«Viyêna» Destpêka Çareseriyê ye …

Salar Salih

 

Temenê qeyrana Sûrî nêzîkiyê li pênc salan dike, û hîn
tu çareserî ji vê qeyranê re nehatiye dîtin, lê danûstandinên Viyêna yên dawî
bingehên çareseriyê yên pan danîn, ew jî nedûrî perensîpên Cinêv 1 bûn di asta
giştî de, dewletên beşdar di Viyêna de li ser çend xalên sereke û yên giring
rêkeftin, ji wan : yekbûna Sûrya , dewletek zanistdarî , guhertina rêjîmê.

Di baweriya min de, Viyêna destpêka çareseriyê ye ji qeyrana Sûrî re, wê karibe
şerê navxweyî yê li Sûrya tê gerandin rawestîne, lê ev yek bi pêwîstî demekê ye,
heybe çend salan dirêj bike, û di encamê de, dewleta Sûrya hew vedgere sîstema
ku berî 15/3/2011 an hebû, û yek ji dû riyan li pêşiya Sûrya ya paşerojê ye, yan
wê Sûrya parçe be û di encamê de, sê an çar dewlet li şûna wê dê bên sazkirin, û
yan jî wê sîstema fîdralîzmê bête çespandin, û eva dawî bêtir tê pejirandin ji
pêkhateyên Sûrya ve û herwisa dewletên herêmî.
çiku bawerî di navbera herdû
aliyên şer de ( rikberî û rêjîm ) nemaye, û çespandina qunaxek veguhêz li Sûrya
tiştekî pir dijware di bin sîwana van nîrên ku li ser xakê hatine sepandin,
herwisa piştî danûstandinên Viyêna rêjîma Ba`as ya ku bi giştî di bin kontrola
tîreya Elewî de ye, ji Şamê ragihand ku tu hikûmetek veguhêz li Sûrya nayê
avakirin, û qunaxa hikûmeta veguhêz qediya.
Emê çawa vê daxwyaniyê ji bal
rêjîma Ba`as bixwînin ?
Di baweriya min de, rêjîm tu hikûmeteke veguhêz bi
rikberiya Sunnî re ava nake, û wê yekê napejirîne ku Sunne bibin hevparê
desthilata Sûrya li Şamê, û wan bixwe jî biryara xwe ligel hevalbendên xwe
standine ku Sûrya parçebikin û herêmeke fîdral ji xwe re bidestxin, li Şamê û
Hums û berava Sûrî ( cihê niştecîbûna tîreya Elewî ) , û bi vî awayî Sunna jî
dehf didin ku herêmek cuda ji xwe re bigrin, û dûvre di danûstandinên aştiyê de,
wê ev herêmên têvel bên civandin di bin sîwana dewleta Sûrya ya dîmokrat û
fîdral, û ev proje bixwe yê Amêrka ye.
Hin agahî jî tên gerandin ku dewletên
: Amêrka, Rûsya, Îran, Îsra`îl, yekîtiya Ewrupî, gihiştina rêkeftinekê li ser
mana rêjîma Ba`as (desthilata Elewîyan ) li Sûrya, û ev xal yek ji bengehên
çareseriya siyasî ye, ya ku wê li Sûrya bête çespandin, lewra jî destêwerdana
Rûsya di Sûrya de bi vê armancê bû, û bi erêkirina Amêrka, bi mebesta parastina
rêjîmê û çespandina rêkeftinek siyasî di navbera rêjîm û rikberiyê de , û danîna
sînoran di nav wan de, jiber vê yekê jî wek ku rêjîm dibêje rast e: ((qunaxa
hikumeta veguhêz qediya )) , û niha divê ku rêjîm û rikberî li ser rêkeftina
siyasî û danîna sînoran di nav xwe de guftûgo bikin , û ev şêwe yê çareseriyê wê
Amêrka û Rûsya bi hêza xwe li ser hemû aliyan bisepênin, lê bingeha sereke di
Viyêna de ew bû parastina yekbûna xaka Sûrya , lewra wê formê fîdralîzmê li
Sûrya nû bête çespandin, û dê dewletek fîdral ji van herêmên nû bête
sazkirin.
Gelo Cihê Kurdan di vê nexşeya nû de li herêmê çi ye ?
Kurd niha
bûne hêza serekî û yekem li navçeyê di şerê li dijî tîrorê, û bûne cihê baweriyê
ji hemû hêzên navnetewî û bi taybet Amêrka, ku îroj hevkarekî xurte ji Kurdan re
di rûbirûbûna rêxistina Daişê ya tîrorêst, ev hemû jî dibin xalên bihêzkirina
Kurdan li rojhilata navîn wek hêzek serekî, eger ev projeyê çareseriya siyasî li
Sûriya bi vî şêweyî hat çespandin, dê Rojavayê Kurdistanê bibe herêmeke fîdral
di hundurê Sûrya ya fîdral û dîmokrat de, bi vê mîkanizmê dê sê herêmên fîdral
li Sûrya ya nû ava bibin, herêma Elewîyan, herêma Sunna, û herêma Kurdî, û her
sê herêm dê bibin yek di Sûrya ya nû de, bi şêweyê çespandina sîstema fîdralî, û
wekû ku Amêrka pilana vê dewleta nû nîgarkiriye, û bi hevkariya Rûsya, wê vî
projeyî bike temezê Sûrya ya nû, û wê li ser pêkhateyên Sûrya bête sepandin,
jiber ku ev pilan bi tenê dikare sînorekî ji şerê navxweyî re li Sûrya deyne.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…