Dostên Pyd, paşeroja Pyd

Qado Şêrîn

Rî dibe bost, dijmin
nabe dost.
Çi mirov bin, çi jî
dewlet bê dostên baş dirêj najîn, nemaze dewlet û deshelat. Ji deshilatê tê
xwestin pêdiviyên rojane yên jiyana rojane boyî xelkê peyda bike, ew pêdivî jî
bi rêya dostan an jî bi rêya têkiliyên navdewletî û berjewendiyane peyda dibin,
eger deshilat nikaribe wê yekê bike, naxwe ne deshilateke serkeftî ye, û dê
nikaribe dirêj bijî.
Gel ne tenê bi nan û
av, şekir û bacanên sor dijîn, ango ne tenê bi pêdiviyên rojane dijîn, belê bê
parastina mafê mirovan, aramî û ewlekarî nikarin bijîn. Bi wateyek din, gel bi
nan û avê, bi aramî û ewlekaryê, û bi mafê mirov û demuqratiyê dijîn.
Li rojavayê Kurdistanê, deshilata Pyd nerewa ye, ne di rêya hilbijartin û dengdanê bûye deshilat, belê deshilata tiving û siloganan e, deshilata kadroyên pkk û Qendîl e, û li Sûriye bê dost e, ji ber wê, bi texmîna min wê dirêj nejî û nikaribe berdewam bike. Lê taku rêjîm li Şamê deshilat be, wê Pyd jî herêmên kurdî birêve bibe, û çi çaxa rêjîm rûxiya, wê Pyd jî şeperze û winda bibe, çimkî pyd dostek ava nekiriye, belê dijîtiya hemû alî û her kesî kiriye. Ev mijara gotara me ye.
Rêjîm nabe dost, û ta dawî wê deshilata pyd qebûl neke, belê ji bo dirêjbûna temenê xwe herêm radestî pyd kiriye. Her du sûdê ji hev dibînin. Jiyana herdu deshilatan li Qamişlo baştirîn nimûne ye.
Her du dewletên sînordaşên R.K jî ne dostên Pyd ne, Tirkiye û başûrê Kurdistanê. Pyd nikare veşêre ku baskê pkk yê li R.K. ye. Salih Mislim gelek caran çû ye serdana Tirkiye, lê nikarîbû têkiliyên baş ava bike, çimkî nikarîbû ji Pkk cuda bibe.
Bi başûrê Kurdistanê re jî pyd nikarîbû têkiliyên baş û birayane ava bike, belê tim û tim pirsgirêk û nakokî derxistiye, tim egera şikestinên xwe dike sûncê başûrê Kurdistanê. Nimûne: bi buhaneya ku ala Pdk û Barzanî ye, Pyd li her derê êrîşî ala kurdî dike, di wexta ku YNK û tevgera Goran eynî alê blind dikin.
Her wiha Pyd nikarîbû wek deshilat herêmên kurdî bi aramî biparêze, şeva xedrê li Kobanî û teqîna Qamişlo wek du nimûneyan. Pyd tim û tim pirsgirêkên navxweyî derxistine. Komkujî pêk aniye, wek a Amûdê, zarokan boyî leşkeriya neçar direvîne, siyasetmedaran digre û direvîne, hinan bê heq dixe zindanan û hinan sirgun dike. Êrîşên li ser çalakvan û ala kurdî û xwepêşandanên li dijî rêjîmê. Wate; gelê kurd li R.K ne dost û nerazî û ne jî piştgirê siyasetên pyd yên şaş û çewte. Li rojên dawî, li R.K û li Europa jî xelk daketin kolanan û rûxandina pyd xwestin, piştê girtina gelek siyasetvanan. Gelek kes dipirsin; çima bi tenê siyasetvanên bi ser ENKS ve tên girtin.
Opozisyona Sûrî bi giştî li dijî pyd ye. ji rojên pêşî yên şoreşa Sûrî ve pyd dest bi şerê opozisyonê kiriye û dost ji xwe nehiştin. Ta bi Heyeta Tensîqê ya li gor pîvana rêjîmê dev ji hevalbendî û dostaniya pyd berda. Pyd bang li Heysem Menaa kir û ew wek hevserokê Sûriya Demuqrat destnîşan kir, lê di dûv re wî jî dev ji Pyd berda û navbera wan bû jahr û ziqûm. Pyd ji roja pêşî ve şerê ala şoreşê kiriye?
Hêzên curbecur ên li ser xakê şer dikin, hema hema hemû gefan li pyd dixwin û wê bi ser rêjîmê ve dijmêrin. Tim û tim pyd şerê Artêşa Azad a ku şerê rêjîmê dikir, kiriye. Jixwe ji bo Artêşa Azad komkujiya Amûdê pêk anî.
Emerîka, wek rêbera hêza hevalbendan a li dijî Daişê, Pyd û hêzên bi ser ve boyî berjewendiyên xwe bi kar tîne, daku hin serkeftinan bi dest bixe û rûyê xwe pê spî bike, naxwe ji ber wê alîkariyan dide HSD. Bi texmîna min ew jî demikî ye, piştî ji nav birina Daiş wê êdî nema ji Emerîka re lazim bin, jixwe Emerîka berjewendiyên xwe yên bi dewletan re, Tirkiye wek nimûne, wê neke bi qurbana Pyd. Li dawiya dawî pyd beşek ji Pkk ye, Emerîka vê baş dizane lê vedişêre, û Pkk di lîsta Emerîka ya terorê deye, çi çaxa bixwaze dikare Pyd jî bixe eynî lîstê.
Li dawî, gelê Sûriyeyê bi hemû rengên xwe gihaye wê baweriyê ku Pyd bi ser rêjîmê ve ye, pyd dostek çê nekiriye, vêga wê çilo wek deshilat karibe bijî?
Hollenda

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…