* Apê Erefat, berî her tiştî em hêvî û tika dikin ku Xwedê temenê we dirêj bike, tendurustiya we biparêze. Hêvîdar in hun ji me re pêşî li ser rewşa xwendina xwe ya wê demê bipeyivin, bi taybet li ser dersxaneya Hesen Axa, ew li kûderê bû, mamosteyê wê kî bû, xwendekarên wê dersxaneyê kî bûn, çi ji wê qonaxê tê bîra we?.
* Ew dersxaneya Hesen axa li kû derê bû, mamosteyên wê kî bûn,
– Ew dersxaneya hun dibêjin, ya fêrkirina zimanê kurdî bû, Hesenê Haco ew li Tirbespiyê ji xortên kurdan re vekiribû, me tê de dixwend û dinivîsand, lê mixabin, piştî demekê, desthilata Firensî ew dersxane girt, lê, me di malên xwe de, berdewamiya xwendina xwe ya bi zimanê kurdî kir.
* Mamosteyên we kî bûn?
– Yên ku têne bîra min, Reşîdê kurd û Hesenê Haco bûn.
* Navê kê ji wan hevalên ku bi we re dixwendin tê bîra we?.
– Navê Şemo û Osmanê Emînkê tê bîra min. Hineke din jî hebûn, lê mixabin, navê wan nema tê bîra min.
* Gelo we Mîr Celadet dîtibû ta ku di kovara Hawarê de li ser we nivîsandiye?.
* Çawa işq û evîna zimanê kurdî kete dilê we, çima we ewqasî ji zimanê kurdî hez kir?
– Dema em li kurdistana bakur bûn, hingî dewleta Tirka zor û stemkarî li me dikir, jiyana me roj bi roj reş û tal dibû, lewra me dizanî sedema vê zordariya li me dibe, kurdîtiya me ye, ji ber wilo jî, her û her kurdîtî û zimanê kurdî bi me şêrîntir dibû. Ji wan tirê bi darê zorê, wê karibin zimanê dayika me ji devê me derînin û zimanê xwe têxin devê me!!!..Yê me bi xwe, hêviya me ew bû ku em jî mîna hemî gelên cîhanê bi serbestî bi zimanê dayika xwe bixwînin û binivîsin.
– Ji bilî Hawarê, me Roja Nû û Xebat dixwendin, nivîskarên wan Qedrî Can, Osman Sebrî û Rewşen Bedrxan bûn, camêrina din jî di wan de dinivîsandin, lê nema navê wan tê bîra min.
– Tê bîra min, Sala 1937-an palan zadê me bi das û qeynaxan diçinîn, min dît mirovekî dêwanî digel qîza xwe bi ser me ve hatin, xwestin ku ew jî bi me re paleyê bikin. Min dît palên me rawestiyan û gotin: ” Eger ev mirov kar bike, em dev ji paleyê berdidin û diçine malên xwe, ji ber ku ev mirov neyarê me ye!!.Rabû min ji wan re got:” Malava ma ev çi gotin e?!! ma ne em hemî kurd in, em birayê hev in, fermana serê me yek e, neyarê gelê me yek e, gereke dilê me bi hev re be, gereke em ji hev hez bikin, divê em ji hev re pişt bin, ne dijmin bin!!”. Piştî gotina min, hiştin ku ew jî bi me re bixebitin. Çend sal di ser wê bûyerê re derbas bûn, wan palan pirsa min ji kesina kirbûn ku çûbûn bakurê kurdistanê, gotibûn: Erefatê Ezem ji biçûkaniya xwe ve ji me biter bîra kurdîtiyê dibir û jê re kar dikir.
– Di şoreşa seydayê Berzanî de em tevlî xebata siyasî bûne, me gelek alîkarî dida wê şoreşê. Tê bîra min, di qonaxa yekîtiya Sûrî û Misrê de, 117 kes ji me hatin girtin, yek ji wan Reşîd Hemo bû. Sedema girtina me ya rastî kurdîtiya me bû, lê ya din ew bû, me 2 Tîpnivîsên bi zimanê kurdî kirîbûn, û me veşartibûn, wan ew ji me dixwestin. Polîsan ji min re gotin:” Ew herdu Tîpnivîs li ba ten e, divê tu wan derxînî”. Min ji wan re got:”Hîç tiştekî wilo li ba min nîne”.Rabû ez dest kelemçekirî birim cem bêndera min û ew tevdan, ango li nav geriyan, pêre jî bi hovîtî li min didan!! Piştî bênder tevdan, 2 telîs tûtin di nav de dîtin, ji min re gotin: ” Tu siyasî û qeçaxçî ye jî!!” rabû em birin Helebê, piştî 28 rojan em serbest berdan.
– Ez dixwazim weke kalemêrekî kurd, banga xwe ya ji dil bighînim rêber û serokên kurdan, bera ew ji bo yekîtiya gelê xwe kar û xebatê bikin, ji ber ku tu ji min bipirsî:” Dermanê derdê kurdan çiye?”. Ezê ji te re bibêjim: “Ew yekîtî, yekîtî…yekîtî ye”. Ez serketinê ji we û xwendevanê Newrozê û hemî gelê kurd re dixwazim, û dibêjim, guh bidin zimanê kurdî, zimanê me li ber dilê me şêrîn e. û sipas ji hatina we re.