Kesayetiyên Kurd û helwest.. Xelek 5.. Destpêkên awanbaziya dij şahê Med Ezdehak

Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer
 
Cejna Newrozê (Nûroj) di dîroka kurdî de taybetiya payebilind heye, ewê
wateya ayînî heye, ji ber ku li gel efsaneya Tavê, û li gel zîmbola tavê û êgir
di hemî şaxên ola Yezdan  de (zeredeştî,
ezdahî, yarsîn û elewî)  hevbest e. Ev
wateya ayînî, di heman demê de, tev li wateyên ekologiyê dibe; ҫimkê 21 Avdarê roja naverasta buharê û
wekhehiya şev û rojê ye, û xwenûkirina jiyana geya û dara ye. Her weha evê rojê
wateya netewî jî qezenc kir, ji ber ku li gel bûyerên giring ên dîroka pêşiyên
Kurd girêdayî ye; şoreşa Kawayê hesinkar dij şah Ezdehak, yekek ji wan bûyeran
e. Em dixwazin lêre vê babetê vekolin.

Du rastiyên Dîrokî:
Dê gelek sûdar be, ku em du rastiyên dîrokî ji bîra nekin:
Rastiya yekem: Şah Ezdehak kurê şahê Med ê gewre Keyxusro, rizgarkarê Med ji bin desên şahnişîna Aşûr e. Berê jî me xebat û lebatên Ezdehak bo firehkirina desthilata şahnişîna Med, ku bibe împeretoriyek, gotubêj kiribûn, û ji berê de hatiye zanîn, ku pirbûna navendên hêzan, di hundir dewletekê de, yekîtiya wê dewletê dide ber gefan, ҫimkê gava ew navendan ji pergala hevtewaw û hevgiritinê ber bi pergala nakokiyê de bişimitin, dewlet yekîtiya xwe, hem wek helwest û hem jî wek biryar, ji dest dide, û dijayetî û tevlihevî şûna aşîtiya civakî distînin, û dewlet ber bi hilweşandinê ve diҫe.
Tam evê yekê di şahnişîna Med de rû da. Ev şahişîn ji dema damezirandina xwe de, bi serkêşiya şah Deyako, ji hevgirtina şeş êlên mezin pêk hatibû, û (encûmena hevgirtina êlan) rêvebirek, li gor zanebûn û karînên wî, ji nav endamên xwe bo şahnişînê hildibijart, lê her yekî ji wan endaman, ji warê malbatê û navdengiyê de, xwe wek şah didît, vêca divabû, ku şah li gel wan pendiyar be, û desthilatê ji wan nestîne.
Ev cûrerist, di dîroka dewlet û şahnişînên pêşiyên Kurd de, serdest bû, wek nimûne: Dema hukumdariya şahê Gotî, li gor yasayê, şeş sal bû, û li gor hin pergalên taybet dihate dirêjkirin[1]. Ev cûrerist giringtirîn sedemên kurtetemenê dewlet û şahişînên Kurd bû, ji berê de û heya sedsala bîstemîn, ku Kurd bê dewleta xweser in, û bê hebûna pirojeya kurdî yekbûyî ji bo rizgarkirina Kurdistanê ne. Eger em dîrokên gelên, ku şahnişîn û împeretorî ava kirine vekolin, dê sayî were xuyan, ku rolên rêvebirên sitemkar di vî warî mezin bûn, û di dîrokê de gelek nimûneyên, ku vê yekê, hem li rojhilat û hem jî li rojava, dupat dikin hene.
Xuyaye, ku Ezdehak xwedî pirojeya polîtîkî dûrbîn bû, û dixwast şahnişînê bike împeretorî. Di rûpelên berê de jî hatibû diyarkirin, ku wî serkeftiyên berbiҫav, di vî warî de, bi dest xistibûn. Evê pirojeya polîtîkî dûrbîn bûbû sedem, ku ew hemî disthilatan bi xwe bi rê ve bibe. Ev rêbaza rêvebiriyê, di têrmologiya polîtîkî de bi (sitemkariyê) tê naskirin. Bi vî awayî Ezdehak bû armanca xeyd û kîna rêvebirên Med, ku Harpage jî bi wan re. Her weha xuyaye ku Ezdehak tev geriyabû, ku rikberên wî hêza leşkerî, ji bo serhildana hundirîn,nebin, vê lomê ewana li gel şahê Faris; Kureşê duwem, ji bo gêrkirina Ezdehak awanbazî gerandin, û bi ser ketin jî.
