Di ragehandinê de perwerdekirina zarokan

Evîn Şikakî
 
Malbat çawe zarokên xwe perwerde
dikin?
Gelo rola kê di perwerdekirina zarokan de piştî
malbatê heye?
Eger ragehandin taybet tilfiziyon/TV yek ji alavên
herî bi bandor bin di jiyana zarokan de, programên têne weşandin li gor temenê
wan e yan na?
Zarok di tilfiziyonê/TV de  li çi tamaşe dike?
Çima dayik rê didin zarokan bi tena serê xwe li tilfiziyonê/TV tamaşe bikin?
Perwerdekirina zarokan xem û xeyala her malbatekê ye, di heman demê de xewna her civakeke pêşketî, ji ber zarok xwedî pêdiviyên civakî, derûnî û laşî ne, herwiha pêwîstiya wan bi zaniyarî û agahiyên rast li ser gerdûn û sirûştê hene û ji ber ku di vê serdema me ya niha de, êdî perwerdkirina zarokan ji aliyê malbatê ve her ku diçe kêm dibe û guhdana zarokan bi alavên ragehandinê mîna tilfiziyon, Vîdiyo, lîstikên Kompiyûterê rojname, rêklam û Intrnetê heye. Pêwîst e programên taybet li ser bingehên zanistî, derûnî û perwerdeyî ji zarokan re werin pêkanîn.
Dîtina zarokan ji Tilfizyonê re du metirsiyên herî mezin bi xwe re tîne, yek ji wan ew e piraniya zarokan dema dayika wan ne amade be li gel wan li pirogramên ku ji mezinan re hatine pêkanîn tamaşe dikin û dema zarok bi tena serê xwe tilfizyonê temaşe dike bandora wê bihitir e ku kesên din li gel bin, ji ber ku her berhemek bandora xwe li ser wê zarokê heye.
Ji aliyekê din ve mana zarokan heta derengiya şevê û rûniştina wî demeke dirêj li pêşiya tilvizyonê bêyî ku hest bi demê û giringiya wê bike, metirsiya herî mezin e ew yeke bandorê li ser erkê wî yê xwendinê û dibistanê dike, êdî nema dikare waneyên xwe binvîsîne û bixwîne, ji bilî têkçûna tendirûstiya wî ji rûniştina demên dirêj, têkçûna asta nerîna çavên wî, pişta wî û damarên wî yên mejî.
Ya herî metirsîdar jî giraniya laşê wî ji pirbûna xwarinên cor bicor yên ku di dema li tilfiziyonê tamaşe dike û dixwe, herwiha ji aliyeke din ve zarok dûrî tevgera xwe dibin, dûrî werziş û lîstikê dibin.
Mana zarokan bi demjmêrên dirêj bandora xwe ya xirab li ser derûnî û saykolojiya wan nemaze tirsa ku li cem çêdike dema ku wan (li) filêm tirs tê de hene temaşe dike, nemaze ku zarok temenê wan piçûk in û her tiştî dibînin di baweriya wan de ku rasteqîn in.
Ji ber vê yekê pêwîst e dê û bav pihtir nêzîkî zarokên xwe bibin, çavdêriya wan berhemên ku zarokên wan guhdanê pê dikin û bişopînin, ji ber ku zarok li gor temên xwe nikare berhemên baş û nebaş destnîşan bike. Zarok berhemên jiyana mirovan in, lewma pêwîst e guhdaneke giştî bi  wan werin kirin daku(da ku), civakeke saxlem û pêşketî ava bikin.
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…