Newroz

Pîroznameya Newrozê ji helbstvan Arjen Arî ji bo Konê Reş Helbeste an Piroznameye ?

  Seydayê hêja û Xoşewîst!
Dema nêrgizan e.
Li Amedê,
li ber nêrgizfiroşan gurz bi gurz,
ta bi ta,
di teştên naylonî de nêrgizên rûzerîn,

bi peyayên li ser peyarêyan diherikin û
bi nazenînî dibişirin.
Xirecira bajêr,
xemên rojane,
mitaleyên ku di dil de
bûne taxe,
çavên gelekan kor dike;
Ne li bişirîna nergizan hay dibin,
ne jî bîhna wan a emberî wan sermest dike.
Ne bi destê min e;
Her ku nêrgizan dibînim,
li kîjan erda Xweda bim,
nêrgiz dildara min a yekemîn
ku dil da dû  û li dû ma,
bi dû re jî navê Nêrgizlokê tînin bîra min.
Seydayê min!
Bila xet a heyî nebin sersed
di navbera min we de.
Ez bi qasî we Binxetî,
hûn bi qasî min Serxetî ne.
Û em herdu Kurdistanî,
herdu peyrevê Xanî ne.
Ji we re,
ji milkê dilê xwe
ji Amedê
Qevdên nêrgizan dihinêrim,
û Cejna Neteweyî Newroza Pîroz
li we,dostên we,û hezkiriyên we pîroz dikim.
Bi hêviya welatekî ji sînorbendn xalî…

Arjen Arî

Amed

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…