Rastiya duwem: Dîrokzanê Yonan Herodotus yekemîn kes e, ku hin zanyarî li ser Medan diyar kiribûn, ew jî di navbera salên (484 – 425 b. z) de, li bajarê Girîkan (Halicarnassus), ji dayikê bûbû; ev bajar naka bi (Bodrum) tê naskirin,  bajarekî başûr-rojhilatê Asyaya biҫûk e (Tirkiya halî hazir). Asyaya biҫûk, wê demê, parek împertetoriya farisî bû. Herodotus welatiyekî dewleta farisî bû, û piştî ku cenga Faris û Girîkan sala (449 b. z) rawestiya, Herodotus seredana hin weletan kir,  wek Babil (Îraqa halî hazir) û welatê Faris, û zanyariyên seyrana xwe di pirtûka, ku bi navê (dîroka Herodotus) tê naskirin de tomar kirin[2].
Herodotus di tora Farisan de:
Sê tiştên herî giringtir bo me ji zanyariyên Hosrodotus ev in:
Yek: Piştî gêrbûna şahnişîna Med bi sedsalekê Herodotus seredana herdu welatên Babil û Faris kir[3].
Du: Li gor gotina Herodotus, ewî  zanyaiyên li ser Medan ji hewalbêjên rastgo yên   Farisan, ne ji rastgowên Medan, wergirtibûn[4], tevî ku Medî  wê hingê hebûn.
Sê: Herodotus tiştê, ku ji keşe û serleşkeran û karmendên din ên mezin dibihîst, bê lêhûrbûna duqet û ne li gor logîka hiş û rastiyên realîteyê, tomar dikirin, vê lomê jî zanyariyên wî tev li xerafetan û efsaneyan bûn[5].
Belê, Herodotus piraniya zanyariyên li ser Medan, ger ne hemî bin jî, ji Farisan wergirtibûn, pêre jî ket ber tora Farisan, ku pêjna vê yekê ji wan zanyariyan tê, ku  Deyako bi awayê keysebasî, ne bi yê niştimanperwerî, bo yek-kirina Medan û damezirandina şahnişîna Med tevdigerî, da bibe şah, tevî ku şoreşa wî li dij şahnişîna Aşûr dupat dike, ku ew xwedî pirojeya niştimanî rizgarî bû , ne tenê ji bo daxwaza disthilatiyê bû. Şoreşa wî, ku li dij şahnişîna Aşûr, piştî damezirandina şahnişîna Medn, û canfîdakirina xwe di vê riyê de, vê boҫûnê dupat dikin, tevî ku ewî dikarîbû şahekî xebatkar ji bo şahnişîna Aşûr bimaya.
Tevdîra rêvebirên Farisaan di şirovekirina xewna Ezdehak, ya ku berê me qala wê kiribû, de jî numa xuya ne, her weha di diyarkirina wî de wek sitemkarekî, ku ferman bi kuştina neviyê xwe (Kureş) yê hîna zarok bû dabû, û di kuştina kurê Harpage ê rêvebir, û xistina goştê kurik nav xwrina bavê, da buxe de jî. Hêjayî gotinê ye, ku girêdana hin bûyerên giring li gel xewnan, di dîrokê de, diyardeyeke dubare ye, wek nimûne: Xewna şah Nemrûd a li gel pêximber Birahîm, û xewna Fîr-ewnê Misirê ya li gel pêximber Yûsif têkildar e.
Alozî ew e, ku tayên awanbaziya dij Ezdehak li ba vê yekê namîn in; bi gotineke din: Riswakirina kesayetiya Ezdehak di bîriya gelên aryanî yên rojhilatê de ne tenê di zanyariyên curbecur, ên ku Farisan dabûne Herodotus, û wî jî bê lêhûrnerîn ji wan biribû,de ne, belê bi ser de jî tayên awanbaziyê, bi awayê pirgirêk û diramatîk, gerandin, û di bîriya aryanî de dan xuyakirin, ku ew xwînmij bû, û ev yeka bi cejna Newrozê (nûroj) ve girêdan.
Gelo ҫima evqas dupatî li ser iblîskirina şah Ezdehak? Bersiva vê pirsê babeta, ku wê bê ye.
([1])  Dyakonov: Med, rû 112.
([2])  Herodotus: Dîroka Herodotus, rû 20-22.
([3])  Ebdilhemîd Zayêd: Eşşerq El-Xalêd, rû 640.
([4])  Herodotus: Jêdedera navborî, rû 77.
([5])  Tewfîq Suleyman: Dîrasat fî hedarat Xerbî Asyaya kevin, rû 27, 28.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…