Alîtî û destwerdan

Mislim Şêx Hesen

Bêguman Şoreşa Sûriyê ya ku ji parizgeha Derha destpêkir berî
pênc salan pir guhartinên bingehîn û girîng li ser nexşya Sûriyê rûdan û her
wiha gelê kurd û tevgera xwe ya siyasî jî li benda derfet û guhartinên wehabû
ku xwe ji kiryarên kirt yên rêjîma Be`is ku bi deh salan dermafên gelê kurd
bikaranîn rêzgarke û mafên xwe yên dadmend û rewa werbigire, lê mixabin gava ew
derfet peyda bû, xuyakir ku tevgera siyasî ya kurd li sûriyê ku nêzî şêst salî
têkoşîn û xebatê deke, ne li gor qunax û astê bû, û pêşbîn û guman hene ku wan
derfetên zêrîn yên ku gel kurd bi sed salan li bendê bû ji dest xwe berde
û sûd ji wan derfetên ku li vê dawiyê peyda bûyî wernegire û armanc û mafên
gelê kurd bindestbimînin
ji ber ku xwe kirine alî (Mehawir) ji hêzin kurdistanî re û biryarên xwe ji wan aliyan werdigirin û her wiha aliyên kurdistanî jî doza kurdî li Sûriyê kirine  berjewendiyên xwe, lewra jî bandorek zor neyînî li doza kurdî ya Sûriyê kir, û eger rewş wiha domke wê pêşe roja gelê kurd li Sûriyê pir kambax be. Vêca mirov karêbêje ku ew derfet niha ji dest kurdan çûyîye. Wek hemû carên borî ku kurdan sûd ji derfetan  wernegirtine, û ev bi xwe jî diyar dike ku tevgera siyasî ya kurd li Sûriyê neserkeftiye di siyasetê de û tête xapandin, û encamên vê siyaseta şaş baş xuyadike ku çiqas ziyanek mezin bi gelê kurd û piroja wê ya siyasî kir û bo sedema winda bûna  gelek derfetan ku ji gelê  kurd re çêbûn.

Vêca dibe herdu ENKS û TEV-DEM  di zotirîn demde li xwe venegerin û xwe ji wan çeper û aliytiyê (Mehawir) bibirin û biryarên xwe li ser qada kurdistan Sûriyê werbigirin û li gor berjewendiyên kurdên Sûriyê be, da ku  derfetên girîng ku peyda bibin ji destên gelê kurd neçên û sûd ji wan werbigrin, ji ber vê yekê lihevkirina tevgera siyasî ya kurdên Sûriyê divê rewşa hestyar de pêwîst û girînge, her wiha yek rêziya siyasî û helwesta kurd  jî dibe di zûtirîn demde were avakirin ji bo ku armancên gelê kurd bi destkevin û derfet di sere neborin, lê eger tevger kurd li ser xêza berjewendiyên partîtiyê domke û dev ji alîtiyê (Mehawir) bernede, bi rastî wê ev derfet û hêviyên ku peyda dibin wê winda bibin û qunax weke carên borî dîsa di ser kurdan re derbas bibe, û ev jî  xwekujiya rasteqîne ji gelê kurd re ye.

Lewra jî mirov karêbêje girêdan tevgera siyasî ya kurd li Sûriyê bi hêzin kurdistanî re û destwerdana wan ya bêsînor di nav tevgera kurd de, bubelatek mezine ji kurdên Sûriyê re û her wiha rik û nakokiyên kûr di nav tevgera siyasî ya kurd li Sûriyê re çêkir, ji ber vê yekê dibe partî û çarçewên kurdî yên ku xwe bi hêzin dervayî Kurdistan Sûriyê ve girêdayî û bûne alî (Mehawir) şiyarbin û dev ji alîtiyê berdin da ku karibin li gor berjewendiyên kurdên Sûriyê têkoşîn û xebatê bikin, û derfetên ku peyda bibin ji dest xwe bernedin, ta ku mafên gelê kurd yên rewa di Sûriyêke demokrat, piralî, perlemanî, fedral de bisepînin .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...