hinga mat can di kêşe

Narîn Umer

   n-
pispisa te..
li pey asoyên zêrîn de
bang li min dike û
hemî gunehên evîndara
eşkere di ke
min bero dîwarê
 xwesteka ve dibe
da ez bi bim

imza tabloyên wî
-a-
zummêna mata te
kembera xwe li min
di alîne û min dike
basûrek û belav dike
li ser bêdawiyên
 serdemî de
da lêkolînek bê nermayê
vekolînim di welatê
mendehoşiyê de
ta matekî wekî mata te
bi bînim

r–
zengilê gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiya min re
di neqşîne
devekî bi ken ji kenê
tubedariyê re avadike
min di bişavtînê alûziyek
di etûna lêbûrînê de
da birîna maweyan
derman bikim

Ζ
Xwîna pênûsa te
Di herike
Di nav kûrbûna
 hizrên min de
Kelîştekên wan
 reng reng dike
  pizotek agir
ji dara herdemiyê
Tîne û di çîne
Da ez di
 qijîna kûrbûniya
Wî de binoşim

-n-
Barana germbûna te
Pizûskên hemî holên
Evîndara
di lehiyên xwe de
Avjen dike û
 nalîna sistbûnê
Di canê min de
Bi pêt û agir di ke
ta bro landika
hestên te
Diçim û xwe
 têde ve dişêrim
Ji xala destpêkê

r–
Gelekî
Ji siwrabûna pêlan
 bi tirsim û
Ji waswasa dema
Ji nifşkîve
 pispisa canê te
Tête min
ta xwe dibînim
Pirpirîkek rengîn û
Etûna baxê te de
Dileyizim

d–
Min serbest bike
Da gerandinek kûr
Di kûrbûna
ramanên tede
Bi dawî bikim

s–
Çiqasî pake
 ramanê te
Xanûsata xwede û
Çê şehbaze avjenî
Di kaniya germbûna
 Tede dema germbûn
Zihabûna seqemê
Bê bizav dike

Ş- –
Çi qeşenge pispis
Dinav biyaniya
Peyvên te de
Çaxê ..?!
Can di keşe.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…