Mirov li partiyên Kurdistanî bi giştî, û li yên Rojavayê Kurdistanê bi taybetî matmayî dimîne, doza azadiyê dikin lê nahêlin mirovên kurd azad bifikirin. Jixwe berî çareserkirina pirsa kurdî, pêwiste nakokî û pirsgirêkên navxweyî yên partiyan bên çareser kirin.
Ana li Rojavayê Kurdistanê(R.K) bêtir ji 50 partiyan hene, ew jî encama nakokiyên navxweyî yên kesane û nepejirandina raya cudaye.
Eger di nava partiyan de qebûlkirina raya cuda hebûna, wê ewqase perçebûn çênebûna û jimara zêde ji partiyan derneketa holê. Li hevdû guhdarî kirin tune, rexne tune, zihniyet û mêrantiya çareserkirina pirsgirêk û nakokiyên navxweyî tune, hemû rê li pêşiya çareserkirinan tên girtin, êdî perçebûn dimîne çareseriya yekane.
Partî tên damezirandin daku rêberiya gelan di hemû qonaxan de bikin, û civaka giştî ber bi guhertinên baş û çê de bibin. Lê piştî 50 salan ji damezirandina yekemîn partî(1957) li R.K, hîn jî bi eynî şêweyê êlayetî têkildarî civak, cîhana siyasî û çareser kirina nakokî û pirsgirêkan dibin.
Ew jimara zêde ji partiyan bûye pirsgirêkek mezin, her partiyek bi tenha xwe pirsgirêkeke, çimkî ne li hev kirina wan di xalên sereke de pirsgirêkek bi serê xwe ye, û bandora xwe li çarenûs, biryar û yekrêziya gelê kurd dike. Bêtara herî mezin ew e ku jimara endamên hin partiyan nagihê jimara tîmeke gogê, texmîn dikin ku bêyî wan pirsa gelê kurd çareser nabe û ne li ser destê wan be Kurdistan rizgar nabe, êdî dibin pirsgirêk. Mirov bi hesanî dikare bêje; wek ku partiyên R.K bi pirsgirêk û nakokiyên navxweyî ve mijûl bûne, ewqasî rû bi rûyî dijminan nebûne. Nimûne gelek in, lê hema di pênc salên borî de ku li Sûriyê bi giştî şoreşek li dar e, pêwist bû partî yekrêz û rêkeftî bin, gelek rêkeftin hatin imze kirin, wek; Hewlêr 01, Hewlêr 02, Desteya Bilnd, lêvegera Siyasî û rêkeftina Duhokê, lê mixabin hemû bi ser neketin, û partî ji hev û du belawela bûn, hin tev li ENKS bûn, û hin tev li Tev-Demê bûn û hinan jî Hevbendiya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê damezirandin. Hersê dezgeh jî ne li hev in, lê belê her dezgehek texmîn dike ku ew bi tenê li ser riya rast e û yên din şaş û li ser riya xwar in.
Di pênc salên borî de, rewşa R.K ji her kurdekî re diyar e. Ji ber ku partiyan nikarîbûn an jî nexwestin li hev bikin, pirs û biryar û çarenûsa gelê kurd winda, bênirx û bê bandorma. Partiyan nikarîbûn rêberiya cemawerên kurd bikin, nizanîbûn qonaxê bixwînin, nikarîbûn xwe biguherînin, her wiha nikarîbûn bernameyek zelal boyî çareserkirina pirsa kurdî li Sûriyeyê bidin pêş, û di gelek wextan de bi hev ketin, hevûdu tune û qedexe kirin, ev yek bû egera ku gelê kurd bê rêber û bê çare bimîne, êdî koçber bû û li gelek welatan bû penaber.
Di 26/10/2011an de, perçebûna yekrêzî û helwest û gotara kurdan destpêkir, wexta Pyd dev ji kongireyê damezirandina ENKS berda, û çû tev li Heyeta Tensîq bû. Xwezî bi wilo tenê, êdî şerê hevûdu kirin. Jixwe di dûv re Pyd kanton ava kirin û bû deshilat, wê deshilatê mafê mirovan bin pê kir, çalakvan girtin, kuştin, xwepêşandanên li dijî rêjîmê qedexe kirin. Û çimkî di rêbaz û naveroka kantonan de tiştekî diyar boyî netewe û mafên rewa yên gelê kurd tune, êdî pirsgirêk di navbeyna Tev-Dem û ENKS de dijwartir bû, pyd zor û zext danî ser rewşa jiyana rojane, endam û alîgirên ENKS girtin, sirgûn kirin, di eynî wextê de, li Qamişlo wek nimûne rêjîm çi dike nake pyd bêdenge. Pyd zarok bi zorê birin leşkeriya xwe ya neçar û qedexe kir Pêşmergeyên Roj derbas bibin û berevaniyê di ber xak û xelkên xwe de bikin. Di eynî wextê de, pyd wek deshilat bi tenê guh da siyaset û leşkeriyê, û jiyana rojane û peyda kirina pêdiviyên jiyana rojane piştguh kir, êdî rewşa jiyana rojane aloztir bû, nan nema, av nema, êdî kurd penaber û koçber bûn.
Di vê qonaxê de, û di encama tecrubeya kesane de, gelek caran tê bîra mirov ku, eger ENKS, yan jî partiyên din deshilat bûna, bêşek wê ne bi gelekî ji pyd baştir bûna, helbet emê li diktatorî û kiryarên Pyd poşman bibûna. Yaho “sîrek nare qûna wan“, hema wek nimûne ku mirov wan rexne dike, dibêjin: hûn kîne me rexne bikin, yan devê xwe bigrin û yan jî fermo vegerin û şûna me bigrin.
Li dawî, di encama pênc salên borî de, partî bêtir ji siyasetê welatparêziyê dikin. Welatparêzî jî ne siyaset e, mirovê ne siyasî be wê tim û tim bê xapandin, û wê nikaribe mafan bistîne. Û xala herî dawî ew e, taku pirsgirêk û nakokiyên navxweyî yên partiyên R.K çareser nebin, û eger hat û Sûrî perçe jî bibe, wê gelê kurd negihê mafê xwe.
Hollenda,16/02/2016
www.qadoserin.com