Senar
(Mûsa Qulîkî Mîlan)
1394
Kezeba Min
Ez çûme Deryaya Sipî,
Min dît ku li perava wê;
Mirovahî xeniqiye!
Û perçeyek kezeba min,
Bi navê Alanê Kurdî;
Li ava sar herikiye!
Çend Helbestên Hînkariyê:
Adar
Adar meha baranê,
Meha ger û seyranê.
Meha gula berfînê,
Ya hebûn û vejînê.
Meha kesk û sor û zer,
Hêşîn dibin hemû der.
Gul, gupikan ve dikin,
Pirpirok wan şe dikin.
Wîtewîta bilbilan,
Geş dikin can û dilan.
Xuşexuşa çeman e,
Ji dil dibin xeman e.
Keç û xort li seyranê,
Hev ra digrin dîlanê.
Dû Adarê, Nîsan e,
Bihişta Kurdistan e.
Adara 2009’an – Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)
Bihar
Roja bîstyekê Adar,
Dibêje ez im bihar.
Hewa êdî germ dibe,
Ax hêdîka nerm dibe.
Dihele berfa herda,
Baran dibare serda.
Têrav dibin çem-kanî,
Kesk dibin çiya-banî.
Erd kirasekî rengîn,
Li xwe dike bi lezgîn.
Gul-gupik hev dialin,
Hemû candar xweşhal in.
Bayê bakûr dibeze,
Dibexşe ruhê taze.
Derdikevin morî, mar,
Ji kunên xwe ewên sar.
Li mêrgan berx û karik,
Bazdidin bi pirkepirk.
Çûkên koçer bi hev ra,
Vedigerin ser wara.
Xelk diçine seyranê,
Digerînin dîlanê.
Adar û Nîsan, Gulan,
Biharê dibin mêvan.
Nîsana 2009’an – Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)
Havîn
Dû biharê havîn e,
Demsaleka rengîn e.
Tetîl dibin dibistan,
Navberê didin dersan.
Zarok dilîzin hev ra,
Geh li vir geh li wira.
Nav gulan û ber çeman,
Diborînin xweş deman.
Dema den û bêderan,
Dema kêfa koçeran.
Him pezvan û him cotkar,
Hev ra dibin alîkar.
Bîr dikin derd û xeman,
Berhev dikin berheman.
Şîr û rûn û keşk û mast,
Serşîr, toraq û tomast.
Ceh û genim ên mayî,
Berhev dikin bi şayî.
Hezîran, Tîrmeh, Tebax,
Ew havînê dikin dax.
Hezîrana 2010’an – Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)
Payîz
Pey havînê payîz e,
Ba dike vîzevîz e.
Zer dibin pelên daran,
Dar ditewin bin baran.
Roj kurt û xweşik dibin,
Şev dirêj, hênik dibin.
Zarok diçin medresê,
Destpê dikin bi dersê.
Koçerên li zozanan,
Bar dikin germiyanan.
Zêde dibe sur-serma,
Xweş tê sobe û germa.
Çûkên koçer ji sermê,
Difirin ber bi germê.
Îlon û her du Çirî,
Payîzê dikin gurî.
Îlona 2009’an – Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)
Zivistan
Dû payîzê zivistan,
Xwe davêje ber-bestan.
Sirûşt wek bûkek cindî,
Xwedike dêrê sipî.
Rût û tezî dibin dar,
Xew ra diçin mûr û mar.
Zar bi berfê dileyzin,
Li hev diçin, dibezin.
Rûyê çem û rûbaran,
Qeşa digre her deran.
Ji ber seqem û sermê,
Tê zanîn qedrê germê.
Kal û pîr bo zarokan,
Dibêjin xweş çîrokan.
Nêçîrvan diçin ravê,
Sibê ta nîvê şevê.
Her du Kanûn û Sibat,
Merivan dihêlin mat.
Kanûna Pêşîn a 2009’an –Senar Mûsa Qulîkî Mîlan)
Gur û Ruvî
Ruvî çû cem gur û got,
Rewşa te dilê min sot.
Sibê heta êvarê,
Direvî wek her carê.
Divê em bi davikan,
Bixwin goştê hilikan.
Gur got çi ye? Ya ruvî!
Gilêz kişya ji devî.
Ruvî got, tu guh bidê,
Ya dest dike, nake dê.
Ez ê bazdim nav golê,
Wardekan derxim çolê.
Ji nişkê va tu bazde,
Bigre ji wan deh-dazde.
Bazde bi çifta gura,
Nesekine li wira.
Ez ê san bixapînim,
Dor golê bibim, bînim.
Para min tenê duda,
Bihêle landa xwe da.
Ruvî ber bi wardekan,
Xwe mûçkir wek dizekan.
Lê gur bi hêz û heybet,
Li rex gola avê ket.
Seyên gurêx bezandin,
Gur li wir gevizandin.
Ruvî wardek nêçîr kir,
Hevalê xwe ji bîr kir.
Gur bi hezar zehmetî,
Ji devê san filitî.
Şîva ruvî bû wardek,
Lê ya gur gez û kotek.
Kanûna Paşîn a 2010’an –Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)
Zozan
Zivistan çû, hat bihar,
Qulingan kirin hewar.
Bû qingeqinga wana,
Li hev çûne serdana.
Firyan li pey koçeran,
Nesekinîn tu deran.
Berê xwe dan zozanan,
Gihîştin mêrg-çîmenan.
