Zewaca Sîpan.. Kurte Çîrok..

Senar-Mûsa Qulîkî Mîlan.. Tehran
1381
 
Demsala bihareka têr û tijî û bi xêr
û bêr bû. Baran bi berdevamî dibarî. Xûlexûla avîên çeman bûn dikişiyan û
hawirdor bi xwe re dihejandin. Keriyên minminîkên perbelek li peravan
difiriyan. Çol û çiyan, best û beyaran, mêrg û çîmenan kirasekî kesk
xwekiribûn. Fîtefîta bilbilan û nalenala şalûlan û popepopa pepûkan bûn bi tevî
firindeyên mayîn distiryan û valî walî de firdidan. Qibeqiba kewan bûn ku liv û
libata jiyanê vedihûnan. Hewaya pak û paqij giyanekî taze dida hemû giyandaran.
Bêhna gul, sosin û çîçekên reng bi reng yên mîna cehtirî, sîrik, mendik,
beybûn, nêrgiz, rihan, hewşan û hwd. dida bêfila mêriv û meriv mest û gêj
dikir. Ji dûr ve bajar di nav gîha û dar û berên reng bi reng de nedihat kifşê.
 Eşo û Xişo birayê hev bûn. Ew bi tevî malbat û cînarên xwe di wê xwezaya bihiştî de xanûman çêkiribûn û karwanê jiyanê dimeşandin. Birobiroya wan bû. Dem dema wan bû. Şûran simbêlên wan nedibirîn. Roj bi roj weke wê xwezayê him di yalê malê cîhanê de, him jî di yalê qedir û qîmetê xwe di nav gel de pêşta diçûn. Ji her du birayan re weke zêdahiya xwezayê zarok çêdibûn. Jinên her du birayan dîsa ducanî bûn. Roj û meh derbas bûn, Eşo re kurek û Xişo re jî keçek bû. Navê kurik Sîpan û navê keçikê jî Zozan danîn. Ew her du zarok gelekî xweşik, rindik û bi dest û pê bûn. Te qêmûş nedikir li wan temaşe bikira. Şewq û şemala wan weke sîtavkê davîte nav çavên mêriv. Pêpalê wan pir bi xêr bû. Bi hatina wan re kêf û şayî û bereketa malan zêdetir bibû. Eşo û Xişo wisa ew zarokana hiz dikirin, wekî baskên wan hebûna wê bifiryana.
Her du zarok hela di nav pêçik û landikê de bûn ku, rojekê bapîra wan, Zezê ya bêbawer got: -Gelî malbatê! Ez çi bimirim çi bimînim, wexta zewaca nebiyên min ku hat, gerek hun Zozanê bidin Sîpan. Zozana çîl û çavreş tenê hêjayî Sîpanê min delalê malê ye.
Dê û bavên zarokan gotin: -Dayê, em benî, bide xatirê xwedê û pêxemberan, ev çi gotina bêgav e tu dibêjî? Ev çi tenbî û şîreta bêwext e tu dikî? Ka em çi zanin zarokên bimirin, bimînin! Piştî wê yekê, belkî qet xû û xideyên wan li hev xweş nehatin, hevdu hiz nekirin; em ê çawa bi destê zorê wan bi heva girêbidin? Em ê çawa di dewsa wan da biryarê bidin? Ew jî biryara çarenûsa du neferan! Meger pêşiyan negotine: “Zewac kirasê qiyametê ye?٬٬ Eger ku wisan e, em bihêlin bila zarokên me bi xwe wî kirasî hilbijêrin.    
Zezê bi hêrs û xezeb got: -Bes e ev gotinên we. Zêde jî li ber min xeber nedin. Pêvîst nake ku hun hiş bidin min û min şîret bikin. Li we ra şerm e, eyb e! Ez mezina we me û dewsa gorbihiştê bavê we dimînim, min çi got ew ê bibe. Eger Zozan mir ya erdê ye, eger ku ma ya Sîpan delalê malê ye.
Eşo û Xişo dîna xwe danê ku diya wan her du lingên xwe kiriye soleka teng û bi hutul gotina xwe dubare dike! Bona ku bêemriya wê nekin û dilê wê neşkênin, gotin: -Dayê em benî, tu xwe nerihet neke. Wexta zewaca wan hat, em ê bi gotina te bikin. Çimkî meriv pêşerojê nabîne û nizane wê çi bibe û çi nebe, me hinekî hemete dikir; tu ji destê me aciz nebe.
