Her Sal Helbest Dê Me Pev Bigihîne

Komîta Amadekar Ya
Mehrecana Helbesta Kurdî , yek ji komît û saziyên hindik e ji nav saziyên kurdî
ku kariye xwe dûrî pêla alîgiriyê û nerînên tekrew û teng bihêle, di nava xwe
de hemû nerînên cuda vehewandine, nivîskar û helbestvanên tê de bi nerîneke azad
karê xwe pêk tînin, ji lewra ew aliyên li ser çanda parçebûn û nerînên teng ava
bûne hewil didin ku nexweşiyên xwe yên derûnî têxin nav vê komîtê de li gor
armancin xwe yên taybet.

Mehrecana helbesta kurdî ne
ya komîta amadekar e, ji ber ku ti pîvan û mercên tevlîbûnê ji komîta amadekar
re tune ne, wek ji hemû kesên ku mehrecana helbesta kurdî ji sala 1993an ve
dişopînin diyar e, ji bilî amadebûna wî kesî ji kar e di ber amadekariyên ku
hersal tên krin de , ji lewra her kesê dixwaze rexnan bike em rexnên wî li ser
serê xwe datînin, lê bela ji bîr neke ku kêmasî ne ya komîtê tenê ye, kêmasiya
her kesê ku xwe dibîne nivîskar û di ber çanda kurdî de kar dike ye, kêmasî ya
wî ye jî ji ber di dumahiya her mehrecanê de vebûna deriyê tevlîbûna komîta
amadekar tê ragihandin, û kêmasiyên îsal beşek mezin ji wan yên her sal in
kêmasiya rewşa me ya giştî ye.

komîta
amadekar di salên reş û dijwar de karîye vê helkeftê biparêze û hin endamên wê
tûşî peyketin û zindanan bûn , ji lewra dema mirov rexneyan bike divê destê xwe
deyne li ser nihadê xwe û ne tenê beşê vala ji piyalê bibîne , ji ber ew beşê
vala ji peyalê wê hinekî din hatiba dagirtin eger ew rexnevanê birêz ew rexnên
xwe bi şêweyekî piratîk û bê ku hestê kesî birîn bike bikar anîbana

Asata helbestên mehrecanê asta
helbesta kurdî ye ne ya komîtê ye, ev asta helbestên ziman û miletekî bindest û
çewisandî ye, helbestvanên me ji ekadîmiyên kurdî der neçûne, vexwendin giştî
ye ji berê de û niha jî, tenê mercê komîtê ew e ku helbest bi zimanê kurdî be û
asta wê pejirandî be, gelo çend helbestên astbilind hatine û komîta amadekar
derfet ji wan re di beşdariyê de nedaye.

Ezmûna me heye ku di hin
salan de komîtek nirxandinê dihat destnîşankirin ji kesên xwedî ked û kar û
pispor di warê helbestê de û pirên wan ji dervî komîteya amadekar bûn, û
xelatên mehrecanê ji sê pileyên pêş re dihatin dan ji bilî xelata şahnaziyê ya
ku her sal ji torevanekî kurd re tê terxankirin, bi rastî ew ezmûn biserketî bû
û asta helbestên dihatin xwendin bilintir bû, lê mixabin ew ezmûn berdewam nekir
ji ber astengiyên li pêş mehrecanê ji aliyê hêzên ewlekariya rijêma diktator ve
dihatin danîn , ji ber berdewamiya lidarxistina helkeftê û sîmboliya wê ma kula
komîtê ne asta helbestan tenê.
Hêviya me ew e ji her kesê xwe dibîne xwediyê ziman û çanda kurdî ku bi rengekî
kartêker xwe tevlî çalakiyan bike û rexne ne tenê li ser rûpelan bên
nivîsandin, lê belê hewla sazkirina wan kêmasiyan di piratîkê de bê dan, û
careke din ji bo tevlîbûna komîta amadekar derî ji herkesî re vekirî ye, û
hersal helbesta kurdî dê me pev bigihîne.

 

Komîta Amadekar Ya Mehrecana Helbesta Kurdî

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...