirinê(!?).
    pend û peyvên pêşiyan yê kurdî ne ev çar hezar bi tenêne, lewra min bi navê pertûka yekê-1- çap kirine, bi omîdim ev jimar mezin bibê di pirtûkne dinde.
     Li dawîyê, ez gelekî sipasîya dosta û xwendîya dikim, ji bo arîkariya wan ji min re di derhênana vê pertûkê de, digel ciwantirîn rêz û silavên min.
Hêviya min ewe, ku ev karê hayî sivik bê pijartin(pejirandin) ji bal miletê min ve, û ciyê wî di pertûkxana kurdî de hebe.
Mehfûzê mele silêman
Qamişlo
25.1.1993
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…