Mela Ehmedê Namî di 40 saliya koça dawî de

Samî Ehmed Namî

Mela Ehmed kurê Mehmûd e (1906-1975). Namî navnîşanê torevaniyê bû ko Mela Ehmed li xwe kiribû û ivîsandinê xwe bi vî navî dixemilandin.

Namî di destnivîsa xwe de, Çiko Li Bîr Im dibêje:

Di sala 1906an de, heyva gulanê li gundê Erbetê hatime dinyayê, pênc pêhisiyên min Hewasî Elxems حواسي الخمسة) ) li wî gundî agadar bûne. Ango bi bîna gul û sosinan û bi dengê şalûl û bilbilan û bi dîtina tîrêjên roja jîndar û bi hingiftin û destdana berê dayikeke kordî û li tamkirina şîrê bustanê wê dayikê tamdar û beşdar bûme.

Paşê ez bi dergûşeke darî ji darên çiyayê Kordistanê, li ser erd û di bin azmanê wê de, bi destekî kordî hatime hejand in, ta ko bûme du salî.
Jê û pêve ez di himbêza dê û bavê dilovan de, bi delalî hatime xwedî kirin. Bê pesin, herwekeî xelkê gund dîtibûn û digotin…
Namî li gelek hicrikên feqehan xwendina xwe berdewam dikir weke Erbetê, Kertiwênê, Êstilê, Kercosê, Darê, Amûdê, Xizna, Girêsiwêr paşî li gundê Tilşeîra Aşîta xwendina xwe bi dawî anî û îcaza intihayê wegirt û bo melayê wî gundî.
Piştî têkçûna şoreşa sala 1925an û bidarvekirina Şêx Seîdê nemir û hevalên wî yên welatparêz û têkoşerên kurd, hejmarek ji wan welatparêzan ji ber zulm û zordariya kamalîstên şofînî binxet bûn û li rojavayê Kurdistanê û li Sûriyê bicî bûn û dest avêtin xebata siyasî û çandî û çend rêxistinên siyasî avakirin weke Xoybûn, Civata Azadî û Yekîtiya Kurdan, Civata Arîkariyê ji bona Belengazên Kurd Li Cizîrê, Nadiya ciwan Kurd Li Amûdê, herweha bi karên pir mezin di warên siyasî û şiyariya milet de û bi karûbarê şoreşeke nû li dijî tirkên dagîrker ji bo rizgariya Kurdistanê rabûn.
Namî bi naskirin û têkilîyên xwe bi wan birêzan re kete nava xebata wan tevgerên siyasî yên ko hatin damezrandin û bûbû endamekî çalak û berpirsiyar.
Namî di warê toreya kurdî de weke nivîskar û helbestvanekî roleke wî di balvkirina kovara Hawar û Ronahî li herêma Aşîta de diyar bû û nivîs û helbestên xwe di nava rûpelên zêrîn yên kovara Hawar û Ronahî ko Mîrê Pênûsa Kurdî, Mîr Celadet Bedir Xan li Şamê diweşandin.
Lewra Namî di gotara Mehkema Hawarê û Deydarê Şermende de dibêje:
Ez kurek ji kurên Hawarê dihatim hesab kirin û min xizmetên mezin jî jê re kiribûn… (Dîwana helbestan- Daxwazname):
Bi vî awayî Namî çend berhem li pey xwe hiştine, ji wan yên çapkirî Dîwana Helbestan ya bi navê Daxwazname û Pirtûka Agirê Sînema Amûdê.
Yên neçapkirî û li benda çapê, Ferhenga Kurdî-Erbî bi navê Kozar, Rêzimana kurdî-Erebî û Bîranînên Namî bi navê: Çiko Li Bîr Im. 
MelaEhmedê Namî yek ji wan şagirtên Mîr Celadet Bedir Xan bû yên ko fêrkirina gel danîbûn ser milên xwe. Namî dibistaneke şevê li gundê Tilşeîra Aşîta veki û xort û kalên gund hînî xwendin û nivîsandina kurdî dikirin. Paşî di sala 1950de Namî bi çalakiyên xwe li gel Birêvebiriya Perwerdeya Hisiça dibistaneke keçan li gundê Tilşeîrê vekir û di destpêka roja xwendinê de xwendevanên dibistanê helbesta Namî: Neşîd Û Gaziya Keçan digotin paşî roja xwendinê dest pê dikir.
    Neşîd û Gaziya Keçan
Birayê Delal Hûn werin xortino
Buhuşte welat da`m herin merdino
Eger hûn neyên vane keç em meşîn
Besin koletî serfiraz da`m bijîn
Hînbûn û xwendina zimanê kurdî ji Namî re li pêşberî her tiştî bû, lewra gaziya wî ji keç û xortên kurd re xwendin bû, doza xwendin û zanînê li wan dikir, çiko hîna gotina meta xwe bibîrtîne dema jê re digot:
Kurê min divê tû bixwînî, her xwendin e ko insanan serfiraz dikî, xwendinê gelek jar kirine serdar, xwendin bi destê her kesî nakeve.
Dîsa Namî dibêje:
Dibistana bilez çêkin, hebisxanan bikin wêran
Nemaza xwendinê pir kin, ji bo me her ev in derman
Namî dide xuyanî kirin bê bi çi awayê xort û keç zana û şareza dibin.
Bi lez hûn, tovê azadî werînin
Li nêv baxê dilê xortan biçînin
Bi ava fikr û zanînê vejînin
Bi azadî bijîn xortên ciwanmêr
 
Namî li ser xebata hevbeş di navbera qîz û xortan de dibêje:
Qîz û xortên kurd, çeleng û çakin
Bi awaz û deng, wa tim dibakin
Bi hev re bêjin, xwîşk û birayan
Bijî bi şadî Kurd û Kurdistan
Namî evîndarê welatê xwe bû û bi her awayî pesindarê xweşî û rengînîya Kurdistanê bû, dema dibêje:
Bigrî ji Sîwas, ta bi xaniqîn
Welatê me ye nûber û şêrîn
Deşt û newal û çiya û zozan
Buhuşte Îrem, bijî Kurdistan
Namî di jiyana xwe de her bi tirs bû ko rojekê koça dawî bike û welatê xwe rizgar nebîne û bi wî derdî re di gorê de bête veşartin, dema dibêje:
Ditirsim ez demek bimrim bi ax û nal û xemgîn
Bi azadî nebînim ez, welatê xwe sera ser
Daxwaza Namî ya dawîya jiyanê ev bû:
Di vê dema ko ez vê pêşgotinê ji xort û keçên kurd re dinivîsim, ez gihame bawerîyekê ko di rojên xwe yên dawî de me û dûr nemaye ko serê xwe deynim û kula welatê min bi min re, di gor reş û tarî de bê veşartin, wekî bi hezaran ji vî miletî çûne û bi azadiya miletê xwe kêfxweş nebûn.
Ez hêvêdar im ji xortekî kurd ko roja welat azad bibî, ew bilez bê ser tirba min û mizgîniyê ji min re bîne da ko êdî ez bi xweşî li wê goristanê razim.
Di roja 11.12.1975an de Namî çû ber dilovaniya Xwedê û li goristana Qudûr Beg li Qamişlo hate veşartin.
Samî Ehmed Namî
Stockholm. 2015.12.11

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…