Fonografa Elî Çawîş

Konê Reş

Di zaroktiya min de li gund, Elî Çawîş xortê bavê xwe Ehmedê Pitê yê delalî bû – Ehmedê Pitê, yê ku kalikê min navê (Konê Reş), lê kiribû, min jî navê xwe ji navê wî girtiye- Ehmedê Pitê Bavê Elî Çawîş gelek zilm û zor ji destê cendirme û çawîşên tirkan dîtibû, ji ber wan di beriya Mêrdînê, nav kurdên Rojava re derketibû û li Doda akincî bibû.. Vêca ji ber hezêkirina wî ji kurê wî Elî re bi naznavê (Elî Çawîş), bang kurê xwe dikir. Divîbû ku kurê wî Elî xurt û bi hêz be wek çawîşan..! Bi demê re naznavê bavê wî lêhat kirin û xelkê jêre got: Elî Çawîş.. Ta ku berî çend salan li Qamişlo çû ber dilovaniya Xwedê.

Hingê jî nû radiyo û fonograf derdiketin, Elî Çawîş fonografek ji Qamişlo kirî û anî gund. Her danê esirê sindoqa fonografa xwe derdixist navtara ber deriyê xwe, badoka wê baş badida, qawinê strana ku divîbû li ser rast dikir, derzî datanî ser qawin, berê borîzana wê dida serxetê; gundê Zorava, Qesra û Menderê û digot: Bela mirovên me jî guhdarî bikin.. Ezê di ana tirka n..  Bela bibeecin.. (Hingî stranên kurdî li tirkiyê qedexe bûn û deng ji Doda diçû van gundên Serxetê). Gundî jî, hûr û girs ji çar hawêr ve lê kom dibûn. Wî li wî, yê ku xwe nêzîkî fonografa Elî Çawîş bike û vê ecêba kesî nedî bibîne..! Her yekî divîbû Elî Çawîş qawinê strana li gor dilê wî deyne ser; hina jê dixwest ku qawinê stranên Kewîs Axa deyne ser, hina Seîd Axayê Cizrawî, hina Meryem Xan, hina Karabêtê Xaço, hina Mihemed Arif dixwest û wiha.. Lê Elî Çawîş li kesî venedigerand, wek xwe dikir û ji wan re digot; ezê strana li gor dilê xwe deynim ser, ma we qirûşekî xwe têde daye..
Fonografa Elî Çawîş di gundên herêmê de jî deng dabû. Wek ku qantir bizê an xwê şîn bibe..! Xelik ji gelek gundên dûr dihatin Doda taybet ji bo dîtin û guhdarîkirina fonografa wî.. Gundiyan navê (Mekîna Strana) lê kiribûn, nizanîbûn bigotina (Fonograf) û ji hev re digotin ev ecêbek ji ecêbên dinyayê ye. Hina digot; dawiya dinyê ye, heyamê Dical e.. Hingî mele Xelîlê Nêf melayê gund bû, dor 15 feqayên wî hebûn, wî li wan vedigerand: (Şêx Elaeddîn dibêje; ji elametên dawiya dinyê ku alavên gawiran wek vê mekîna Elî Çawîş, berdestî misilmanan bibin û misilman lê guhdarî bikin! Ev yek ji wan elameta ye.. Xwedê me bistirîne û vî cahilî ji rêka gawriyan vegerîne..)

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivîskar Konê Reş pirtûka “Cizîra Binxetê û Jîyana Rewşenbîrî” li Qamişlo imza kir. Roja duşembê 10.02.2025 Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li bajarê Qamişlo merasîmeke îmzekirina pirtûkê bi navê “Cizîra Binxetê û Jîyana Rewşenbîrî”, ya nivîskar û helbestvanê kurd Kunî Reş li darxist.
Konê Reş rewşenbîr, nivîskar û helbestvanekî kurd e, di sala 1953an…

Zagros Osman
Endamê Desteya berê ya Aqilmendan û Serokê Navenda lêkolînên stratejîk û şêwirmendiyê Abdurrahîm Temel bû mêvanê kenala Rûdaw TV û ji bo pêvajoya nû a di navbira Tirkan û Abdullah Oçalan de Rêberê Partiya Karkirên Kurdistan PKK yê girtî axivî, û diyar kir ku 6 Vîdeoyên Oçalan hene, di destên Dewletê û DEM…

Konê Reş

Rêwiyo!

Kes weke min

Sikak û kolanên

Bajarê min nas nakî;

Ez dizanim

Kîjan meyxane li kû ye

Kîjan çayxane li kû ye û

Kîjan bazarxane li kû ye..

Tariye..

Tariyê bi ronahiyê

Naguherînim

Ez kiryarê ronahiyê…

Xizan Şîlan

her şev

hestên min yên tevzînok

di nalîna stranên keserkûr de

mest dibin

qedera sersem

li nav qermîçokên eniya min

konê xwe vegirtiye

bêşansiya salên kambax

xwe li stûyê şadiyên min

alandiye

ji asîmanên bihara rengîn

xwelî…