Nameya General Mele Mustefa Barzani di sala 1947an de ji Stalîn re

Konê Reş 

Bi helkeftina 37 salan di ser koçkirna Barzaniyê nemir re werin em nameya wî, yak ku di sala 1947an de ji Stalîn re şandiye bixwînin.
NAME – I 
General Mele Mustefa Barzani, Name ji bo Stalîn
Mareşalê Mezin ê Yekîtîya Sovyetan Serok Stalîn re 
Moskowa 
Di wê roja Leşkerê Sor xebata ji bo wekhevî, rizgariya mirovatî û azadiyê pêşkêşî cîhanê dike, di wê roja tîrêjên wekhev û azadî yên welatê Sovyetê ronahî dide, ez li ser navê gelê kurd vê nameyê û raporê di derheqê hinek milên rewşa kurdên Îraqê de ji we re dinivîsim. Ricaya min ew e hûn bala xwe bidinê.

Mareşalê min ê mezin: Wekî ku hûn agahdar in, bi navê kurd gelek heye. Li ser erdekî ku dikeve navbera Îraq, Îran, Tirkiye û Sûriyê dijî. Ev gelê han her ji kevin ve xwediyê ziman û netewayetî û awayê sosyolojîka xwe ye. Piştî şerê Cîhanê yê Yekem, dema ku hevpeyman bi ser ketin, ev gelê han hat perçiqandin, ji ber sebebên siyasî di navbera Mezopotamya (Îraq), Îran û Tirkiyê de kirin sê beş. Hemî wextê ji ku wek li gelên din ji bo azadiya xwe dest bi têkoşînê kir, ji ber sebebê siyaseta bindestkirin û zordarî ya îngilîzan, ku tu car bi azadî û serxwebûna Kurdistanê re nebûye, bi ser neket. Niha dawî bi ser hatiye, li gor wefayê we di derheqê mafên azadiyê yên hemî gelan, gelê kurd jî wekî gelên din, ji bo azadiya xwe dest bi xebatê kiriye.
  Mareşalê min ê mezin: Ji kurdên Îraqê re ronî bûye ku siyaseta dewleta Îngilîz ji bilî bindestî û zordariyê, mebestek wê ya din ji ortêrakirina vî gelî ye. Ji ber vê me kurdên Mezopotamyayê biryar daye ku em bi zorî bigihîjin mafên xwe. Ji ber ku hemî hewildanên me yên ji bo gihîştina vê mebestê bê feyde man, ji ber vê em li diji dewleta Îraqê rabûn. Em dizanin ev dewleta han li ser destûra îngilîzan dixwaze me ji ortê rake. Me jî biryar da ku ji bo gihîştina azadiya xwe û naskirina me wekî insanan em bi awakî serbilindî xwe bidin kuştin. Em niha di nav şer de dijin.
Mareşalê serok: Di vê dema han de ku ez vê nameyê ji te re dinivisîm, balafirên Îraqê bi alikariya ingilizan bajar û gundên Kurdistanê bombebaran dikin, hêzên wan ên zordar bi top û teyareyan li dijî desteyê çekdarên kurd ku ji bilî tivingê tu tişteki din di destê wan de tune, şer dikin. Bi ser vê de jî, ew navçeyên me azad kirine, me azadî û xwemuxtariya xwe îlan kiriye, em dixwazin wê biparêzin û me hemî imkanên xwe ji bo vê mebestê amade kiriye.
Mareşalê gelên bindest ên tên perçiqandin: hemî dinya û bi taybetî kurdên Îraqê agahdar in ku we karekî mezin ji bo azadî û serxwebûna gelan kiriye, ev hemî tiştên ku em dibînin ji nişanên vê rastiyê ne. Ji ber vê, em bala we ya pîroz ji bo van daxwazên me yên xwarê dikişînin:
1- Alîkariya maddî û çekdarî ji me re bê dayîn.
2- Şoreşa me şoreşeke pîroz a gelî bê qebûlkirin.
3- Em amade ne wekî komareke azad di bin piştevaniya we de bin.
4- Di kanalên siyaseta derve de alîkariya me bê kirin.
5- Em amade ne pêwendiyên siyasî, aborî, kulturî û leşkerî bi we re deynin.
Em çaverêya hewlê we yê payebilind û ji bo rizgariya me nêrinên we yên biqîmet dikin.
Bijin, her zindî bin ji bo asayîş û jiyana baş a gelên Sovyetê!
Bijîn, her zindî bin ji bo asayiş û jiyana baş a gelê kurd.
Silav ji Kurdistana azad a li Îraq û Îranê.
Fermandarê Leşkerê Azadî û Şoreşa Gelê Kurd li Îraqê
Dostê we: Mustefa Barzanî
1. General Mele Mustefa Barzanî, Name bo Heval Stalîn, Arşîva Russia
2. Evîn Çiçek La déportation des Kurdes, p.2 Paris

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Îsal, Înîsiyatîfa Helbestî ya “Kathak” li Bangladeşê biryar da ku xelata wêjeyî ya navneteweyî “Kathak” pêşkêşî helbestvanê Kurd Husên Hebeş û hinek helbestvanên din bike. Herwiha wan di dayîna xelatê de nivîsandibûn ku “Ji ber beşdariya wî ya berbiçav di wêjeya cîhanê de, ligel çend helbestvanên din yên pir girîng di cîhanê de”….

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..