Hevpeyvîn ligel Mihemed Salih Qadirî, serkirde di Partî Demokratî Kurdistan -Îran de..

 

  Hevpeyvîn: Hisên Ehmed
 
 Sedemên dûrxistin û çewisandina siyasî û ewlekarî, ku rêjîma melalî ya Îranê di derheqê Partî Demokratî Kurdistan – Îran de, ji dema damezirandina partiyê ve û ta niha bi girantirîn şêwe pêk tîne, ji binçavkirina endam û serkirideyên wê, ta bidûvketina wan li derveyî Îranê û kuştina wan ji hêla pir kesan ve nayê têgihiştin. Lewra jibo naskirina rewşa vê partiyê, me ev hevpeyvîn ligel Mihemed Salih Qadirî, yek ji serkirideyên partiyê pêk anî…
– Partî Demokratî Kurdistan – Îran hejmarek car parçe bû. Li aliyê din, jibo bidestxistina mafên Kurdan li Kurdistana Îranê, vê partiyê gelek pakrewan dane, di serê wan de sekreterê partiyê şehîd Ebdilrehman Qasimlo û bilî wî. Hêvî ew bû, ku xwîna wan pakrewanan yekîtiya partiyê xurtir bike, lê ne rê li ber parçebûnê veke. Li ser vê bingehê, em ji we dixwazin hûn rewş û rojeva partiyê ji dema kuştina Qasimlo, ta îro ji me re şîrove bikin.
–partiya dêmokrata kurdistana îranê wek di navê wêde xuyaye, partiyek dêmokrate û endamê wê jî bi li direjiya temene partiyede ji nerînên cuda cuda jî çepê marksî- dêmokrat-nasyonbalîst û oldarê kurdistanê pêk hatine ku gist bo setratîja partiyê ku bidest xistina mafê netewiyê gelê kurd di awakirina sîstemek dêmokratik-federal di îranê da xebat kirine.
Lewma, tenê parçebûna cara yekeme partiyê di kongire 4 de ku bingeha siyasî hebû û girêday bi nerîna hizba tûde ya îranê bû derhrqî rêjîma îranê. wekî din 2 parçebûn di kongirên 8 û 13 yên partiyê de çêbûn ku çi bingehek cudaye siyasî nebûn û tenê ji ber lawazbûna kultura demokrasiya wan hewalên cuda buyî ku hinek ji wana li kongirêda nehatin hilbijartin , wan jî tehemula wê pirensîpa demokratîk nekirin û paşê cuda bûn. Ya herî xirab wan cuda bûna de ew bû ku wextê cuda bûn nawek cuda ji xwe nekirin, eynî nawê partî dêmoktaraa a kurdistanê ji xwe kirin, û bi wî rengî nakokî zêdetir kirin. Ger wisa nekirban îmkana bihevra pilatform çêkirinê hebû.Di eynî halda niha bihevra diyalogê dikin ku car din hevbigirin.
– Di demên dawî de, bi taybet di salên 2005 û 2015an de, derfet jibo xurtkirina têkoşîna we li hember Îranê peyda bûn, lê partiya we qizinc ji herdû serhildanan negirt û di rewşa xwe ya neçalak de, ji herdû aliyên siyasî û leşkerî ve ma. Ma ne gerek bû, partiya we û şervanên we têkoşîneke li gorî wan derfetan pêk anîba?
Ger meqseda we derfetên alozî û rikeberiya dema hilbijartina serok komarî yan parlimantoya îranê di serdeme Xatemi anku tevgera kesk aMusewi u Kerubi be, ew ne derfet u webunek qanuni u siyasi bu, belki tishtek reftari bu boy nakokiyen bale nav desolate dixwastin xelke bixapinin, lewma dema ku hinek saziyen civaki ketne tevgere, zu hemu fetisandin, ew aloziyen ji bo dest xistina deshelatê nek guherînek siyasî di çarçêweya rijîmê de hinek cidî bû .le ne hingî u nejî paştir çi kes û alîyekê wan rikeberên nav deshilatê hazir nebûn ku kêmtirî daxwazên netewî û demokrasiyê gelê kurd qebûl bikin. Heta em jî bi wanra bikewne hewkarî kirina xebata dijî rijîmê, ji ber ku ew rikebriyên wan tenê bo deselatê u baştir parastina rijîmê bûn. Mixabin lewma hewce nebû em bo tiştek bikewne tevgerê ku çi destkewt yan baweriyek bi mafên kurdan nine.
 
– Vê dawiyê partiya we, ji nû ve dest bi şerê dijî hêzên Îranê kiriye. Di nêrîna we de, ev yek berhema stratejiya we ya leşkerî bû, yan jî destê hin dewletên Kendavê, mîna Si`ûdiyê û Mîrgehên Erebî (Îmarat) tê de heye?
hereketa ku niha me dest pêkirye, girêdaiy bi çi hêz u dewletê herêmî û cihanî nine. Ew hereket tenê û tenê girêday bi îrade û bawery u seteratija netewî û xebatkariye partriya meye ku hember zulm û zor û bêmafiy ku ji aliyê rijîma îranê we derheq gelê me tê kirin û îdî mecala jiyanê bo gelê kurd nehiştiye, hatiye destpêkirin.
 
