Mêraniya Derwêş (çîrokek gelêrî)

 

Reşad şeref
Navê Derwêş û mîraniya wî li her çar hêlên cezîra botan ke û deng da!
Mîr dibihîst ko navê Derwêş li ser her zimanî ye, li xweşa wî nehat! Şand li dûv Derwêş..!
Derwêşê me berê xwe da dîwana mîr, gelek pirs û guman di serê wî de diçûn û dihatin..!
Derwêş ket hundurê koçkê li pêşiya mîr rawestiya, xelkên civatê, sehwê serê wan girt, û zûq û zeloq lê nerîn, nizanin ne xêre.. ne şere..!
Mîr got: Derwêş..
Derwêş got: Belê ezbenî..
-Ezê pirsekî ji te bikim, tuyê birastî bêjî..
-Belê mîrê min kerem bike..
-Ev mêraniya te, ya bi nav û deng, te ji kê girtî ye?
Derwêş got: Mîrê min.. ev mêranî min ji seyê xwe girtî ye!
Mîr keniya û got: ka ji mere bêje çewa..?!
Derwêş got, mîrê min ev çîrok bi minre çêbû, dema ez piçûk bûm li ber pezê we, temenê min çarde- pazde sal bûn, xwarina min ji xêr û bêra mala mîr bû, xwarinek bijon, zehf  û xweşbû.
Hevalên min yên şivan dema firavînê xwe didane hev û dihatin rex min, xwarina min ji min distandin û dixwarin. Ez bê xwarin û birçî dihiştim!
Mîrê min, gelek caran min xwe şûnde dihişt ka ewên bi kî hêlê ve herin ez diçûm ya din, cardin li pey min dihatin û ez birçî dimam.
Rojek ê ez ji wan dûrketim, demê nîvro.. ber bi min ve dibezîn, sixêf û dijûn ji minre didan.. em ji subeha xwedê ve li te digerin..!
Seyên wan li pêşiya wan dibezîn, min bi lez piçek xwarin xiste devê xwe û ya din ji seyê xwere avêt, da em zû xilas bibin ji berî ko ew bighin me..!
Seyekî reşî mezin ji berî şivanan giha me, du carî li seyê min bû û raste- rast êrîş da ser xwarina li nav piyê seyê min de. Seyê min derfet nedayê bi qirika wî girt û tera kire erdê, seyên din reviyan, xwe dûrkirin û dikirin nûze- nûz!
Şivan gihiştin rex min, dema dîtin seyê wan brindare çavê wan sorbûn û êrîş dane ser min. Min dûvê  kopalê xwe girt.. her yek giha min, min kopalek li serê wî da û tera kire erdê.
Ew û kûçikên xwe pîs- pîs şûnde vegriyan, min û seyê xwe bi dilek rehet xwarina xwe xwarin.!
Ez benî ji wê hingê ve, min tu kêmayî ji kesekî re ne kirî ye û ez nakim. Û serê mîrê min sax be.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...