Ji Evîna Rojên Kevin: Dengvedana Şoreşa Êlûnê

Konê Reş

Di sala 1961ê de dema ku şoreşa Barzaniyê nemir destpê kir, her sibeh û her êvar bavê min, mirov û cîranên me ji radyoya me li dengê Kurdistana Îraqê guhdarî dikirin.. Her yekî ji wan li gor fêmkirina xwe ji nûçeyan û dilxwestina xwe ji şoreşa Barzanî re, ji hev re digot; îro pêşmegeyan afatî bi serê cêşa Îraqê de aniye.. Hina din digot; ku kesî me hebe, Mele Mistefa Barzanî ye.. Carna jî ku nûçe ne bi dilê wan ba, bêhêvî dibûn ji hev re digotin; ku şoreşa Barzanî bişke, Xwedê neke, ma wê stranên şera li ser bêne gotin..?! Wê stranên ji strana Şêx Mehmûd Hefîd bi deh taq dijwartir bêne gotin..

Morala kurdan bi wê şoreşê mezin bû û hêviyên wan pê bilind bûn. Berî şoreşa Barzanî bi çend salan, Partiya Demokratî Kurdî li Sûriyê hatibû damezirandin. Ew Partî, ji bo mafê gelê Kurd yê rewa li Sûriyê di benga xwe a kar û xebatê de bû. Tevî ku gelek ji berpirsyar û endamên wê wek Osman Sebrî, Dr. Nûreddîn Zaza û yên mayî hatibûn girtin û di zindanên Heleb û Şamê de bûn, lê hestê netewî kurdî di nav gel de bi xurtî belav dibû.. Rêjîma Sûriyê jî bi tundî şerê kurdan dikir, endamên Partî digirtin wek girtina sala 1960î. Her wiha endamên partiya komunîst jî di wan salan de dihatin girtin, ewên ku ji sedî not û neh ji endamên wê kurd bûn.. Di wan girtinan de eşkenceke zor li wan dihat kirin..
Di sala 1963an de, hikûmeta Erebî di Sûriyê de, hatina xwe a ser hikum şoreş didît û ev sirûda han di tev dibistanên Sûriyê de dihat gotin: (Eldehro daret dewretin, Welbeeso qamet sewretin:الدهر دارت دورة والبعث قامت ثورة: ), anko (Çerxa felekê zîvirî Beesiyan şoreşek rakir..) Wê sîstemê hiştibû ev silogan li ser zardevê her şagirtekî be.. Rojekê, Îsmetê Silêmanê Derwîş, ev sirûd guhert, li şûna (Welbeeso qamet sewretin), danî; (Welkurdo qamet sewretin: والكورد قامت ثورة), li ser deriyê dibistanê nivîsand, anku kurdan şoreş rakiriye.. Mebesta wî, şoreşa Barzanî bû.. Bi wê nivîsê re dinya li ser serê Ismet hat xerakirin; ji lêdan, êşkencê û pirsyanan.. Jêre digotin: Kê tu fêr kiriye ku tu wiha li ser deriyê dibistanê binivîsînî? Ka navan ji me re bêje? Dawî, bi dexaleta xêrxwazan; ku zarok e, bîr nabe, wiha hatiye ser zimanê wî û nivîsandiye, bela xwe jê vekirin..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...