Merwan Berekat
Zimanê her miletekî, ji bo wî mayîn, parastin û taybetiyeke netewî ye. Dema miletek zimanê xwe yê netewî ji bîr bike, û zimanekî din bi kar wîne, nasnama wî ya netewî namîne, ew milet dihele û nema wek neteweke serbixwe dimîne, ango em kanin bêjin: Ji berî xaknîgariyê; ziman welatê netewî ye.
Dijmin û xêrnexwazên gelê Kurd her tim hewil kirine, ku nasnama me ya netewî winda bikin, loma jî wan her tim şerê zimanê me kirine û hîn jî dikin, lê zimanê Kurdî her tim li ber xwe daye, pêdar maye û ew pilan beravêtî kirine.
Mihemed Emîn ZEKÎ di pitûka xwe ya Kurd û Kurdistan de dibêje: Pirtûka Avista bi zimanê Kurdî hatibû nivîsandin, ew hin bêjeyên Avista, û yên ku Kurd roja îro bi kar tînin wisa dide ber hev:

Zimanê Kurdî di gelek serdemên dîrokî de hemû şaxên zanistê ji memikên xwe yên zimanî mêjandine, û ew di gelek serdeman de wek zimanekî cîhanî bi kar dihat, nemaze di serdema Mîtan û Mîdiyan de.
Zimanê Kurdî bi pêdariyeke zorhêja li pêş êrîşên dijminên nijadperest li ber xwe daye, û hîn jî li ber xwe dide. Wî gelek taybetmendiyên xwe yên zimanî parastine.
Li gor lêkolînên zimanzanan yek ji sedemên, ku zimanê Kurdî kane reseniya xwe biparêze ew e, ku gelê Kurd bi hezar salan ji welatê xwe koçber ne bû ye, û her tim ji bo mayîna xwe û ya zimanê xwe berxwedanek bê hempa kiriye, û ta roja îro ew berxwedan berdewam e.
Kurdî Zimanê Dewleta Mîdî bû:
Dema em dibêjin Kurdî zimanê dewleta Mîdî bû, û di wê serdemê de ew wek zimanekî cîhanî bi kar dihat, em van gotinan ji belge û lêkolînên dîroknas û zimanzanan werdigrin.
Dr. Xelîl Ebdilrehman di pirtûka xwe ya bi navnîşana Avista Pirtûka Pîroz a Ola Zerdeştiyan e de dibêje: ‘’ Avista bi zimanê Mîdiyan hatibû nivîsandin, di pişt re nivîskarên Farisan ew wergerandin zimanê Farisî, lê dema nivîskarên Faris ew werdigerandin ew rastî gelek dijwariyan dihatin, ji ber ku zimanê Farisî ji yê Mîdî lawaztir bû, û nemaze ji aliyê têrman ve’’. Gelek bêjeyên, ku di pirtûka Avista de hetibûn, ta roja îro Kurd wan bi kar tînin wek Deşt, hesp, yezdan, bihuşt, zemîn, zindî, pîroz, aştî……..HWD, lê ji bo hêsankirinê hin guhartinên biçûk di hin bêjeyan de hatine kirin wek: [1]

|
|
|
|
Mihemed Emîn ZEKÎ di pitûka xwe ya Kurd û Kurdistan de dibêje: Pirtûka Avista bi zimanê Kurdî hatibû nivîsandin, ew hin bêjeyên Avista, û yên ku Kurd roja îro bi kar tînin wisa dide ber hev:
Kurdî |
Avistî |
Mezin berz masî tûj hêştir mêş zanîn ez ewr genî beraz berf barîn |
Maz bereza masya tîj hoştar mexşe zan ez ewre gen weraz werf werîn |
– Zimanê Kurdî ji Zimanên Kîtî ye:
Zimanê Kurdî wek zimanê Îngilîzî, Firensî û gelek zimanên din zimanekî kîtî ye, ango bêje ji kîtan pêk tên.
Wekî çawa ji her dengekî re wêneyek ( tîpek ) hatiye danîn, ango her tîpek nîşana dengekî ye, her weha her kîtek an zêdetirî kîtekê jî bêjeyekê pêk tînin.
Di Kurdî de tîpên dengdêr bi tena serê xwe kîtekê pêk tînin, lê tîpên dengdar bê tîpên dengdêr nikanin kîtan pêk wînin.

