Çend gotin di pênc saliya koçkirina Seydayê Tîrêj de

  Konê Reş

   Wek ku diyare, tev şîn û şadiyên kurdan di meha adarê de ne, ta bi koçkirina seydayê Tîrêj jî, di 23 ê vê mehê de bû. Ango ev pênc sale ku seydayê Tîrêj ji nav me barkiriye.

 Bi vê helkeftinê kêfxweş dibim ku guhdaran serwextî bandora seydayê Tîrêj di nav helbestvanên kurdên Binxetê de bikim.
   Wek ku hûn tev dizanin, di dawiya salên 1970î de û destpêka salên 1980î de, piştî ku kurdên me ji bakur û başûur sirgûn û mişextî Binxetê bûn, hingê geşbûnek rewşenbîrî û şiyarbûnek zimanhezî, xurtir ji berê, di nav me kurdên Binxetê de peyda bû û serê xwe bi  bilindî rakir..Ta wan salan kêm kesan ji me, navê Seydayê Tîrêj sehkiribû, tevî ku seydayê Tîrêj nivîskarek ji nivîskarên kovara Roja Nû bû, ewa ku li Beyrûtê, ji rex Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan ve dihat weşandin ..Hingê piraniya me, me navê Cegerxwîn, Melayê Cizîrî, Ehmedî Xanî û Feqehê Teyran bihîstibû û naskiribû ..Lê vê paşiyê, bi rêka dengê bihiştî Mihemed Şêxo û stranên wî yên ji gotinên seydayê Tîrêj wek:
Firyad û sed ax û eman
Ez ketim ber êş û bela…
An:
Erê şûxê erê canê
Tu wer dam biçne seyranê…

   Em serwxtî navê Seydayê Tîrêj û helbestên wî bûn. Û wiha ta ku dîwana wî (Xelat) di sala 1984 an de çap û belav bû û di peyre Zozan û Cûdî..Hem jî em bi dengê Saîd Gabarî û vê helbesta seydayê Tîrêj, eva ku cihê xwe di dilê guhdaran de bi xurtî hiştiye û bandora wê di civata kurdî de heye:

Ey bilbilê dilşadî wer bes bike fîxan
Derdê me girane bira, birîna me kure..

   Wiha piştî ku helbestên SeydayêTîrêj bi dengê Mihemed Şêxo, Saîd Gabarî û gelek dengbêjên kurdan yên din hatin gotin, ew kesên kurd yên ku evîndarên peyva kurdî a resen bûn, dane ser şopa seydayê Tîrêj û xwestin ku ew jî mîna wî û seydayê Cegerxwîn, Yûsif Berazî, Umerê Lalê bibin helbesvan..û wiha di vê navê de bandora helbestên Tîrêj bez û eşkere bû..
   Di berzbûna navê seydayê Tîrêj de û navên mîna wî yên li jor me gotin, û bi çapkirina dîwanên wan re, evîndarên zimanê kurdî û hezkerên hunandina peyva kurdî peyda bûn û bi belavbûna zimanê kurdî û toreyê re gelekan dane ser şopa seydayê Tîrêj û Cegerxwîn..Ta ku vê paşiyê, nifşekî nû bi rengekî nûjen berhemên xwe yên helbestî hunandin..
   Bi hatina vî nifşê nû re, nexasim ewên ku serwextî wêje û çanda gelên cîran bûn û bi zimanên wan cîranan tûrikê xwe ji rewşenbîriyê dagirtibûn, wan jî bi rengê nûjen helbestên xwe danîn û yên wek Tîrêj, Cegerxwîn, Yûsif Berazî, Omerê Lalê û Ehmedê Şêx Salih man ji kilasîkên kurdan..Tevî ku hêjî gelek ji xortên me, bi rengê kilasîk di bin bandora Cegerxwîn û Tîrêj û yên mayîn de helbestên xwe dihunin..Hem jî wek ku diyare her u her wê cûdahî di navbera kilasîk û nûjen de hebe..Bele her seydayê Tîrêj dimîne xwediyê bandoreke cîgirtî di nav xort û keçan de..
Bi vê helkeftina pênc salî ji koçkirina Seydayê Tîrêj em bihuşta rengîn wek mal jêre dixwazin û bele serê malbata wî, gelê kurd û evîndarê wî sax be.

Konê Reş   /  Qamişlo  23/03/2007 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...