Helbest u pexşan

Nêçîrvanê Hulîlkan

  Hiyam Ebdulrehman

Nêçîrvanê Hulîlkan , hevrazî jor bû … Bi serê çiya ket …
Bi şal û şapekî xercûnî û şelemeke reng zer ,
Rêşîkên şaşika wî ,
Bi ser Milan de diherikîn …
Hevdû digrtin û carna di firikîn ,
Tûrê bi milê wî ve , Tijî nan û kizwan e ,
Di ber şelema zer de , Etfiyek di kalan e ,

Min gazî kiriyê :
Heyrana çavê teyî reş belekim  Nêçîrvanê Hulîlkan
Bi lez gavan ne avêje …
Bi bêhna fireh … bi hêdîka ,
Her kes rizqê xwe dixwê …
Jiyan , ne her kîlîke ,
Guhê Te li nêçîrê bê …
Va ref hatî … nêzîke ,
Lê hoy Nêçrîvao … , ez gorî Te bim :
Ger Te davên xwe vedan û nêçîr kir …

Tiştê di wan de … Bi nêvî ke …

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…