BÎRANÎNA XANIMEKE GIRANBUHA

Desteya Sernivîser
 
  Li 1.6.2016an, bîst û çar sal li ser
koçkirina rewşenbîra qedirgiran Rewşen Bedirxan re derbas bûn, di vê hejmarê de
ji rojnama REWŞEN me xwest em taybetmendiyê bidin kar û xebata wê xanimê ya ku,
me komela xwe û herweha rojname jî, bi navê wê yê bi rûmet bi nav kirine.
   Li 11 Tîrmeha 1909an, li bajarê Qeyserê, li
Tirkiyê, çavên Rewşen Bedirxan ronahî dîtin, ew ji malbata bedirxaniyan a xwedî
rol û kedeke gewre di dîroka miletê kurd de, û hevjîna ronakbîr û zimanzan Mîr
Celadet Bedirxan bû.
R.Bedirxan li Şamê bawernameya mamostetiyê wergirtiye û li dibistanên wê xebitiye, ew yek ji jinên navdar, xwedî roleke çalak di jiyana gelê kurd de ye, û yekemîn jina kurd ku gelek xebat û çalakiyên têvel ji bo doza gelê xwe kiriye,
çi di warê xebat û bizava netewî de û çi di warê wêje û rewşenbîriya kurdî ya giştî de. 
– Li sala 1957an de, ew wek nûnereke gelê kurd, beşdarî kongira li dijî kolonyalîzmê ya Yonanistanê pêkhatî bû.
– Li 1958an, çîrokên zarokan di radyoya Sûriyê de belav dikirin.
– Li sala 1971ê, li Umran, Kurdistana Başûr, bi vexwendina serokê şoreşa kurdî Mistefa Mela Berzanî, beşdarî damazirandina “Hevgirtina Afretên Kurd” bûbû.
– Ji bilî xebata wê ya siyasî û civakî, ew yekemîn jina kurd ku bi barê çand û wêjeya kurdî rabûbû û karê rojnamegeriyê kiribû û di kovara Hawarê de, bi kurdiya latînî nivîsandibû.
– Ji bilî zimanê dayikê, R.Beddirxan bi Tirkî, Erebî, Frensî, Îngilîzî û Elemanî dizanî.
-Pir berhemên giranbuha afirandin, hinava pênûsa wê bêtir berve wergerandinê diçû.
Belê, rûpelên kar û xebata R.Bedirxan yek bi yek di jiyana kurdan de cihekî berz girtine, ma ne hêja ye ku em her sal wê bibîr bînin û navê wê li cihekî bilind deynin?!
 
Gotara seretayî ya hejmara 17 ji rojnama REWŞEN. 
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…