Ji Evîna Rojên Kevin -25-

Konê Reş
 

Wek berê jî min gotiye di gundê min de kesî bi zimanê erebî nizanîbû, lê hina zanîbû Quranê bixwînin, bê ku jê fam bikin. Dor 40 malî li gund hebû, xelkên wan malan tev bi hev ve girêdayî bûn; di nexweşiyan de serdana hev dikirin, di şahiyan de beşdariya hev dikirin, biçûk û mezinan hev nas dikirin, her malekê rewşa mala din ya aborî, civakî û problemên wê nas dikir. Alîkariya hev dikirin, hev diqedandin û pere bi deyin didan hev.. Ku metirsiyek bihata ser gund, tevan bi hev re bervedêrî di ber gundê xwe de dikirin.. Ez nabêjim ku zikreşî, çavnebarî û nakokî di nav gundiyan de nebû, ew jî, ji ber xeşîmî, feqîrî, cahalet û nezaniyê bû..

Ji rexekî din ve xelkên gundê min jî, wek pirraniya xelkên gundên Beriya Mêrdînê, her êvara pêncşembê jin û kalemêrên gund diçûn ser gir, serdana miriyên xwe dikirin û pêre jî şîva miriyan li malên feqîr û belengazên gund belav dikirin.. Di gundê min de roja çarşembê wek roja bêhinvedanê bû, di vê rojê de kesî cil, caw û serê xwe nedişûşt.. Hem jî, li gor baweriyên xelkên gund çenedibû ku kes avê bi ser agir de dake an tif li agir û agirê tifikê bike, digotin gunehe..! ku hin ji hev aciz dibûn, wek van gotinên nexweş ji hev re digotin: (Ûcaxê te vemre), (Ûcaxê te kor bibe), (Mala te li mîratê bigere).. an ji hev re digotin (Filankes ûcaxê wî hene, xwe jê bistirînin) û wiha gelek ji baweriyên di vî terzî de mezinan ji hev re digotin. Hingî, ew pêşketina ku li bajarê Qamişlo hebû hêj negîha bû gundê min û nû Radiyo û Fonograf derdiketin.

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…