Ji Kaniyên Kulturê Zerdeştiyê..(1) Felsefeya Me Ya Ronahî Nasnameya Me Ye!

Sozdar Mîdî (E Xelîl)

Dagîrkeran ne bes welatê me ji dest me girtine, û sermiyanên me bidest xwe xistine, lê bi serda jî kultura me kavilkirin, kesayetiya me ya netewî pîskirine, destên xwe dirêjî kok û binyada me kirine, em ji komnifê mirovatiyê avêtne, em xistine nav komnifê cin û pêriyên kole, ola me ya netewî kirine ola eytanan, ji bo çi? Ji bo ku me ji nasnameya me ya netewî rûtbikin, me bikin kopiyek ji netewên xwe.

Bi rastî pirojeya dagîkeran biserketiye, wa binêrin, bîrewariya me ya netewî valabûye, em bavpîrên xwe ên ku li hember êrivanên Ereb berxwe dan ji gawiran dijmêrin, em  dibînin ku dagîrkirina welatê me xilate, kutina bavpîrên me anaziye, dîlkirina dapîrên me rûmete, firotina wan li bazarên koleyan serbilindiye, bi serda jî êrivanê dagîrker li be me ciyê rêzê ne, em wan spasdikin ku em li rêya xwedanasiyê siwarkirin, em navên wan bi tolêransî tînin ziman û dibêjin ” Xweda ji wan razî be! “, hin caran me li tenit wan li dijî Kurdên Êzdî erdikir, tevî ku evan Kurdan ji ber ola me ya Yezdanî da bi cangorî erkirin, û gelek bêtar bi sere wan da hatin.
Gelo, ma eva ne bêtare? Ma ne bêtare ku em ta va asteyê ji nasnamey xwe werin bidûrxistin? Ma ne bêtare ku kesayetiya me ta va asteyê were raholkirin? Ma ne bêtare ku sinciyên koleyan ta va asteyê di me da werin bicihkirin? Ma ne bêtare ku çanda revê ta va asteyê li me were siwarkirin? Ma ne bêtare ku em rêzê dagîrkerên ku rûmeta dapîr û bavpîrên me pîskirinî bigrin?
Eva ne tenê bêtare, eva bi serda jî bextereiyeka susretae û dîvê were bidawîkirin, dîvê em vegerin ser kulturê xwe ya kevin, vegerin kûraniya Yezdaniyê û Zedetiyê, vegerin felsefeya ronahiyê, têgehên wê ên payebilind, bîrubawerên wê ên mirovatî, nêrînê wê ya aristanî, bese reaniyên dagîrkeran.
Gelên ku bi çandên dagîrkeran dijîn ê qet rizgar nebin.
Rastî eve.
Û çi dibe bila bibe, dîvê Kurdistan rizgar bibe!
23 – 10 – 2015

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...