Roj bihurîn, meh qediyan, sal derbas bûn û her du zarokan pê danîn şazdeh saliya xwe. Sîpan bibû xortekî bejin bilind, namil pan û pir bedew, ji nû ve binê simêlê wî xûy dabû. Wêda ku dihat, mêriv li ber ve şerm dikir. Zozan jî yeka çîl û kever, bejin zirav û nav tenik, çav reş û dêm gulî û weke karxezalan xweşik û lihevhatî bû. Ew di nav zêr û zîv û kinc û dêreyên reng bi reng de weke dara bûkzavê xemilîbû.Tu roj nedima, xwazginiyên wê nedihatin. Gava ku dêrê sor li ber kir, xortan ew bi tiliyan nişanî hevdu didan. Merxa wê ji dûr ve kifş bû. Weke kewan sivik sivik dimeşiya û bînerin sewdaserî dikir.
 Rojekê Xişo çû cem birayê xwe, got: -Eşoyê bira! Zarên me bermiraz in, xasme tu dîna xwe didêy ku rojê yek tê xwazginiyê Zozanê. Dayika me – ya gorbihişt – jî wisa tenbî daye me, em çi bikin? Tu çi dibêjî?
 -Eşo bersiv da, got birayê delal tu rast dibêjî û paştaxistina karê xêrê jî necayîz e. Pêşiyan baş gotine: “Xwastina jinan germegerm, kuştina mêran nermenerm.” Lê em nizanim ka zarên me ji hev hiz dikin? Ew hevdu dihebînin yan na? Em di malekê de bi tevîhev dijîn. Ew weke xwîşk û biran mezin bûne. Ez bawer dikim ku vê zûtirê ne perda şerma wan tê hildan û ne jî rûyê wan ji hev vedibe. Dîsa em ji jinan bipirsin ka rewş çawa ye û ew çi dibêjin?
 -Xişo got bira tu rast dibejî.
Herda rewşa têkiliyên nûciwanan ji jinên xwe pirsîn. Jinan gotin ku me ev mijar ji Sîpan û Zozanê re gotiye; lê her du jî pir ecêbmayî mane. Gotine em weke xwîşk û biran in. Em lava dikin bila bavên me wê nêtê ji dilên xwe bavejin. Qet yeka wisa pêkan û mimkûn nîne. Qet dilê me jî di hev de tine. Yalîkî hun bi şanazî dibêjin ku, pêşiyên me gotine “Mirazê bêdil, kirasê bêmil û baxê bêgul e.’’ Di yalê din jî hun dixwazin du hev kirasê bêmil bi hev ve bidirûn! Ew çi gotin e û ev çi kar e ku hun dixwazin pêk bînin? Rast e, em hevdu hiz dikin; lê weke pismam û dotmam, ne weke du evîndaran. Bapîra me angorî dîtina xwe bîst salan beriya niha giliyek gotiye, pêwîst nake, em çavên xwe bigirin û gorî wê dîtinê biryaran bidin!
Eşo û Xişo ku bihîstin nûciwanan gotine em zewacê bi hev re hiz nakin, geleki melûl û xemgîn bûn. Te digot qey cîhan li ser serê wan de xirab bû. Di yalekî tenbiya diya wan li erdê diket, di yalê din jî jiyan û pêşeroja du nûciwanan dihat guhertin. Du nûciwanên ku weke gelekan dibûn goriyên rê û rismên çewt û nerastên civakî. Bavê Zozanê, Xişo ku hinekî xwedan bîr û bawer bû, digot eger keça wî qayîl nebe, divê bi destê zorê wî karî nekin. Lê Eşo ku gelekî di bin bandora diya xwe da mezin bibû, curet nedikir tenbiya wê li erdê bihêle. Got birayê min eger em bigotina diya xwe nekin, em tu xêrê ji bazara xwe nabînin. Him jî cimaet wê tiranên xwe li me bikin. Yê bibêjin wan qedrê diya xwe negirtin û tenbiya wê li erdê hîştin. Pêşniyareka min heye, ew jî ev e ku, ware em ji hev cida bibin, belkî zarên me ji hev dur bikevin; daku şûşa şerma wan bişkê.