Bêrîvanan pez dotin,
Dengbêjan kilam gotin.
Sewta wan ya qulingan,
Ket nav newal û zangan.
Keç derketin nav malan,
Weke karên xezalan.
Hev ra çûne pincarê,
Sibê heta êvarê.
Berav kirin sîr, mendik,
Ribês û tirşo, gûlik.
Elegez, siping, silmask,
Sipîtang tevî pêqask.
Dîsa çûne seyranê,
Bindarûk û dîlanê.
Bi hev ra kilam gotin,
Hinavên xortan sotin.
Havîn xweş derbas kirin,
Keç, xortan hev nas kirin.
Payîz hat bi gujeguj,
Erd û esman tev bûn mij.
Xelk ber bi germiyanê,
Rê ketin li zozanê.
Qulingan dane dû wan,
Çûn, li cî hîştin zozan.
Sibata 2009’an –Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)
Dîk û Mirîşk
Dîkê sipî bi heybet,
Bazda rex mirîşkê ket.
Got çî ye ev qirteqirt?
Dengê te gund bi tev girt!
Serê me, tu dikî dew,
Ji çavan derdikî xew!
Tu hêkekê kardikî,
Cîhan xeberdar dikî.
Xelk hêka te dibîne,
Qirteqirt pêwîst nîne.
Hewcî gotinê nîne,
Gulav xwe bînê tîne.
Erka me karkirin e,
Ne rihetî birin e.
Weke min serbilind be,
Delalê dilê gund be.
Bang didim ez dem bi dem,
We diparêzim bê xem.
Qet li ser xwe da naynim,
Çûnkî pêwîst nizanim.
Dema me erk pêkanî,
Ji xwe xelk pê dizanî.
Adara 2010’an –Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)
Ker û Hêştir
Ker û hêştir bûn bira,
Pêyman girêdan hevra.
Ker nezîre wek berê,
Seda neçe her derê.
Hêştir lotikên berê,
Nevêje li her derê.
Nekevin destê karwan,
Neçin bin barên giran.
Zozanek peyda kirin,
Dilê xwe pê şa kirin.
Zozan nîbû, bihişt bû,
Ji av û gulan mişt bû.
Ji gul-gupikan pêştir,
Nîbû xwirê ker, hêştir.
Mixabin ev rewşa ha,
Ta dawî wan ra nema.
Karwanek hat, bihurî,
Kerê me nesitirî.
Çav karwên ket û zirya,
Hêştir ecêbmayî ma!
Merivan ew seh kirin,
Hatin her du jî birin.
Barekî zexm lêkirin,
Tevî karwên rêkirin.
Nîvê rê da ker westya,
Bin barê giran da ma.
Bi neçarî barê wî,
Dabeş kirin li yên dî.
Ker dane pişta hêştir,
Dîsa ajotin li wir.
Li devê astenga rê,
Lota hêştir hat bîrê.
Got kero dema min e,
Lot hatye, xema min e!
Ker çiqasî ber gerya,
Hêştir nebihîst, revya.
Lotek, dudu ku avît,
Ker di binê gêlî dît.
Adara 2010’an –Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)
Baz û Kusî
Bazekî gelek birçî,
Hat venişt li cem kusî.
Ji destê birçîbûnê,
Qudûm tinebû rûnê.
Kusî pirsî çi hal e?
Eva çi nalenal e?
Bazî got rewş xirab e,
Dilêm bûye kibab e.
Ne xwirek e, ne nêçîr,
Wê çi bike bazê pîr?
Dilê kusî şewitî,
Ji rewşa bazî gotî.
Got birê baz bi şertê,
Ku nekî îxanetê;
Riya nêçîrê ez ê,
Nîşan bidim bi lezê.
Got kusî dilniya be,
Îxanet bo te nabe.
Tu qenciyê dixwazî,
Gelek baş û xêrxwaz î.
Kusî got ev perava,
Tijî kusî ne zûva.
Heftê ji wan çar-pêncan,
Bigre di nava pencan.
Pirde hewa, li wira,
Bavêje ser kevira.
Dema ku keşt pişta wan,
Dev bavê tenişta wan.
Firavîn, şîv û taştê,
Bixwe heta ji te tê.
Baz li wir xwe hişyar bû,
Got eva xweş biryar bû.
Lê tu min bibexşîne,
Di min da hêz qet nîne.
Bikevim pey kusiyan,
Kusî nebûn, masiyan.
Neqdê bi deynê nadim,
Lewra gelek berbad im.
Girt kusî, pirda hewa,
Tam li jorê ew berda.
Kusî hat li kêvir ket,
Tasa pişta wî jî keşt.
Baz, danî li teniştê,
Veçirand goştê piştê.
Kusiyan ser bûyerê,
Şêwirîn li wê derê.
Gotin wî bi destê xwe,
Xera kirye bextê xwe.
Pêwîst nake dû wî şîn,
Lewra ew bûbû xayîn.
Nîsana 2010’an –Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)
———–
[1]-Ev helbest di bin bandora çîroka gelêriya bi navê – Zirîn û Lotik- da hatiye vehandin. Binhêre: Saginç, Feqî Huseyn; Çîrokên Kurdî (Fabl); Enstîtuya Kurdî Ya Stenbolê, 1999
[2]-Ev helbest di bin bandora çîroka gelêriya bi navê -Qertel û Kusî- da hatiye vehandin. Binhêre: Malpera telia. com.