Sofiyê Pêşmerge

Konê Reş

   Di bihara 1963an de, bi hatina rêjîma Baas re li sûriyê, zilm û zextên rêjîmê li ser kurdan, ji berê dijwartir bûn. Endamên Alpartî digirtin bi behana ku ajanên Barzanî ne û doza herêmek serbixwe di sûriyê de dikin. Di havîna 1963an de, beşek ji artêşa sûriyê bi serokatiya ceneral Fehed Alşair di Qamişlo re derbasî başûrî Kurdistanê bûn, ji bo alîkariya artêşa Îraqê dijî şoreşa Barzanî û pêşmergên qehreman. Hingî, dikana sofiyekê mala şêx Ehmedê Xiznewî li ser kolana sereke di taxa Xerbî de bû, xelkên taxê li ber dikana wî kom dibûn û ji aş û bajar ve diaxifîn û giftûgo di nav wan de çûdibû..

   Dema ku artêşa sûriyê di Qamişlo re derbas bû û di kolanên wê de çav bi Mehmûdê Bekê, yê ku di tîpê pêşmergeyan de bû; bi kum û koloz bû, dîtin, dêrekt panzer ajotin ser û lê qelibandin.. Ji mirinê filitî û ta ku mir, ji lingê xwe seqet ma.. Di wê navê re, giftûgo û xeberdana wan xelkên ku her roj li ber dikana sofî rûdiniştin, li dor şerê Barzanî bi hikûmeta Îraqî re û derbasbûna artêşa sûriyê dijî pêşmergeyan û kurdên misilman zêdetir û bi gurbûn behis dibû.. Ji hev re digotin; kî li ser heqiyê ye û kî zalime.. Di encam de digîhan yek baweriyê ku erebên misilman neheqiyê li kurdên misilman dikin û Xwedê û Pêxemberan wilo negotiye..!
  Piştî vê baweriyê, sofî got: “Eger ev misilmantî be, êdî ev sofitî ji min re nelazime û ez nema toba xwe li mala şêx nû dikim..”
  A dinî rojê, dost û hogirên sofî çûn dikana wî, dîtin ku sofî riha xwe kur kiriye û kincên wek yên pêşmerga li xwe kirine, digel cemedanek sor li serê xwe gerandiye.. jê pirsîn; Sofî! Ev te çi kiriye?! Li wan vegerand; “Êdî, ez nema sofiyê mala şêx im, ez sofiyê pêşmerga me.. Ez sofiyê misilmantiya rast im.. Sofiyê wan pêşmergeyên misilman im; yên ku xaka me ji ber zilim û zorê diparêzin.. Li sûriyê, misilman me dikin zindanan de, li Îranê, misilman me bidar vedikin, li tirkiyê, misilmanan qira me aniye û ji ber wan ez di vire derketime.. Ez bi qurbana misilmantiya Barzanî û pêşmergeyên wî bim..”
   Ji wê rojê ve, navê sofî bo (Sofiyê Pêşmerge) û çîroka sofî û rihkurkina wî di bajarê Qamişlo de belav bû. Dikana wî jî, bû wek xalek naskirî di bajarê Qamişlo de, bi navê (Dikana Sofiyê Pêşmerge) û wiha ta roja îro.. Berî çend salan Sofiyê Pêşmerga çûye ber dilovaniya Xwedê.
Belê ezbenî! Gelek wek sofiyê pêşmerga di nav me de hene, lê ew mêraniya Sofiyê Pêşmegra li cem wan nîne ku xwe eşkere bikin.
Sofiyê pêşmerge; duyemîn mirovê Rojava yê oldar e ku di ber kurditiya xwe de riha xwe kur dike, kurditiya xwe di ser oldariya xwe re digre. Eger hun oldarê yekemîn yê ku riha xwe kur kiriye, nas dikim??
Da ku nebe hisret di dilê we de, ew Seydayê Cegerxwîn e.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…