Xişo got baş e. Her du biran ji hev cida bûn. Piştî salekê dîsa dest pêkirin û nebixwaşiya nûciwanan, belki bi destê zorê gustîla Sîpan kirine tiliya Zozanê! Salekê dergîstî man, lê tu carî Sîpan li ber şerm û bêdiliyê curet nekir ku berê xwe bide mala xezûr û dergistiya xwe bibîne. Dê û bavên wan dîna xwe danê ku tu germayî di nav wan de tine. Ew mîna hevîrê garis ji hev direvin.  Hanzûka dest bi karê dawetê kirin. Eşo qlend hazir kir û Xiso jî cihêz û herda tevdîra daweteka pir bi heytehol dîtin. Heft roj û heft şevan def û zurne lêdan. Şayî kirin û nan dan. Serê govendê hebû, binê wê tinebû. Sergovendiyan tu qaydeyek di qulekê de nehîştin. Bi hemû qaydeyên weke koçerî, sêpê, giran, yekpê, done, haziravîkê, baso, toycînar, momil, yasemen, qeşengoxlan û hwd. leyistin. Bi şayiyeka pir giran Zozan ji Sipan re peya kirin. Midehek derbas bû, lê tu tevgerek ku nîşan bide ew her du jin û mêrê hev in, nedihat kifşê.
Diya Sipan ku pir nîgeran bû, jê pirsî û got: -Kurê min! Bibûre, niha salek ji daweta we derbas dibe, lê tu tevgerek ji we çênebûye? Halê we çî ye?
 -Sîpan got, dayê ez çi ji te veşêrim, çi ji xwedê veşêrim, hela hê bûka te keç e! Ji roja ku we ew ji min re xwastiye heta niha, hela wê nehîştiye destê min bigihîjê. Ez ku ser da diçim, dibêjî qey marekî reş serda diçe! Min dide ber pencûrek û pêhînan û ez li dewsa xwe de weke çilpiyeka hişk sar dibim. Halê min û bûka te ev e. Di vê sala bihurî min weke melayan gelekî li ber wê xwandiye, lê tu tiştek di serê wê yî hesin de naçe xwarê. Dibêje hema ev serî ye, ev oxir e. Ez tu wextî serê xwe bi te re nakim yek. Bi gotineka mayîn nikarim wî karî bikim. Dibêje ez ji te hiz dikim, lê weke kurapekî, ne wekî mêrekî. Belkî xwedê ji we re qebûl neke. We em avêtine nav êgir. Ez pir heyrî mame, Zozanê berdim, ça berdim? Bihêlim ça bihêlim? Hemû kêmasî û tawan yê we ne. Min hela xwe nas nekiribû û jiyan fam nekiribû, we bi destê zorê ez zewicandim. Ya ku pir min dişewitîne ev e ku ez bêdil zewicîme nebes e; Zozan jî serê xwe bi min re nake yek!
 Dema ku diya wî ew gotin bihîst, cîhan li ber çavan  reş bû. Te digot qey satilek ava dax li ser sêrî de kirin. Di halê ku ji kerban lêvên xwe digestin, got belkî laneta xwedê ware bapîra te. Hela hun di nav pêçik û hêlekanê de bûn ku got: “Zozan bimire ya erdê ye û bimîne ya Sîpan e.” Mixabin ew gotin weke guharê di guhê bavê te da ma. Min rebenê hay ji çi hebû? Kê bi gotina min dikir? Rabû, por û poşman vegerya çû cem merê xwe û hal û serpêhatiya  Sîpan û Zozanê ji Eşo re got. Ew jî geleki nerihet bû û pir tengijî. Destê xwe çokên xwe xist û got yeka nebûyî hate serê me. Vê gavê Serê dîzika sirên me vebû û di nav xelkê de tu ebûr êdî me re namîne. Xwedê axiriya me xêr bike. Çend roj derbas bûn. Xişo jî ji pirsgirêkê fam kir. Lê sed heyf û sed mixabin, kesî ji peydakirina çareyê re tu nexşerêyek pêşniyar nekir. Yan li ber şerma malbatê de mabûn, yan jî nikaribûn rast bifikiryana û qirar û biryara pêvîst bidana.
