Daxuyaniyek ji Konê Reş: Seydayê Cegerxwîn yê tevayî gelê Kurd e

Konê Reş

Ez ne di endamtiya her sê, çar û pênc komên nivîskarên ku li Qamişlo hene. Û ez dûrî herdu komên ku navên mezin li xwe kirine; Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Kurdistana Sûriyê me.. Ji ber ku di navbera herduyan de berberî heye, ez çalakiyên herduyan jî amade nebûme û nabim..
Berî çend rojan, mamoste Dildar Felemez ji min xwest ku pêşangehekê ji tabloyên xwe, ji cemawerê Qamişlo re raxîne. Min jêre got; bela li ser gora Cegerxwîn be, di roja koçkirina wî de, bi navê te be û ez ê alikariyê bi te re bikim.. Û wiha ji çend rojan ve min xebat ji vê yekê re kir.. Ta ku vê sibehê min di malpera (Welatê Me) de, vexwendina nivîskarên ku navê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê li xwe kirine, xwend, têde dibêjin; ew, bi vî karê pêşangehê li ser gora seydayê Cegerxwîn rabûne.. û bi navê xwe xelkê vexwendî dikin!!

Tevî, ku min ji birêz Felemez re gotibû; kî ji herdu rexên nivîskaran; Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Kurdistana Sûriyê û yên din, kî ji wan amade bibe, helbest û gotarên xwe bixwîne, cihê kêfxweşiye ye.. Seydayê Cegerxwîn yê tevayî gelê kurd e, ji tevayî gelê kurd re kar û xebat kiriye, ne yê komekê tenê ye.. Lê çênabe bi navê yekê ji wan be, yan bi navê tevan be yan bi navê te tenê be, ji bo gengeşe û qal û qultên ji aş û bajar ve çênebe.. Lê..
Sebaretî min, cudahî di navbera herdu yekîtiyên nivîskaran de nîne.. Her sal ez bi rengekî bîranîna Seydayê Cegerxwîn divejînim.. Ez vê daxuyaniya xwe ji raya kurdî a giştî re pêşkêş dikim.
Qamişlo, 20.10.2015

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…