Çend rexne li ahinga pênçemîn sal Li ser mirina seydayê Tîrêj

Mehmûd  Sefo    


 
Berî az têkevim kakila babetê biraastî seydayê Tîrêj … nemirê helbesta kurdî tîrêjek geşbo ji xetîra helbestvanên kurd …

lê mixabin sitêra can û rewanê wî berî pênç sala darijiya ji Esmanê helbesta kurdî û ber bi behşta hemereng ve çû da ko bi çive di gel mîrê helbesvana  Ehmedê Xanî û şêxê Cizîrî û Seydayê Cegerxwîn û apê Osman û malbata bedirxanîyan û hemî helbestvanên bi nav û deng ê ko nivîsînên wan îro roj bone ardûyê xetîra zimanê kurdî û ê ko bînek xweş û geş di dine sorgul û nêrgizên zerdele dinav bax û gulistanê çand û hunera kurdî de .
Birastî ez ji dil û can sipasya wan kesan di kim ê ko di karîn bi sedan keç û xûrtên kurd û xwendevan û rewşenbîr û helbestvan û syaset medar kombikin ji bo vê bîranînê li bajarê  Qamşloka evînê .. lê di eynî demde hinek rexneyên min hene li rêveberên  ahingê bi hêvîme ji min werbigrên bi singek fireh û bi mejîyek biratî :
1- komîta amadekar dîyarbo ko cara yekemîne bi karek weha dirabe ji ber ko ew bixwe ne amadebo bi rengek çak û durist çimkî mêvan tev amadebo bon ji nuva komîtê xwe sazdikir .
2- komîta amadekar ne bi rengek mafperwerî xwe nîşanda çimkî hinek nonerên partîyan hildan astek bilind û hinkê din veşartin .
3- ahing bi xwe hatibo pêkhatin ji bo helbesvanekî buha giran lewra pêwîstbo derfet bêtrîn bi dane mirovên ko di xwestin helbestê bêjin .
4- wek hate zanî herdo komê filuklorî ( koma Qamişlo ya ser bixwe , koma helbçe ) di xwestin vê ahinngê ji bo xwe bixin mîna pirekê û sere derbasbibin …
5- wek me teva nasdikir Seydayê Tîrêj ne endambo di hunddirê tu partîyên kurdî de dema ko ber bi dilovaniya xûdê ve çû li mixabin nonerê partîyekî di gotara xwede ragihand û weha got : seydayê Tîrêj andambo di partiya mede ta mirinê …. di baweryaminde av peyv hinkî ji nirxê seydayê Tîrêj kêm dike çimkî seydayê Tîrêj xwe di dît dermanê derdê hemî miletê kurd û sazmanê hemî partîyên kurda
6- ez di birsêm gelo pîvanê dana xelata di ahingê weha de bi çi rengî têne nirxandin .. gelo dilxwestine yan jê ji heskirine …!!!
diyare ta mirî jî ji bazarên ez eziyê nayêne parastin .

Dêrik 24/3/2007

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Comerd Hemdoş

​Ji dema ragihandina peymana 10ê Adarê di navbera Serok Ehmed El-Şerih û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de, diyar dibe ku ev peyman hîn girêdayî hevsengiyên hêza leşkerî û ewlehiyê ye, bêtir ku girêdayî nêrîneke siyasî ya berfireh ji bo pêşeroja Sûriyê bi giştî be. Ev peyman, têgihiştinên…

Hişmend Şêxo

“Nerînek di derbarê rewşa Sûrî de”

Di sala 2011an de qeyrana Sûrî destpêkir û ji wê demê de ji ber zihniyeta rêjîmê û nepejirandina wê ji daxwazên hemû pêkhateyên gelê sûrî re di gorankarî û çaksaziyê de û li şûn sivikirina êş û azara welatiyan û dayîna azadiyên giştî…

Mislim Şêx Hesen

Bi berfirehkirina çarçoveya lêkolînên li ser dîroka Ala Kurdî, dikare were gotin ku ev sembola neteweyî di kêliyekê de derneketiye holê, lê belê di pêvajoyeke dîrokî ya dirêj de ku bi pêşketina hestên neteweyî ya Kurdî û guhartinên siyasî yên li herêmê ve girêdayî ye, form girtiye.

Lêkolînên…

Gulistan Resûl

Ala kurdî ala meye

ew tim navnîşana meye

keske sore sipî pêre

Rojeka zer dinîvde mohre

Tirêjin wê bîst u yekin

dîroka Newrozê dikin

Ala me alek hêjaye

di dîrokê de deng daye

rengê ala me şêrîne

mixabin dinav alan de…