Agahdarî

ji Dezgeha Ismayîl Emo ya çandeyî û civakî
Mamoste Ismayîl Emo Kesayetiyeke Kurdî yî nemir e
Gelê Kurd
Partî, Komele, Dezgeh û Kesayetiyên Welatperwer
Heval û dostên Mamoste Ismayîl, Emo em dixwazin di bîra we de bînin ko kesayetiyên me yên siyasî, rewşenbîrî û wêjejî ew kesên ko hemû jiyana xwe ji bo Gel û Welatê xwe terxan kirine û ji ewî karê pîroz, rojekê ji rojan xwe nedane paş mamoste yek ji ewan kesan e, vêca em bi hêvî ne hûn roja (zayîna) wî ne ya (koça dawî) bibîr bînin..
Li gora dîtina me Mamoste Ismayîl ne milkê Pertiyekê ye belê yên wek wî ji bo Milet û Welat simbol in.

Em dîsa hêvî dikin, eger Dezgehek an Partiyek an Komelak bixwaze bîranîna zayîna wî vejîne, dikare hezker û hogirên mamoste Ismayîl Emo bide serhev û bibe derfetek ji bo lihevhatineke Kurdan çimkî ev yek ji kar û daxwazên mamoste bûn. Û baştir e ko hemû digel hev evê bîranînê vejînin.
Tev ko em evê pêşinyarê ji bo salên dahatî ji bo we pêşkêş dikin lê em di vir de jî dixwazin spasiya hemû kes, partî û dezgehên ko bi vejandina bîranîna roja (mirina) wî rabûne bikin.
Vêca em wek Dezgeha Ismayîl Emo, bi hêvî ne ko hûn di salên dahatî de roja zayîna Mamoste vejînin. Bila ew roj bi bîra me bê, ne roja mirina wî. 
Li cîhanê jî kesayetiyên hêja bi roja zayîna xwe tên bibîranîn.
Têbînî: Roja zayîna mamoste Ismayîl Emo: . 18.4.1947 (pêşinyar)
Dezgeha Ismayîl Emo ya çandeyî û civakî..
18.10.2015

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Kîndarî û jehîra li dijî Kurdan di Sûriyeyê de roj bi roj zêdetir xuya dibe، û vê rastî nikare bêkêmasî paşguh bike. Di serdema salvegera rûxina rejîma Esed de، li Şamê xwenîşandanên hatine birêvebirin wisa nîşa dan ku sloganên li dijî Kurdan bi awayekî vekirî û bêşermane…