– Di dema mayîna li Herêma Kurdistanê de, partiya we çi qizinc wergirtin, û gelo we karîbû hûn ti rêyan ligel siyaseta rojavayî, bi alîkariya dîplomasiya Kurdî bi serkêşiya serok Mesûd Barzanî vekin?
mayin li herema kurdistane,anku daliqandina chalakiyen leshkeriye pêşmergê partiya me bo xebata rojhilatê di heyama paşî raperîna başure kurdistanê, ne bo qazanca partiya me, belkî boy parastina qazanc û berjewendiya netewî di başure Kurdistan u hikûmeta herêma kurdistanê bûye û pêxema wê hevkariya partiya me bo rewşa başûr buye u me çi telebek siyasî anku dîplomasî ji partî û rayedarên başûr nebûye, ji berku em cudahiya siyaset û seteratîja welaten rojavaiy  hemberî rijîma îranê baştir ji her kesî dizanin û mixabin heta niha berjewndiya rojava bi sebebên cor bi cor bi rijîma îranê we heye û heta ew seteratijî neyê guherîn, baver nakim çi nêzbûnekê bi hêzên opozosyona îranê ra bikin.
– Si`ûdiyê û Îmarat dixwazin Herêma Kurdistanê bikin alavekî leşkerî bo afirandina tevlîheviyê li hundirê Îranê, û dibe ew bo vê armancê Partî Demokratî Kurdistan – Îran bikar bînin. Di nêrîna we de, hûn ne derbasî lîstikeke ji xwe nezintir dibin, li ser asta navwelatî?
– em baverin ew senaryo ne raste û wekî tiştik wehmî ji aliyê îranê we tê îdiakirin, partiya me xwedî pirensîpên serbixwe ya siyasiye û bi dirêjahiya dîroka xwe ser hisaba alîgirî anku dijayetî kirinê neketiye nawa lîstikên herêmî yan nawdewletî da, û baştirîn belgeh bo selmandiana vê rastiyê şerê 8 saliyê îarn û îraqê bû ku me xwe nexist naw wê lîstikê û me xebata xwe bi piştgîriya gelê kurd û boy armancên netewî yen xwe domandiye û niha vêdajî yê eynî wisa berdewam kin .
– Eger Îran herêmê topbaran bike, dê helwesta partiya we çi be?
îran di 25 salê bihorîde bi gelek pîlanê cor bi cor destêverdana herêma kurdistanê kirye û herwisa bi topbaran kirin, bi firoke  bombe baran kirin û bi inana hezaran hêzê leşkerî bo êrişî ser herêma kurdistanê û baregahên me hebuye. Lê hiç ji wan pîlana u hereisha nekariye îrada me lawaz bike û em jî daha micidtir bûne ji xebata xwe .ger car din wan kiryarê wisa bike, emê bi hemu qaweta siyasî û leşkeriyê xwe hember rawestin .
 
– Helwesta partiya we li hember gefên Îranê ji Herêma Kurdistanê re çi ye?
ew gef ne cara yekê ne û ne jî gefên dawî dibin, ji berku tirsa rijîma îranê avabûna dewleta kurdiye li başûrê kurdistanê. Em baverin îdî rijîma îranê nikare wekî berê bi hêsanî seqamgêriya herêma kurdistanê têk bide. Ji berku îdî herêma kurdistanê ketiye nav ewlwkariya nawnetewî û bi hêzên hevpeyman re heval bendiya dijî daîş u … çêkirye.Ger îran şaşiyek wisa bike, yê bikewe nawa qeyraneke mezinde.
 