Dayikên wan çend caran li cem şêx û meleyan nivişt kirin daku herda li ber hev xweş bikin, lê niviştên şêx û meleyan jî -weke her carê- bêbandor derketin. Hinekan digotin dilnexwazekî dilreş ku gelekî evîndarê Zozanê bûye, li cem şêx û meleyan nivişt kiriye û ew li ber hev reş kirine û ew dua jî li ser nalê hespan daye nivîsandin û avêtiye binê bîrê. Heta ew nal nerize û nebe xak, şûşa tilisma navbeyna wan naşkê!
 Bi vî awayî pazdeh sal bi sersarî, xemsarî û bêxiyalî derbas kirin. Sîpan û Zozanê êdî bi yek carê hevdu ji bîr kirin. Lê ew weke benîşt ketibûn nava dev û diranên cimaetê. Xelkê li pişt wan de giliyên nebaş digotin. Heta wê hindê ku dê û bavên wan jî êdî ji hev tal bûn. Malbata Eşo digot Zozan keçeka serhişk û bêtore ye. Loma serê xwe bi yekî mîna Sipan re nake yek. Malbata Xişo jî digot ku Sîpan yekî xêv û bêkêr e, loma nikare Zozanê serwaxt û kevoka dilê wê nêçîr bike. Hinekan digotin dîsa Sîpan mêr e, dikare xwe bi rê ve bibe û serê xwe xweyî bike; ya ku di nav êgir de dişewite rojreşa Zozanê ye.
Rojekê hevaleka Zozanê bi dilnexwazî û dilreşî pê re got: -Mehrûmê tu zanî çi heye?
-Zozanê got, çi heye?
-Got min bihîstiye ku Sîpan deh salan beriya niha li bajerekî din zewiciye û niha çar zarên wî hene. Serê wî pir germ e, îro şûnda êdî qet tu nakevî bîra wî. Êdî çarenûsa te jê re qet girîng nîne. Loma wî bi giştî dest ji te berdaye.
 Ve gotina tal û jehrîn li Zozanê  pir kar kir. Agirê kîn û rikê dil û hinavên wê şewitand. Ji xwe re digot, dêmeka ez ê di vî kapê reş de bimînin? Ew jî bêyî ku Sîpan min berde, here bizewice û bi mirazê xwe re şa be! Divê ez caba wî têxm kefa destê wî. Ji min re jî dibêjin Zozan.
 Midehek bihurî. Zozan di binî ve xebitî daku bi zilamekî re bireve. Di gundekî nêzîkî bajarê wan de mêrek bi navê Çergez hebû ku ew du sal bûn jina wî çûbû ser dilovaniya xwe û dixwast jinekê peyda bike û pê re bizewice. Zozanê  dizîka ve ew dît û got îsal çend sal in ku kurapê min telaqê min daye û ez azad im. Ware min bixwaze. Lê çûnkî ez jina kurapê xwe bûm, bavê min tu wextî qayîl nabe ku min bide te. Tu hema ware min birevîne. Çergez li bejn û bal û reng û rûyê wê temaşe kir û dîna xwe dayê, bi rastî ya ku tu jê derbas bibî, nîn e. Hanzûka ew li turimbêla xwe siyar kir, ajot. Hela qederekê rê neçûbûn, cab dan ku Zozan bi Çergezê gundê Tilik re revî. Piştî qederek rê çûyînê, Çergez bêşansiyeka mezin anî. Turimbêla wî xirab bû û ji liv û tevgerê ket. Çergez û Zozanê ve kirin, nekirin tu çare pê nekirin.
Di wê gave de malbata ap û bavê Zozanê pey ketin, ew girtin. Sîpan ku di wê heynê de cîhan li ber çavan reş bibû, li ber hêrs û kerba canê xwe, qirmeya legan li ber xwe kişand û lêda herdu li ser hev de nixilande erdê û berê xwe da çiyê; mîna pezkuviyekî silik revî û winda bû. Çend mehan hikûmet lêgerya, lê kesî êdî Sîpan nedît ku nedît.
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…