XOŞEWÎSTA LÊVFÎNCAN


Xizan Şîlan

perdeya cama sirên veşartî
ji zingezinga zengilê dilê te re
vedikim
ji parzûna hesretkêşiya te
êşa rojên tevizî
dipale

bi lingên şemitok
li dor xweşikiya bejna te
semahê digerînim
rîtma dilê xeşîm
di tîra bijangên te yên tûj de
serûbin bû
hespê xwe yê kumeyt
bi çargavî ber bi xeyala te ve
dibezînim
li xilmaşkiya xewnan
bêhna porê te ya qurnefîlî
mizdidim
di noşîna meya eşqa te de
sergêj û sermest li dor xwe
dizivirim
bedena reben
li ber lêdana qamçiya ebrûyên te
tarûmar bû
qirika helbesta tazî
li ber çemên rûyê te ya nûranî
ji tîna qewirî
demsalên îlegal
ji hêlîna sebirê fîrar kirin
dûmanê cixara xemkêşiyê
di xwîna laşê min de
hate meyandin
zeviya daxwazên şîrîn
hişk û ziwa bûn
hezkirina min
di kemîna konê pîrikê de
dîl hate girtin
hêlekana dergûşa hêviyên min
dernixûn bû
tu
di keserên giyana min de
kewa guliyên spîndara yî
xemla rondikên bûka piştperdê yî
çirûskên tendûra temenê xemgîn î
tîrêjên keskesora êvarên bêdeng î
ez
wêneyên siya awirên te
di albûma hinavên peritî de
dicivînim
ji bedewiya hinarikên rûyê te
lezeta ava kewserê
vedixwim
ji bişirînên lêvên te yên qedîfe
şerbeta şadiyê dadiqurtînim
xunava kulîlkên hewşa te
di êşa qolincên xwe de
vedişêrim
bêrîkirinên te
li ser balgiya qefesa xwe
radimedînim
di fala fîncana destê te ya narîn de
li çarenûsa xwe digerim
birîna kul û kederên salan
bi germa henasa te
dikewînim
were bibe
stûna nav mala wêran bûyî
periya îlhama hestên sêwî
dermanê westîbûna çokên qerimî
melhema qêrînên gewriya şewitî
stargeha qefilandina canê cirifandî
lihêfa bêxewiya şevistanên newêrek
û bibe
şewqa fanûsa odeya tenêtiya min
                      2013-05-10
                      Stockholm

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…