– Hûn natirsin, ku sînaryoya Sûrî dubare bibe? Ango dijberî wergere şêweyekî ayînî (tayifî), yan jî hin deverên li jêr kontrola we bikevin destên PJAKê ?
– em tedbîrê xwe gorî hemû sînaryo û îhtimalên siyasî u leshkeri u … berçaw digirin û em bi qaweta xwe û piştgiriya gelê xwe piştrastin. Herweha di qada xebat dijî rijîma îranê, me çi nakokiyek wisa  mezin bi çi hêzek kurdî ra nine ku em nekaribin dijî rijîmê bi hevra harîkar bin yanji diji hev rawestin.
– Helwesta we ji bersiva hikûmeta herêmê li ser gefên Pasevanên (şoreşgerî) yên Îranê çi ye?
-hikûmeta herêma kurdistanê, gotin u gefên rijîma îranê gihandine me û me jî bersiva wan da ku îdî em niha wêde nikarin çarenûsa tevgera rojhilatê berchav negrin, û emejî xebata xwe gori imkan u derfeten heiy di naw rojhilatê berdewam bikin.
– Helwesta we li hember daxuyaniya Adil Murad, serkirdeyê Yekîtî Niştimanî libarê rewatiya topbarankirina Îranê ji bargehên partiya we re li Herêma Kurdistanê çi ye? Gelo agahiyên dibêjin, ku Yekîtî Niştimanî ji we xwestiye hûn operasyonên xwe yên leşkerî rawestînin rast in?
-ya bo me girîng û fermi be, helwesta fermiye yekîtî nîştimanî anku her layenek dine başûrê kurdistanê ye, nek helwesta kesek anku endam serkirdeyek ku wekî raya şexsî tê hesbandin. Heta niha cuda ji heyeta hikûmeta herêmê ji aliyê çi partiyek başûrî bi Fermi daxwaz ji me nehatiye kirin ku xebata xwe rawestînin.
– Helwesta we li hember amadebûna konsolê Îranê li parlementoya Kurdistanê çi ye?.Hûn wê yekê weke tevlîbûnekê di karûbarên Herêmê de nabînin?
– Mixabin di pêwendiyên dîplomasiyê navbera herêma kurdistanê û îranê de çi hewsengiyek nine û ji pir aliyanwe serdestî û destêverdana îranê di karubarê başûrde heye. Belkî parek ji vê kêmasiyê partiyên başûr bi xwe bin ku ewqas rê bi îranê didin destêverdana karên wan bike. Ji berku her kes dizane niyeta rijîma îranê hember kurdê rojhilat çawaye, yê hember kurdên başûr û beşên din jî wisa be û cuda ji tevlîhevkirinê çi xêrek bo kurdan nine heta beshdarya serkonsole Irane li Hewlere bikare cuda ji tevliheviye,chi xerek boy hikumeta hereme hebe.
 – Karîna partiya we di berdewamiya şerê li dijî Îranê weke hêzeke navnetewî, ya aborî û leşkerî, ku alîgirên wê, dê dest jê neberdin, ta çi astê ye?
-me biryara destpêkirina şer nedaye, seteratija xebata nû a me ji hevgirêdana xebata çiya û bajare.Ewjî bi wê wateyê ku pêşmerge u kadroyên partiya me boy çalakiya rêxistinî-siyasi u ragehandinî di nava gel da bikevne tevgere û karê siyasî bikin, lê dema rijîm êrîşa ser wan bike îdî berevanî mafê rewayê wane.Ew xebat u seteratija nû, ne ser hisaba piştgiriya çi hêzek biyanî nine ku kengî ew piştgirî nema îdî xebata mejî raweste, ew xebata han tenê ser hisaba bîr û baver û îrada netewiya gelê meye û heta destwe anîna mafê çarenûsa gelê rojhilatê kurdistanê yê dijî dagîrkarî û dîktatorî yê de berdewam bibe.
– Rastiya agahiyên, ku Yekîtî Niştimanî Kurdistan li Îraqê ji we xwestiye hûn hêzên xwe yên leşkerî derxin derveyî sînorên Herêmê çi ye?
ew îdîa ji du Aliyanwe rast nine , ne piranîya hêzên leşkiriyê me li başûrin u ne ji aliyê yekîtî u çi hêzên dinwe daxwzek wisa ji me nehatiye kirin . ji berku piraniya hêzên me ne li başûr, belkî li kûratiya rojhilata kurdistanê ne û yên başûr piranî malbat û jin û zarokin.
 
– Eger PJAK nehêle hûn şerê hêzên Îranî bikin, dê plana partiya we çi be?
me li meydana xebata dijî dîktatoriya rijîam îranê de çi pirsgirêk bi çi hêzek kurdî ra nine û me zemîna hevkariyê bi wan re heye.ji aliyek din we  ew mafê çi hêzk re nine ku xet û nîsana bo xebata çi hêzek din diyarî biket . ger tiştek wisa were holê, hingî gelê kurd û partiya me yê qerarê xwe bidin, ku çi bikin.
 
– Gelo têkiliyên we ligel partiyên Kurdên Sûriyê hene? Eger hebin, ligel kî ne, û çi xêzên hevbeş hene?
têkeliyên me bi hemu partiyên naskiry kurdên suryê re heye, em rêz ji îradeya wan bo kar û xebata siyasiye wan gorî şert û mercên heyî digrin û em hez dikin navbera wanda îtîfaq hebe û bi hevra hewl bidin mafê  kurdê rojava misoger bikin.xala hevbeshe me bi hemu hezek kurdistanire berjewendiya netewi u nishtmaniye.
 
– Helwesta partiya we ji siyaseta Erdogan çi ye?
helwêsta partiya me bo dewleta turkiyê û PKK ê çareseriya pirsa kurd bi rêya siyasî û aştî xwaziye, ne bi rêya şer û wêrankariyê ku çi aliyekê ra encamek baş nine.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…