Berê Civaka Kurdî Li Kû Ye?

Vejîna Kurd

Civakbûn mercê hebûna cinsê mirov e, û tiştên ku civakê pêk tînên û wê dikin civakeke serbixwe ziman, dîrok, çand, ax û berjewendiyên hevpar in. Yanê ji her civakekê re çandeke taybet bi wê heye û ew bi wê çandê dibe civakeke cuda ji civakên din. Di vî warî de rola her mirovekî di civaka xwe de heye, lê ji aliyekî din ve jî, civak nasname û kesayetiya mirov e. Ango her mirovek çanda xwe ji civaka xwe werdigre.

Weke ku hatiye zanîn, civaka kurdî ji hezarsalan ve, li ser xaka Mezopotamiyayê jiyan dike. Li deşt, çiya, gelî û newalên wê şaristaniya xwe ava kiriye û tevlî ku Kurdistan bûye bêdera parvekirinê ji aliyê dagîrkeran ve, lê Kurdan ziman û reseniya civaka xwe bi şêwekî baş parastine, û li gor xweristiya civakbûna xwe jî, li ber pêlên guhartin û helandinê rawestîne.
Ma gelo çi hîştiye civaka kurdî li ser lingên xwe bimîne û ji civakên veterestî were jimartin?!!
Di dirêjahiya dîrokê de baş xuyaye ku civaka kurdî dikare her dem li ber xwe bide û herweha gelê kurd xwîn û giyanê xwe qurbana hebûna xwe bike.
Ya ku civakekê li ser pêyan radiwestîne û wê ji pişaftinê diparêze berî her tiştekî xak û nirxên netewî ne, kirdeyên wek sinc, zihniyet, hezkirina xakê û hemû cureyên zargotinê ne. di vî warî de, civaka kurdî ta astekê xwe parastiye. Belê..ew civakeke pêşketî û xweragir û dewlemend e.
Tevlî ku para rastiyê di van tevahiyan de heye, lê em ji bîr nekin ku xaknîgariya Kurdistanê ya çiyayî jî roleke girîng di parastina civaka kurdî de lîstiye, û bandora neyînî ya civakên derdora xwe derbasî nav xwe nekiriye.
Rewşa ku niha civaka me ya kurdî tê re derbas dibe, rewşeke sawdar e, îro rêjeya koçberiyê bilindtir dibe û tirsa guhartinên civakî di nexşeya civaka Kurdî de bilind dibe. Pirsgirêka koçberiyê gihaye astekê ku metirsî heye ku civaka kurdî ji hin aliyên reseniya xwe ya civakî were derxistin, ji ber ku koçberî û penabertî jihevkirinê di laşê civakê de peyda dikin. Kurd ji welatê xwe koçber dibin û li aliyê din jî, biyanî derbasî civaka wan dibin û li şûn wan cih digirin.
Dema civakek dest ji xaka xwe berde û endamên xwe radestî civakên biyanî bike, ne hêsan e ku ew mirovê penaber kanibe xwe û zarokên xwe ji çanda nû biparêze. Hatiye dupatkirin ku bi demê re ewê di wê civakê de werin pişafitin, ji ber ku, bingeha avakirina civakê erd e, û koçberî sedema rûxandina wê bingehê ye.
Di va qonaxa hestiyar de pêdiviyeke mezin heye ku ne tenê siyasetmedar û rewşenbîr, lê hemû kurdperwer xwe bavêjin qada civaka xwe û ji êşa gelê xwe dûr neçin. Divê nifş bi bandorên vê pirsgirêkê agahdar bibe û hezkirina girêdana wî bi xakê ve di dilê wan de were vejenandin, divê ew bi kesayetiya civaka kurdî ve were girêdan. Bêguman, di vî warî de pêwistiya perwerdê pir pêwîst e, û rola ronakbîran jî, zor girîng e.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…