Efrîn Dorpêçkirî ye, Lê Çi Ji Me Tê Xwestin

Merwan Berekat

Ev bû demeke herêma Efrînê ji aliyê tundrew, terorîst û mejîtariyan ve dorpêçkirî ye, û li piraniya sînorê herêmê şer berdewam e. Lê roj bi roj serkeftin li pey serkeftinê ji aliyê Hêzên Parastina Gel ve tên tomarkirin. Tiştê ku mirov jê seyr dimîne ew e, ku di vê rewşê de, hin ji Kurdan hewil didin ku bi hemû awayan nakokiyên navxweyî gur bikin!?
   Bêguman ji mafê her partiyeke Kurdî ye, ku ew nêrînên xwe yên siyasî bide, û ji mafê her partiyekê ye jî, ku rexneyên xwe li rêvebiriya xweser bike. Û ya rastir ew e, ku her partiyek li xwe vegere û berjewendiya partîtiyê nede pêş ya kurdayetiyê.

   Belê; qunaxa ku Kurd têre derbas dibin, ew pir hestewar û nazik e, ji ber wê jî, eger em baş guhdarî hev nekin,  yekrêziya xwe ava nekin û ne bi yek nêrîn û piroje bin, bila em tev di wê baweriyê de bin, ku emê pir mafên xwe yên rewa derdin.
   Dema ku mirov şivliv û tevgera dewletên mezin wek Emerîka, Rûsiya, Ewrupa…. Dişopîne û wê baş raçav dike, ew digîne encama, ku hêdî hêdî çirûskên çareseriya qeyrana Sûriyê lêdidin. Ji ber wê jî, her ku yekrêziya tevgera siyasî ya kurdî li Rojavayê Kurdistanê rojekê pêş de ronahiyê bibîne, ewqas Kurdê bikaribin li ser maseya danûstandinê bi hêz bipeyivin.
Hin Me dorpêç dikin, hin tevdigerin ku di çareseriya qeyrana Sûriyê de gelê Kurd bê maf bimîne, eger hebe jî bila li gor daxweza wan be, û hin jî bi roj û şev pilan û pîlanan digerînin ku Kurd li hev nekin. Di vir de piresek xwe davêje ber destên me, ew jî ev e: Ma gelo; li heber van pilan û pîlanên xêrnexwezên gelê Kurd, divê em çi bikin??  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…