Newroz Da û Çû…*

Besam Mistefa
“Yadîgariya Silêman Adî “

Xort bû
Şermende bû
Nezan bû
Zane bû
Bi dil bû
Bê war û cil bû
Xwedî bar û kar û …

Kurd bû !
Nebêjin em wî nas nakin ….
Ew ê ku zarokekî çav şil bû
Ji Xweda û hem ji pelîdan jî sil bû !
Nebêjin em wî nas nakin
Ew ê ku bi jan û dil bû !…
               *
Nebêjin em wî nas nakin
Ew ê ku her sal –ji sala mêjîkor ve –
Li ser dengê çivîk û tilûran
Ji xew hişyar dibe ….
Têt û cejna we pîroz dike
Toza ku her sal li cihwarê êşê li ba dibe ,
Ji we dûr dixe
Kevirên ku her sal li eniya xweşiya we dikevin
Par par dike …..û mîna goyînekî –lê ji kêfa –
Zar zar dike
Nebêjin em wî nas nakin
Ewê ku her Avdar ji xew hişyar dibe
Têt û cejna we pîroz dike û …
Dîsa radize
Na …nebêjin em wî nas nakin !
               *
Wî tiştek ji tiştekî dernedixist !
Nizanibû du gotinan li ser hev bibêje !
Di wê roja kezîşor de –
Dît ku ””””alem li kolanê li hev kom bûye
Qerebalix û hawar bi serê ketiye
Dunya û ””””alem bi hev ketiye ……
Dema çavên wî ji dûr ve
Bi hevalên wî ketin
Tiştek hate bîra wî û
…Ew jî çû wir !
               *
Li wir çîrok tev nas kir !
               *
Zikreş û çavsoran jî çîrok dizanîbûn
Dizanîbûn ku …..ew ……Kurd e !
               *
Xort bû navê wî Silêman bû
Ti hudhud û Belqîs pêrgî wî nehatin wê rojê …
Gulle û hûravêjan ew hembêz kirin ….wê rojê !
               *
Her sal ji nav wê xwînê
Ji nav wê gola sor
Radibe
Mînanî sîmirekî ji nav wê axa kor
Di pengize
Ji nav wê gola sor
Ji nav toz û xweliya mor
Bi per û bask dibe
Her sal
Ji bo roja nû
Ji bo sal û cejna nû
Ew radibe
Ji xew hişyar dibe ….
               *
Ji êşê pêve tutişt wenda nekir –
Ji rûmetê pêve tutişt qezenc nekir !
Wekû Kurdekî jiya û mir …..û …..
Ji vê mestir
Keskî nekir !
               *
Na na wî tiştek nekir
Newroz da û çû
Ji vê pêve
Wî tiştek ne kir !
               *
Kurd bû Silêman û
Xwe ne Kurd nekir !!…
   9-2-2006

 Kurdistan.

*Ev helbest Newroza par de hate belavkirinê, ez dîsa wê belav dikim, û pêşkêşî giyanê şehîdê Newrozê yê herdemî, ku sal bi sal, mîna sîmiran sax û zindî dibe:Silêman Adî, dikim.(B.Mistefa)

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...