Bahoza Koçberiyê

Salar
Salih


 

Bahoza
koçberiyê wek ku berpirsên desthilata Elmanya nav lêkirin, ev pêla mezin ji
penaberan ku ber bi rojavayî Ewrupa ve diçin û bi taybet Elmanya û Siwêd û
Brîtanya, mezintirîn pêla koçberiyê ye ji cenga cîhan ya diwem ve, di van çend
mehên buhurî de bi hezaran penaberên sûrya xwe li derya û sînoran xistin bi
mebesta ku bighêjin rojavayî Ewrupa û bi taybetî dewleta Elmanya ku di xewna
her penaberekî Sûrî de ye.

Rojane hejmarek mezin ji penaberên Sûriyê xwe li derya sipî ya naverast
dixin bi mebesta ku bighêjin girava Gos li xaka Yûnanistanê, ji nav wan jî
hejmarek mezin ji kurdan heye, ku dest ji herêma Rojavayê Kurdistanê berdidin û
ber bi Ewrupa ve koç dikin, rêka mirinê wek nav lê tê kirin ji Ezmêrî li
Tirkiyê dest pê dike , li wir qeyikên mirinê li hêviya penaberan ne, eger
penaber ji pêlên deryayê filtî û gihşt xaka Yûnanistanê dîsa jî metirsî di riya
wî de pirin, bûyera xeniqandina Alanê sê salî û derketina wêneya wî li ser
alavên ragihandinê û yên danûstandina civakî wicdanê cîhanê bi tevayî hejand,
çawa pêlên avê termê ew mendalê sê salî didehfandin li ser beravê, ramedandî weku
pişta xwe bi cîhanê tevî vekiriye, dîmen bandorek mezin li pirsa penaberan kir
û Alanê kurd yê ku ji Kobanê bi malbata xwe re derket bi armanca ku bighêje
Ewrupa, di avê de xenqî û bû simbolek ji êş û azarên miletekî re.

Helbet sedemên koçberiyê pirin, û welatî li Sûriya bigiştî û li Rojavayê
Kurdistanê bi taybetî dorpêçkiriye, ji rewşa aborî ya xirab ku roj li pey roj
perên sûrî nirxê xwe winda dikin li himberî dolar, ta herifandina bajaran bi
bermîlên teqîner û şerê navxweyî yê berdewam , ta bi leşkeriya neçar ku gênc li
Rojavayê Kurdistanê hew dikarin jiyan bikin, lê ya herî giring ku tu bersev ji
pirsa gelê Sûriya re tune ye, kengî wê qeyrana Sûriyê çareser bibe?

Ta nuha, Tu bersev ji vê pirsê re nîne, û tu siyasetmedar nikare berseva vê
pirsê bide, ka çawa û çilo dê qeyrana Sûrî çareser bibe, hin dewlet bixwe ev
bersev li nik wan tune ye, şerekî navxweyî weha vekirî li ser demê, û paşerojek
reş bêsînor û leşkerkirina civaka Sûrî bigiştî, miletê Sûrî bêhêvî bû ji welatê
xwe, lewra pirên wan li welatin dîtir digerin ta ku jiyana xwe ya asayî lê
berdewam bikin.

Koçberiya kurdan ji Rojavayê Kurdistanê ew jî beşeke ji vê koçberiya mezin,
lê ev koçberî bi ziyanek pir mezin li devera kurdî vedgere, gellekan koçkirin,
hin gihiştin û hin di rêde ne, hin jî karê xwe û derketinê dikin, û hinin dîtir
hîn biryara xwe nestandine û di vê meselê de diramin, li hin hene gihiştina Almanya
xewneke ji wan re jiber ku kirya rê ji wan re peyda nabe, û ev diyardeyek pir
xirabe, ango di encamê de û piştî çend nifşên dî kurd li Rojavayî Kurdistanê
namînin, tenê di pirtûkê dîrokê de wê behsa wan bê kirin.

Eger koçberiya gêncan jiber leşkeriya neçar be ya ku PYD bi biryareK tekîtî
li Rojavayî Kurdistanê Çespandî ye, lê koçberiya malbata bigiştî jiber çi ye?!

Raste rewşeke aborî dijwar di ser herêmê re diçe, lê nîv aramiyek peyda
dibe û ew şerê giran li deverên kurdî tune ye wek ku li bajarên din yê Sûriyê
çê dibe, lewra welatiyên Sûrî yên ku ji Reqqayê û Dêrazorê direvin tên li
Rojavayê Kurdistanê bi cih û war dibin, jiber ku aramî heye û herweha pêdiviyên
jiyanê yên sereke peyda dibin, xaniyan û erdan ji bo xwe dikirin, û ev bixwe
destpêka guherînek dîmografî mezin di herêma kurdî de datîne, Li aliyê din
welatiyê kurd xanî û milkê xwe difroşe û koçmalî berî dide Ewrupa û  bi hêsanî dest ji xaka xwe berdide.

ger miletê kurd ne pabendî xaka xwe be, û hezkerê welatê xwe be, û ev
koçberiya komî raneweste , êdî kurd li dever û bajarên xwe piştî demeke kurt dê
bibin kêmnetew .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…