RÛPELEK JI LÊNÛSA JÎNÊ

Vejîna Kurd
 
Azarî, mîna solînên berfê, bi aramî
bi ser govdeya demê de dibare..
Sekeratên şahiyê yên ku ji gewriya
welatekî birîndar diherikin ser dêmên rojê û sirûdên koçberiyê  yên ku her kêlîkekê li ser lêvên sînorên  westiyayî dubare dibin giyanan berve beyabanên
bêzariyê dibezînin û çavên şevê nîvgirtî dihêlin..
Belê..
li welatê min kolanan stranên bêdengiyê li ezber kirine, deşt, gund û  bajarokên me  bi xwe bûne darebest û mirin, aso kirasekî  reş bi ser bejna xwe de berdaye û goristan jî hîn birçî ne.
Buharê xwe ji çîvçîva tilûran û kenê nêrgizan şuştiye û bi xemgîniyê avis bûye..
Kal û pîran milên xwe dane axînên payîzê,  kevirên çîrokên kovanbar di mist xwe de dişon, ayet û sifretekwînên mayînê dixwînin, û li mizgeftan nimêja xelasiyê dikin.
Keç û xortên ku hîn ji pelandina zaroktiyê têr nebûne, xwe ji welatê şêrîn re dikin canfîda, keziyên  xakê bi xwîna xwe hene dikin,  û coşê didin govenda azadiyê..
Dayîkan jî pişta xwe dane dîwarên nîvhilweşî û hêviyên sêwî di nav lepên jiyanê de dilorînin, nameyên zarokên xwe yên ku sînor bi gavên xwe derbas kirine dixwînin, carina jî li ser malên xwe yên wêrankirî, malbatên xwe yên belavkirî  û karwanê pakrewanan yê ku li her sibehekê oxir dibe lehiyê rondikan dibarînin, belê.. her rondikek çavên wan deryayek ji birînên mirovahiyê ye…
Xwedêyo..!
Gelê min xewn û hêviyên xwe di nav êgir de dipêçe, keziyên Kobanê, Qamîşlo û Efrînê bi tîrêjên rojê şeh dike û bi vîna mayînê dihûne.. bi milyonan dîlana kul û derdan digerînin, ma qey Xwedêwenda aştiyê jî ji vî welatî koçber bûye?!!
Li şengalê, hovên bi navê Xwedê keçên me revandin, li bazarên Mûsil û Reqayê mîna lawiran firotin, Zeredeşt pir lome û gazin kirin, lê sed mixabin mirovatî ker, kor û lal e..
Erê Xwedêyo.. Em bawer in ku ev rûpeleke ji lênûsa jiyanê ye û  tu kes nikane xumxuma Ferat, Dejle û Efrînê rawestîne, tu kes nikane zimanê çil milyon kurd bihelîne,  lê tenê em ji wan dipirsin: 
Kurdino…! kengî hûnê bibin yek?!!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…