Hin nimûne:
– Her tîpek ji van heyşt tîpên dengdêr(A, Ê , E, I, Î, O, Û, U) kîtek e
– Tîpeke dengdêr digel tîpeke dengdar kîtekê pêk tînin û ew
dibe bêjeyek xwedî wate wek: În, dê, dû, ro, pî, du….. HWD.
– Tîpeke dengdêr digel du tîpên dengdar kîtekê pêk tînin, û ew
dibe bêjeyek xwedî wate wek: Dil, dîl, keç, zêr, mar, kur, dûr
zor….. HWD .
– Tîpeke dengdêr digel sê tîpên dengdar kîtekê pêk tînin, û ew
dibe bêjeyek xwedî wate wek: Bext, Kurd, mast, xort… HWD.
– Tîpeke dengdêr digel çar tîpên dengdar kîtekê pêk tînin, û ew
dibe bêjeyek xwedî wate wek: Stêrk, stran, ….. HWD.
Zimanê Kurdî wek hemû zimanên kîtî bêjeyên wî ji du cureyên kîtan pêk tên:
1 – Kîta vekirî: Ev kît ji dengdêr + dengdarekê pêk tê wek: Ar, av,
ez, în, al, ar…. HWD, an jî ji tîpeke dengdar + tîpeke dengdêr
pêk tê wek ( dê, ga, dû, ro…. HWD.
2 – Kîta girtî: Ev kît ji tîpeke dengdar + tîpeke dengdêr + tîpeke
dengdar pêk tê wek: Mêr, şêr, dar, çûk, nok… HWD.
Di zimanê Kurdî de kît ( bêje ) ya ku bi tîpa dengdar dawî dibe, ew hêsan bi lêv dibe û nemaze li ser zimanê zarokan.
Ji aliyekî din ve, bêjeya vekirî ( ya ku bi dengdarê bi dawî dibe ) lêvkirin û mûzîka wê naziktir in.
Di zimanê Kurdî de pêşkît û paşkît roleke bingehîn di avakirina bêjeyan de dilîzin. Di zimanê Kurdî de gelek pêşkît hene wek: Bê, hil, ve, vê, rê, bin, ra, ne, ber, bin… HWD, dema ew bi pêşiya bêjeyan dikevin wateya wan diguhêrin û bi cureya van bêjeyan re ( bêjeyên pêkhatî ) tê gotin.
Nimûne: Bext: Bêjeyeke sade ye û wateya wê jî heye, lê dema
pêşkîta ( bê ) bi pêşiya wê dikeve ew dibe ( bêbext ), wateya wê tê guhartin û ew dibe bêjeyeke pêkhatî.
Hin nimûne:
Rabû, hilket, binket, neyar, binpê, berdest… HWD.
Di zimanê Kurdî de gelek paşkît jî hene wek: Dar, van, kar, mend, yar, ber… HWD, dema ew bi dawiya bêjeya sade dikevin, wateya wê diguhêre û ji wê re bêjeya ( pêkhatî ) tê gotin.
Nimûne:
Şer + van = şervan. Çek + dar = çekdar.
Zor + dar = zordar. Xebat + kar = xebatkar.
Huner + mend = hunermend.
Di zimanê Kurdî de kît beşek ji bêjeyê ye wek:
Hel + best = helbest.
Dil + dar = dildar.
Di zimanê Kurdî de hejmara paşkîtan ji ya pêşkîtan pirtir e, û paşkîtên ku lêkeran ava dikin, ji yên ku rengdêr û navdêran ava dikin pirtir in.
Di zimanê Kurdî de ne tenê pêşkît û paşkît wateya bêjeyan diguhêrin û bêjeyên nû pêk tînin, dema mirov derbasî jiyana rêzimanê Kurdî bibe, wê gelek raderên din jî bibîne, ku ew bêjeyan pêk tînin.
Nimûne: Dema tîpa girêkok ( e ) dikeve navîna du bêjeyan û wan bi hev ve girêdide, bêjeyeke nû ji wan herdu bêjeyan çêdibe wek: Şîngeşîng, nalenal, qîreqîr…. HWD.

Divê em Jiyana Zimanê Kurdî Geş û Hêzdar bikin:
Zimanê Kurdî ji gelek zimanên cîhanê dewlemendtir e.
Di gelek serdemên dîrokî de wî roleke pir mezin di avakirina şaristaniyê de lîstiye, û bandora xwe ya zimanî li gelek zimanan kiriye, lê mixabin di dema niha de ew hinekî li paş demê maye, û gelek nexweşiyên zimanî derbasî jiyana wî bûne.
Wekî çawa ji hezar salan ve zimanê Kurdî em wek milet û netew parastine, divê bi lez em jî li wî xwedî derkevin, û bi rêbazên zanistî laşê wî ji nexweşiyan rizgar bikin, û di rehên wî yên zimanî de hêzê berdin, ta ku ew kanibe wek hemû zimanên cîhanê rola xwe di jiyana hemû zanistên vê serdemê de bilîze.

– Çawa emê kanibin jiyana zimanê Kurdî hêzdar bikin?
Divê zimanê Kurdî di hemû warên jiyana Kurdan de were bi kar anîn, ango hemû beşên wêje û şaxên zanistê bi Kurdî werin xwendin, perwerdekirin û nivîsandin. Ew bibe zimanê çandinî, bazirganî, kadêrî, teknolojî û kargehan. Eger karanîna zimanê Kurdî dûrî van waran bimîne, tucarî ew hêzdar nabe û nikane di riya pêşveçûnên zimanî de gavan bavêje û xwe bigihîne asta zimanên pêşketî.
Bêguman eger em jiyana zimanê xwe pêş nexînin û wî ji nexweşiyan rizgar nekin, her tim mijarên wî yê lawaz bin û ew nikane bi demê re bimeşe û jiyan bike.

– Kî kane pirtirîn jiyana zimên hêzdar bike?
Dema ziman derbasî jiyana fêrkirin û perwerdekirinê dibe, ew dewlemend û hêzdar dibe. Ji aliyekî din ve zimanzan, nivîskar, lêkolînvan û rewşenbîr roleke pir girîng û hêja di dewlemendî, pêşketin û hêzdariya zimên de dilîzin, ji ber ku ewan pirtirînî her kesekî din di zimên de dixebitin û bi wî mijûl dibin. Ji bo em kanibin bi şêwakî zanistî di jiyana zimanê Kurdî de bixebitin, û asta wî di hemû warên jiyan û zanistê de dewlemend û hêzdar bikin, pêwîst e ku li ser asta Kurdistanê komele û saziyên zimên werin damezirandin.
Zimanê ku bi nûjeniya jiyanê re nûjen nebe, ew ziman nikane bi demê re bijî. Dema ku miletek li zimanê xwe xwedî dernekeve, û jiyana wî geş neke ew ziman kulekê demê dimîne û hemû deriyên pêşketinê li pêş wî tên girtin.

[1] – Bêjeyên vê nimûnê ji Dr. Xelîl Ebdilrehman. Avista Pirtûka Pîroz a Ola Zerdeştiyan hatin wergirtin.